Ziman
Siddik Bozarslan
Zimên, unsûrê civata neteweyî ye û ji tevayîya mirovan ra xizmet dike
Wek tê zanîn, her civatek xwedîyê qerekterê neteweyî nîne ye. Di civateke neteweyî da pêwist e hin unsûr (eleman) hebin. Bi kurtayî mirov dikare van unsuran weha rêz bike: Yekîtîya zimên, erd (ax), kultur (çand) û abûrî (ekonomi). Bê guman wek unsûrên neteweyî yên dî, zimên jî, berîya civata kapitalist- ku di berbanga kapitalizmê da netewe şikil sitand- hebû û di her civatî da dihat bikaranîn. Lê di şertên jîyana neteweyî da hebûn û yekîtîya zimên, cîyeke xwe yê taybetî distîne.
Jibo neteweyek, yekîtîya zimên pêwist e. Lê dibe ku hin neteweyên cîyê (cuda), zimanek bikar bînin. Wek neteweyên ingiliz û amerika, ku ev her du netewe jî bi zimanê ingilizî dipeyîvin û di her qadê jîyanê da wê bikar tînin. Ev nayê wê manayê ku neteweyên amerika û ingiliz yek in. Li cîhanê numûneyên weha hene.
Ji ber vê qerekterê zimên û rola wê ya girîng, dema welateke kolonyalist, neteweyek an xelkek (gelek) ji xwe ra dike koloni; jibo domandina politika xwe ya kolonyalist, zimanê wî neteweyî ango gelî qedexe dike, zimanê xwe bi wan dide hînkirin û jibo helandina zimanê bindest, çi ji dest bê(t) texsîr nake, Eger, dewleta kolonyalist di wê politika xwe da bi serkeve, di warên dî da jî êdî bi awayeke hêsatir dikare politika xwe bide domandin û hwd…
Li ser xala zimanê kurdî; min bi numûneyên cuda politika asimilasyona tirk û ecem û ereb raxistîye meydanê û li hemberî van politikayên dagirkeran, şerpezetî û perîşanîya siyasetvanên kurd û nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrên kurd rawestîyame.
Di pêşveçûna mirovan da aletên çêkirinê, bi awayeke dî abûrî (ekonomi), bingehê sistema civatê ye û ev jibo pêşveçûnê tiştekî herî girîng, bingeh digire ser xwe. Piştî guhartina bingehê, jibo xizmeta bingehê, sergehek jî ava dibe. Ev sergeh, di tevayîya pêvajoya civatê da di bin xizmeta bingehê da fonksiyona xwe tîne şûnê.
Ji despêka Civata Koledarîyê vir da êdî di nav civatê da du çîn (sinif) ava bûne. Çîna serdest ku xwedîyê aletên çêkirinê ye û çîna bindest ku tê pelçiqandin û keda wê tê xwarin û ji aletên çêkirinê bêpar e. Lê dema mirov di warê zimên da li wê rewşê binêre, dibîne ku zimên di bin emrê çînekî da nîne ye û tenê jibo wê çînê yan tebeqeyê xizmetê nake. Yanî zimên, ji hemî çîn û tebeqeyan ra, bi gotineka dî ji hemî mirovan ra xizmetê dike û fonksiyona xwe ya taybet pêk tîne. Ev rewş dide xuyakirin ku zimên, rengê çînayetîyê nîşan nade. Bi awayeke dî zimên, hem ji çîna serdest ra û hem ji çîna bindest ra xizmetê dike.
Jibo zelalkirina vê qerekterê zimên, fêde ye ku ez li ser numûneyek jî rawestim. Civatek dema ji sistema koledarîyê derbasî sistema feodalîyê dibe yan ji sistema feodalîyê derbasî sistema kapitalizmê dibe; aletên çêkirinê wek makine û wd. ku di dema berê da hebûn, dema dewrê sistema nû (wek kapitalizm) dibe û di wê sistemê da sergeheke nû ava dibe û xizmetê ji sistema nû ra dike. Zimên jî çawa ku di dema feodalizmê da xizmet ji wê civatê ra kirîye; îcar jî ew xizmeta sistema kapitalizmê dike. Di esasê xwe da bingehê zimên, gramatik (rêziman), xezîneya gotinan û wd. wek xwe dimîne. Di zimên da tiştên ku tên (têtin) guhertin, pêşveçûna ilm û teknikê, kulturê û wd. ye ku gotinên nû peyda dibin û ev jî zimên hin bêtir dewlemend dike. Di nav pêvajoyeke dirêj da dibe ku hin gotin emrê xwe tije bikin û di şûna wan da hinekên dî yên nû bikevin nav jîyanê.
