Li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî - Mustafa Uzun*

Li Bakurê Kurdistanê rewşa zimanê Kurdî - Mustafa Uzun*

.

A+A-

Mustafa Uzun

Zimanên mirovan, bi sîstemên xwe yên cuda di astên deng, avahî û wateyê de, bi qasî cureyên biyolojîk cihêrengiyê pêşkêş dikin. Ev cihêrengiya ziman ne tenê ji hêla genetîkî û tîpolojîk ve ji hêla civakî ve jî wisa ye, ji ber ku ziman fenomeka civakî ye.

Bi rastî jî dema ku meriv li belavbûna zimanan a li seranserê cîhanê û pozîsiyonên wan ên civakî-siyasî û têkiliyên wan ên bi hev re dinêre, baş xuya dibe ku ziman curbicuriyeka giring nîşan didin. Ji ber vê yekê jî ew 6000-7000 zimanên ku li dinyayê hene ji hev gelek cuda ne. Gelek ji van zimanan an wekî zimanê yekem an jî wekî zimanê duyem ji aliyê kêm merivan ve tên axaftin, hinên din jî ji aliyê bi milyonan merivan ve tên axaftin.

Wekî nimûne:

Li dinyayê zimanên herî pir wek zimanê zikmakî û zimanê duyem tên axaftin:

Îngilîzî: Ji hêla zêdetirî 1,4 mîlyar kesan ve tê axaftin.

Çînî ya Mandarin: Ji hêla zêdetirî 1,1 mîlyar kesan ve tê axaftin.

Hindî: Ji hêla zêdetirî 602 mîlyon kesan ve tê axaftin.

Spanî: Ji hêla zêdetirî 559 mîlyon kesan ve tê axaftin.

Li dinyayê zimanên herî kêm wek zimanê zikmakî û duyem tên axaftin:

Amahuaca: Zimanek ku ji hêla grupeke qasî 500 mirovan ve li Peru û Brezîlyayê ve tê axaftin.

Seneca: Zimanek ku ji hêla qasî 100 kesên Senecayê li New Yorkê, DYA ve tê axaftin.

Bella Coola: Zimanek ku li Kanadayê tê axaftin. Tenê qasî 50 kesan vî zimanî dipeyivin.

Bom: Zimanê ku qasî 20 kesan li Nîjeryayê dipeyivin.

Wekî ji nimûneyên jor xuya dibin zimanek ji aliyê 1,400,000 kesan ve tê axaftin, zimanek jî ji aliye 20 kesan ve tê axaftin lê her du jî wekî ziman tên hesibandin.

Li gorî texmînên zimanzanan bi kêmanî nîvê wan zimanan dibe ku pir zêdetir, di sedsala bê de winda bibin.

Tunebûn an mirina zimanan ne fenomeneka nû ye ku di serdema nûjen de derketiye holê, ji demên kevnar heta roja îro gelek ziman winda bûne.

Hin zimanên, wek Sumerî, Îbraniya Kevnar û Misira Kevnar ku zimanên herî giring ên serdema xwe bûn, îro tenê di nivîsan de mane.

Berê li Ewropayê jî Latînî zimanê herî berbelav bû. Lê îro hemû fonksiyonên xwe winda kiriye û tenê li hin merasîmên olî de tê bikaranîn.

Nayê zanîn ku di dîrokê de çend ziman winda bûne lê wer tê gotin ku bi hezaran ziman bê şop û nav heta îro winda bûne. 

Windebûna her zimanekî ji bo medeneniyata dinyayê kêmasiyeka mezin e. Her zimanek mîrata hevpar ya mirovatiyê ye. Ji ber ku ziman û çand du beş in ku meriv nikare wan ji hev veqetîne.

Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku bi her zimanekî ku winda dibe re, parçeyeka  jiyana rengîn a dinyayê jî winda dibe.

Dema ku zimanek winda dibe, hemû ezmûn, gotinên pêşiyan, kilam-stran, folklor, çîrokên berî yên ku di wî zimanî de veşartî ne winda dibin. Dema ku zimanek ji bîrê tê jêbirin, ew mîna pirtûkxaneyek tevahî bişewite yan binav bibe.

Hemû zimanzan di heman fikrê de ne ku wekî cureyên biyolojîk  ziman jî ji ber xwe, bi awayekî xweber winda nabin. Tunebûn an mirina zimanan pirê caran ji derva bi mudahaleyên polîtik ve pêk tên.