Eger em van xalên jorîn bicivînin ba hev, bi kurtayî em digihîjin vê netîceyê: Emrê zimên gelek dirêj e û tesîra wî gelek fireh e; heta mirov dikare bêje ku qada tesîra zimên, bêsînor e û zimên di her civatê da ji tevayîya mirovên çîn û tebeqeyên cuda ra xizmet dike. Ji ber vê giringîyê ye ku Filozofê Çînî yê navdar Confucius (551 BZ- 479), ji vir 2500 sal berê di derbarê zimên da tespîteke gelek balkêş kirîye. Ji filozofê navdar pirsîne:
”Jibo rêveberîya welatek eger bangî te bikin, karê te yê ewil dê çi be ku tu dest pê bikî?” Confucius weha bersiv daye:
”Min dê bi edilandina (rastkirina) zimên dest bi kar bikira. Ji ber ku zimên xirab bibe, gotin nikarin fikir/ raman bidin zanîn (têgihandin). Eger raman baş neyê têgîhandin, karên ku divê were kirin, dê çênebe. Eger vatinîyên (wezîfeyên) li gora pêdivîyê neyê kirin, dê tore (gerdîş) û nîzam (sazûman- dûzen) xirab bibe. Eger tore û nîzam xirab bibe, dê edalet (dadmendî, dadwerî) ji rê derkeve. Eger edalet ji rê derkeve, gel dê ezîtîya xwe winda bike, bibe kole, bikeve nav şaşmayînê û dê nizanibe çi bike û ev kar dê here kê derê. Ji ber wê yekê ye ku çu (tu) tiştek qasî zimên giring nîne.” (10)
Tu divê qey Confuciusê mubarek xwedîyê keramat bûye û 2500 sal berê rewşa zimanê kurdî dîtîye û wê balkişandinê jibo me kurdan gotîye. Xwedê dizane eger ew nûha bijîya û halê şerpezetîya kurdan û zimanê wan bidîtîya, dê çi jibo me bigota. Ji alîyek ve hêzên dagirker ku ji pêvajoya ruxandina Dewleta Medan virve ku di navberê da 2500 sal (125 nesil- nifş) derbas bûye; bi hezar caran welatê me serubino bûye, kevir li ser kevirê nemaye û em di halekî perîşan da mane. Derdê serê derdan, em kirinên dagirkerên ku qetlîam li ser zimanê me çêkirine, li alîyek bihêlin; di van salên dawîyê da kesên ku li ser navên zimanzanî, nivîskarî, rewşenbîrî û siyasetmedarîyê ecêbê giran ên sosretê anîne serê zimanê me, wek karikaturan li meydanê ne. Her malpereke kurdî li gora herêma / herêmên xwe kurdî bikar tînin û mirov bixwaze, nexwaze kurdîya wan malperan, lokal dimînin û hewil nadin xwe da ku li ser pêkanîna yekawayî ya kurdî berpirsîyarîyên xwe bînin şûnê.
Balkêşîyeka dî jî jibo van kurdên ku bi zimanê me ra dileyîzin, ji alîyê Montaigne (1533-1592) ve, derdora 500 sal berê li Parisê hatîye nivîsîn. Fermo em digel hev wê bixwînin:
”Çawa Biaxifî”
”Ez rast dibînim ku ji bedêla ku herikandina gotina xwe bi hin hevokan xweş bikim, min dê hevokên xweş xirab bikira û li gora herikandina gotinê bikira. Divê em li pey gotinek baznedin, gotin divê li pey me bazde, jibo karê me kêrhatî be. Tiştên ku em bêjin, divê ew gotinên me bigrin û mejîyê guhdarvan wer tije bike ku êdî ew gotinan neynin bîra xwe. Axiftina ku ez jê hez dikim, divê rasterast ji dil be, bi tam be, bi helbestî û kurt be ku ew çi li ser kaxid be, çi bi devkî be. Bila zehmet be, zirar tê da tune; lê bila acizkirin tê da tunebe; bila ew ji sûsê, ji pesindayînê bireve, bila ew bêpesindayîn, bêdûzen be û bêtirs be û rasthatî be. Yê guhdarî dike, bila her gepê (lokma) bi tehmkirinê bixwe. Axiftin, wek ku Sucton jibo axiftina Caesar gotîye, bila bi eskerkî be; lê wek wazê, abûqatî û xweecibandî nebe.
Hûnera xîtabetê, tiştên ku însên bêje, jê dûr dixe, dibe ser rîya xwe. Jibo xwe nîşandanê yên ku cilan lixwe dikin ku ji hemîyan cudatir bin, dikevin qalikeke pêkenînê (sosretê), ew çawa ku tirsonekî ye; di axiftinê da jî ew gera ku li pey gotinên ku nayên zanîn, hevokên ku nehatine bihîstin digerin, wek xebata zarûkê dibistanê ye. Ax, xwezî ku ez bikaribim bi gotinên ku li suka Parisê ya sebzeyan bikartînin, biaxifîma.” (11)
Zimanzan û welatevînê gorbihuşt Celadet Alî Bedixan, di derbarê zimên da weha dibêje:
”Miletên bindest, heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan dikarin biparêzin. Yek ol û yê dî jî ziman e. Lê heke ola miletê serdest û miletê bindest yek be, hingê çek dimîne yek bi tenê û ew çekê bi tenê jî ziman e. Bi rastî ziman, zêde dema berê û tovê dema roj, meh û salên di pêşîya gelan da ye. Yekîtîya gelemperî, yekîtîya neteweyî, şirîkatîya têgihayîyê û dîtinîyê bi axiftin û pêşvebirina zimanê dayîkê tê bicîkirin. Zimanê dayîkê, ezîtîya mirovan tîne meydanê û hevîrê şexsîyet, qerekter, şiûr, edeb û çandê ye. Şiûrek mezin dide mirovan û tim hal û hereketên di nav jîyana civatê da dike nav tenduristîyê. Ziman, hezkirina eşq, hîs, fikir (raman) û navenda (merkeza) însanî û mirovatîyê ye. Aletê amanca hevrabûnê, xweşî ye, şîn û şahîyê ye. Dema gelek ji zimanê xwe ra bibe bîyanî (xerîb), dikeve nav jîyaneke tarî û tevlîhev. Nizane bi kîjan alî ve here û xwe ji bîr dike, xwe nas nake û heyîtîya xwe winda dike; dibe koleyê nexêrxwaz û dijminê xwe. Kesê ji xwe ra bibe bîyanî û xwe nasneke û azadîya wî ji destê wî hatibe sitandin; dibe koleyê gel an kesên din, nizane ku kole ye û ji xwe û gelê xwe qet nikare hayîdar bibe û hayîdar namîne.”
Şîretên Makyavel jibo dewletan di derbarê zimên da jî gelek balkêş in û hin ji wan weha ne:
”Eger dewletek bixwaze miletek ji navê rake (yanî tune bike), divê zimanê wî miletî pê bide jibîrkirin. Bi rîya qanûnan wî zimanî qedexe bike yan jî bi rîyên qencîyê wî miletî ji zimanê wî bide dûrxistin. Milet bi zorbirîyê surgûn (nefî) bike yan jî bê ku haya wî miletî jê çêbe, bi awayek wî bide surgûnkirin. Kesên ji miletê serdest bîne nik miletê bindest û bi cîbike û ji wan ra fersend û îmkanên baş çêke ku di warê abûrî, civatî, çandinîyê da îmkanan çêke û berewajê wê jibo miletê bindest jî tu îmkanan çêneke û zehmetîyan derxe pêşîya wan da ku nikaribin jîyaneke baş bijîn. Li hemberê vê sîyaseta dewletê ya dijwar, miletê bindest dê neçar bimînin, erdên xwe, malên xwe bifroşin û ji gelê serdest ra berdin û ji erdên xwe dûr bikevin. Digel van hemî zehmetîyan eger hin kesên ji miletê bindest, cîyên xwe neterkînin; divê dewlet dîsa bikeve nav hewildanan ku wan ji cîyên wan dûr bixîne, eger hemî metodên canbazîyê pere nekin, divê bi metodên karanîna zorê têkevin jîyanê da ku yên mayîn jî li cîyên xwe nemînin û dûrbikevin.”(12)