Zimanzan mirin an windabûna zimanan di nav sê kategoriyan de dabeş dikin:

  • Mirina fizîkî
  • Mirina civakî - aborî
  • Mirina çandî

Em dikarin van sê kategoriyên jorîn di bin du xalan de bicivînin û bibêjin:

-Ji nişkê ve yan jî mirina bilez ya zimanan (Mirina fîzîkî)

-Hêdî, hêdî mirina zimanan ên bi demê ve mirina zimanan (Mirina çandî)

Mirina ji nişkê ve yan bilez ya zimanan, bi rêya komkujiyê, kerasetên xwezayî wekî erdhêjî, lehî, epîdemî, koçberî yan jî endamên zimanekî bi girseyî dev ji zimanê xwe berdide û ji ber tercîhên curbicur bi zimanekî din dipeyive. Yan jî ji sirgûniya girseyî pêk tê. Yanê meriv dema jîngeha xwezayî ya ziman wêran bike, hêdî ziman nikare bijî.

Mirina hêdî, yan mirina bi demê ve re "mirina çandî" tê gotin. Mirina ziman bi rêya guherîna çandî çêdibe. Meriv dikare bêje ku mirina ziman bi rêya asîmlasyona çandî çêdibe.

Çandek serdestiya xwe ji aliyê siyasî, aborî, leşkerî û civakî li ser çandeke din ava dike. Ev celeb mirin ku di demek diyarkirî de ji ber guherîna çandî çêdibin, wekî cureyên herî gelemperî yên mirina ziman têne pêşkêşkirin. Bo nimûne, piştî ku Amerika hat dagirkirin gelek zimanên xwecihî, rûniştvanên yên Amerîkayê  bi demê ve hat asîmîle kirin.

Zimanên rûniştvanên Amerîkayê yên xwecihî winda bûn. Ew xwecîhên eslî yên Amerîkayê ji dêvla zimanê xwe, îro bi zimanê kolonyalîstên xwe dipeyivin. (Îngilîzî, Portekîzî, Spanyolî, Fransî)

Dîsan li  gor zimanzanan:

Her çend gelek sedemên windabûna zimanan hebin jî zimanên ku li ber windabûnê ne, xwedî taybetmendiyek pir giring a hevpar in: Ew jî ew e ku êdî dêûbav li malê bi rêyên xwezayî bi zarokên xwe re  bi zimanî zikmakî napeyivin. Ew bi şûna zimanê zikmakî bi zimanekî din bi zarokên xwe re dipeyivin.

Piştî van agahdariyên kurt dixwazim em piçek li Bakurê Kurdistanê li rewşa zimanê Kurdî binêrin.

Li gor agahiyên Yekitiya Ewropayê li nav sînorên Tirkiyeyê de nêzîkî 30-33 milyon Kurd dijîn. Lê wekî tê zanîn li Bakurê Kurdistanê Kurd nayên nasîn.

Ji dêvla vê di qanuna bingehîn ya Tirkiyeyê  di xala 66an de wiha tê gotin:

 “Her kesê ku bi hevwelatîbûnê bi dewleta Tirkiyeyê ve girêdayî ye, Tirk e."

Yanê ji 1924an heta roja îro li gor yasayên Tirkiyeyê 30-33 milyon Kurdên li nav sînorên Tirkiyeyê dijîn Tirk in û ti mafên wan yên Kurdbûyînê jî tune ye. Û ti yasa tuneye ku piştgiriya Kurdan bike ku ew çand û zimanê xwe biparêzin.

Di şûna wê: Xala 42emîn a destûra bingehîn a Komara Tirkiyeyê dibêje ku zimanê sereke yê perwerde û hînkirinê Tirkî ye. Li gorî vê xalê, qedexe ye ku welatiyên Tirkiyeyê di saziyên perwerdehiyê de zimanekî ji bilî zimanê xwe yê dayîkê wekî zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin.

Ew bi kurtî û Kurmancî ji Kurdan re dibêje: Kurdino divê hûn dev ji zimanê xwe berdin û fêrî Tirkî bin. Ev jî têr nake, divê hûn dev ji Kurdbûyîna xwe berdin û bibin Tirk. Dewleta Tirkiyeyê û hemû dezgehên wê ev sed sal in ji bo ku Kurdan Tirk bikin dixebitin. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê hebûna Kurdan ji bo yekitiya Tirkan wekî tehdîdeka potansiyel dibîne.

Dewleta Tirkiyeyê ew du teoriyên ku me li jorê ji bo mirina zimanan nivisîbûn, li ser zimanê  Kurdî di pratîkî de bi zêdetirê wê bi kar aniye û hîn jî tîne.

Dewletê ji bo mirina fizîkî ya zimanê Kurdî gelek caran Kurd bi girseyî  ji ax û warên wan dûr xistiye.

Hîn di dema Îmeratoriya Osmanî de Qanûna Sirgûnkirinê ku bi fermî wekî qanûna  (Tehcîr) Şandin û Vegerandinê tê zanîn, ew qanun di 27ê Gulana 1915an de hate derxistin.

Wê demê dewletê bi biryarên siyasî Kurdan sirgûnê dervayê Kurdistanê dikirin. Sirgûna Kurdan a siyasî ya girseyî di sala 1916an de ji aliyê Talat Paşa hat dayîn.

Talat Paşa wê demê wezîre navxweyî yê hikûmeta Îttîhat Terakkiyê ye, 850,000 Kurdan sirgûnê bajarên cuda yê Tirkiyeyê dike. Gelek ji wan Kurdên sirgûnkirî li ser rêyan de mirin.

Yek ji mirina zimanan ya fizîkî jî komkujî ye. Dewleta Tirkiyeyê di tarîxên cuda cuda de li ser Kurdan gelek komkijî jî kirine.

Ji van komkujiyan ya herî giring Terteleya Dêrsimê ye ku 13,160 sivîl ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin û 11,818 kes jî hatin sirgûnkirin.

Li gorî hin agahdariyan, 40,000 kes hatine kuştin. Komkujiya Zîlan a sala 1930, komkujiya Kurdên  dema Serhildana Araratê ku tê de 5,000 heta 47,000 mirov hatin kuştin.

Jî bilî van komkujiyan, di gelek serhidanên Kurda de dewletê komkujî pêk aniye. Wekî nimûne, Serhildana Şêx Ubeydullahê Nehrî, Serhildana Koçgiriyê, Serhildana Şêx Seîd.

Dîsan li Tirkiyeyê  21ê Hezîrana 1934an bi navê Îskan Yasasiyê (Qanûna bicîhkirina merivan) qanûneke nûh derket. Wezîrê Karê navxwe yê Tirkiyeyê Şükrü Kaya wê demê, armanca vê qanunê bi vê awayî îzeh dike:

“Ev qanûn dê welatekî biafirîne ku bi yek zimanî diaxive, bi yek hiş difikire û heman tiştî hîs dike.”

Nimûneyek: 

Xala qanûnê  (Îskan Yasasi) ya 11ê wiha dibêje:

“Qedexe ye ku gund, tax, karker û hunermend bi hev re ji kesên ku zimanê wan ê dayîkê ne Tirkî ye ji nû ve werin avakirin, an jî destûr bê dayîn ku ev kes gund, tax, bazirganî an şêweyek hunerî ji bo xizmên xwe monopol bikin.”

Li gorî armanca vê qanûnê dewletê rê li ber asîmlasyona girseyî vekir. Û gelek Kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin mal û milkên wan ji destên wan hatin girtin.

Ji bo ku Kurd zimanê xwe ji bîr bikin û bibinTirk jî gelek Tirk jî li heremên cuda yên Kurda hatin bicihkirin.

Her wiha di heman demê (21ê Hezîrana 1934an) de bi navê Qanûna Paşnavan (Soyadi Kanunu) qanûneka nû derxistin, armanca vê qanûnê ew bû ku navên ku ne Tirkî ne bên qedexekirin û ji dêvla wan navên Tirkî bên bikaranîn.

Yek ji xalê wê qanûnê wiha dibêje:

Paşnav divê bi Tirkî bin: “Navên nijad, netewe, pile, an meqamên fermî yên biyanî, an jî peyvên neexlaqî an henekdar, nikarin wekî paşnav werin bi kar anîn.”

Bi xêra vê qanunê hemû navên herêm, navce, bajar, gund, newal, çem, gol eşîr yên Kurdî guherandin û kirin Tirkî.

Ji van nimûneyên me nivisîn, baş xuya dibe ku dewleta Tirkiyeyê heta îro bi plan û bi awakî sîstematîk ji bo ku Kurdan asîmîle bike, Kurdan bike Tirk baş xebitiye. Dewletê her tim xwestiye bi zilm û zordariyê bi hezar û yek deq û fenan zimanê Kurdî û çanda Kurdan ji holê rake.

Wan Kurd mecbur kirine ku li dibistan, cihên îbadetê, baregeh, bazar, navendên bazarê, hemû cihên ku mirov di jiyana xwe ya rojane bi kar tîne de bi Tirkî biaxivin. Wan dîrok, çîrok, metelok, muzîk, adet, cejnên olî û civakî, her cure roj û pîrozbahiyên pîroz ên Kurdî veguhestin kirin Tirkî. 

Tirkiyeyê asîmîlasyoneka wisa tund li ser Kurdan bi cih aniye ku li cîhanê tu dewletî wekî dewleta Tirkiyeyê nekiriye. Armanca Tirkiyeyê tenê ne tepeserkirina nasnameya Kurdî ye. Ew di heman demê de dixwaze bi awayekî sîstematîk hemû bingehên hebûnên ziman û çanda Lurdî ji holê rabike.

Ji ber vê yekê gelek zimanzan, lêkolîner û siyasetmedar, siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya li ser ziman û çanda Kurdî heye bi navê “Komkujiya Çandî” bi nav dikin. Û Endamê Kongreya Amerîkayê Bob Filner li Tirkiyeyê ji bo rewşa zimanê Kurdî û çanda Lurdî behsa "Nijadkujiyek çandî" dike. Û dibêje: Tirkiye ji ber asîmlasyona li ser Kurdan dike, divê li gorî xalên 2(a) û 2(e)] yên Peymana Nijadkujiyê Neteweyên Yekbûyî bê dadgeh kirin.

Li Tirkiyeyê hîn jî ji bo bikaranîna zimanê Kurdî, lixwekirina cil û bergên, di dawetan li gel muzîka Kurdî gerandina govenda Kurdî, ji bo navên Kurdî, strandina klam, stranên Kurdî, weşandina rojname, kovar û pirtûkên Kurdî meriv dikare bê girtin û bikeve girtîxanan û bi salan ceza lê werin birîn.

Lê li hemberî ew qasî tundî û zilmê li ser zimanê Kurdî, Kurdan heta îro bi qasî qeweta xwe zimanê xwe parastina û li zimanê xwe yê şîrîn xwedî derketine.

 Lê hezar carî mixabin ku ev 10-15 salên dawî li ba dêûbavên ciwan ên Kurd bi zarokên xwe re tendensa axaftina zimanê Tirkî dest pê kiriye. Ev bûyer an otosansûr e ku Kurdan bi xwe li ser zimanê xwe daniye, di paşerojê de xeteriyek, metirsiyek li ser windabûna zimanê Kurdî pêk aniye.

Wekî me li jor jî behs kiribû, hemû zimanzan hemfikirin ku xeteriya ji bo windabûna zimanekî ew e ku: “Dêûbav li malê bi rêyên xwezayî bi zarokan re xwe re bi zimanî zikmakî napeyivin. Ew bi şûna zimanê zikmakî bi zimanekî din bi zarokên xwe dipeyivin.”

Min di nivîseka xwe ya berê de nivisî bû: “Ev otosansûra ku civata Kurd li ser zimanê Kurdî daniye ne exlaqî, ne wijdanî, ne jî pedagojîk e. Ger ev otosansûra ha ku Kurdan bi destê xwe li ser zimanê Kurdî daniyê wisa bidome piştî 2-3 neslan li Bakurê Kurdistanê kesên bi Kurdî dizanin dê belkî biqasî tiliyên destan bimînin an nemînin.”

Tu dezgeheka fermî ya Kurdî tune ye ku rê li ber asîmlasyona ku Kurdan bi destê xwe daye destpêkirin bigire.

Ji ber vê yekê divê rêxistin, komele û partiyên Kurdan ên siyasî doza naskirin û parastina ziman û çanda Kurdî bikin.

Ji ber ku ziman hebûna miletekî ye, windabûna zimên, rê li ber windabûna milet jî xweş dike. Îdeolojî, rêxistin, serok, partî bi wextê ve diguherin û winda dibin lê ziman û çand mîrasên hezaran salan in, ew mayînde ne û zû bi zû winda nabin, nimûneyê herî baş jî ziman û çanda Kurdî ye.

Hîn ku ne dereng e, em li zimanê xwe xwedî derkevin, “Zimanê me hebûna me ye.”

Çavkanî: Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin