Ali K. yıldırım

Ali K. yıldırım

Niviskar
Hemû nivîsên nivîskar >

ROCÎYA TIRKÊ MACÎRAN

A+A-

Ali K. Yıldırım

Bi kurmancî navê qeza me Macîran e. Lê di resmîyetê da nav İmranlı ye. Navê ‘’Macîran’’ ji nûfusa wî ya macîrên Qafqasî tê. Piştê şerê Rus i Osmanî ya sala 1878 , koçberê Kafkas tên alîyê Qoçkirîyê bi cîh dibin. Bi daxwaza devletê, Mista Paşa koçberên Kafkasî, li ber çema ava Sur (kizilirmak) cîvar dike. Gora gotinan ew herd di esasê da yê mala Xanaxa yê Çulfan bîye. Disan gora tên qalkirin[1], wexta Mista paşa li cîyekî dikevî hundir; Xanaxayê Çulfan li pêşîyê ranebî; loma weku ceza, Mista Paşa, Macîran tînî[2] û li ser mulkê Xanaxa bi cîh kirîye. Lê esasê da, va qerera parçeyik ji daxwaza Osmamî dihat. Gora gotinên gundîyan, va qerera, di navbêyna herdu alîyan da bîye sebebê husumetê. Gaxur (Gulalî) û Zarîfe zarên Xanaxa bûn. Bavê Xanaxa Azîz Axa; navê bavê Azîz, Qasim Axa û bavê Qasim  jî Mistefa bû.

 

Va bera[3]/baska[4] Qoçkirîyê ku gundê navendî Qonax bîye, bi navê Qabila Mistikan dihati nas kirin. Wextikî  ‘’Çît’’di bin îdara Mustefa Axa da, qeza bîye. Gora web sahîfa qaymaqamiya İmranlı, va mintiqa jı sedsala 14 şuvatir, bı navê Çît hatîye nasîn. Lê gora hindik îddîayên din,  navê Çîtê di dewra Sasanîyan da mayê.  Di sedsala 19 da, navê Çîtê tê guhertin û dibî Hamîdabad. Sala 1911 navê Hamîdabad jî tê guhertin û dibî Ümraniye. Dı daviye da, sala 1948 Ümraniye navê Imranlı digirî.

 

 

 

 

Li bazara Macîran Kal i Pîra serbilind

 

 

Gundê Çulfan[5] di kevîya Macîran da bû, loma camêrên vî gundê her roj dadiketin[6] qezayê. Bi sebebê alaqayê daîmî bi nûfusa tirkên qezayê va, evanan giran giran dev ji zimanê berê berdidin. Helbet, weku milletên din, yên xadî heman[7]/yêk şert, tirkîya Çulfanan jî, di bin tesîra kurmancî da, xadî formikî sadetir (basit) digirî û tijî kelîmeyên kurdî dibî. Li Gundê Çulfan dervayî Qoçkirîyan, nûfusa herî mezin yê Ovacixan bû. Ovacixan girêdayî Ocaxa Sari Saltiq; Qoçkrîyan girêdayî Baba Mansur bûn. Sarî Saltiq, îhtîmalikî mezin, ji mintiqa Sarî ya başurê Deryaya Hazar dihat û loma kesayetikî Îranî bû. Ovacixan; berê koça Qoçkirîyê dibê li Ovacixê  dimilî qezî bikirina?. Lê ew ji ku hatibûn Ovacixê? Em nizanin.  Tirk ji gundê Çulfan ra ‘’Culfa’’ dibêjîn. Em li Nahçivanê û li Îsfahanê rasti navê Culfa (Julfa) tênê. Dema şerê Osmanî û Safavîyan da (salên 1603-1612), ji bo sikinandina/sekinandina Osmanîyan, Şah Abbasê Safavî mintiqê tal/vala dike. Beşik[8] nûfus diçe Îsfahanê bi navê Julfa (Culfa) mehellekî ava dike. Wer xûyaye,[9] kukêmtir kes ji bari alîyê Osmanîyan dikin. Lê em bi temamî nizanin qabîla Ovacixan ji wê mintiqê dihatin yan na? Em dizanin ku parçeyik ji Xaçperestan[10] Kurd bûn. Brayên Zekerîya, ku di bin hukma Gurcîyan da bibûn rêvebirê[11] bajarê Anîyê, kurdên Xaçperest bûn.

 

 

 

 

Gulustan Museleum Nahçivan

 

Li Çulfan yêk- du malê Balkanî jî hebûn, ku weku ‘’Varnali’’ dihatin nasîn. Wer xuyaye ku hebûna nûfusa dimilî û Balkanî tesîr li ser guhertina zimîn jî kiribû. Gundê Çulfan, gora gundên cîvarê, zûtir rabirtibûn axaftina[12] zimanê tirkî. Jîyana sosyal a, ku bi peywendîyên[13] rojane, di bin tesîra tirkên Macîran da dima, helbet sebebê herî mezin a ziman guhertinê bû. Camêrên, ku li qezayê tirkî hîndîbûn, li gund jî dixwastin tirkî xeber bidin. Lê xanimên wan tirkî nedizanîyan. wan piştê wextikî, ewê bi tirkîyekî nîv kurmancî û bi gramerikî basîtîttîr qezî bikirina. Zimanê xaniman derbazi zarran jî dibû. Di vî alîyê da gundê Çulfan weku labaratuar bû. Lê mixabin[14] kesî li ser kar nekir.   Nûfusa Çulfan, bi hevra, heta salên davîya 1970 ‘’em kurmancin’’ digotin. Li vê deverê, kurmanc bûyîn û îtîqata Rêya Heq (Elevîtî) weku yêk tişt dihati hesibandin[15]. Wexta ziman çû, ewê bawerî jî bihatana guhertin.[16]

 

Em naha werin çîroka xwe: Layê meta min Zabît ji gundê Çulfan, layê Îsmal Çavuş bû.  İsmail Çavuş li Macîran mal çêkiribû. Kevîya malê, weku xizarxane bi kar dianî. Zabît telebeyê Lîseyê bû. Ew ji weku telebeyên din yên kurmanc bibû çepgir û loma rocî girtin tiştekî bê mane didît. Wê salê roja havînê Zabît li ber xizarxanê bavê disekinîya. Rocî, wê salê rasti germa havînê hatibû. Rocîya Remezanê, di alîyê kurmancan da nedihati girtin. Bo kurmancan Remezan rocîya tirkan bû. Li şuna Remezanê, yê kurmancan rocîya 12 îmaman û ya Xizir hebû.

Wê rojê Zabît xurnîya xwe dereng îştîbû[17]. Li ser xonçeyekî[18] bi çay i pendîr, bi domatês i xiyar, xurnî[19] dikir. Di wê wextê da meriykî ji Macîran A. Husta ketu hundir. Wî dizanîya ku kurmanc rocîyê nagirin, loma deng nekir; xwe da alîkî û qala karê xwe kir. Zabît; ‘’bi fermo tu jî bixwe’’ got. A. Husta; ‘’na! Ez bi rocî me. ’’ got. Di navbêyna Zabît û A. Husta da nîqaşa fikir[20] destpêkir. Zabît pêşîya Hustê girtibû. Di bin tesîra argumentên giran da, a. Hustayê nedikanî xwe hêlikî va bilivînî[21]. Gîşt rê hatibûn girtin: Gora Zabit, rocî hewce[22] nebû. Bi qerar xwarin[23], tiştekî weku rocî û alîkarîya feqîran ji rocîyê girîngtir[24] bû. Di hêlikî da giranîya argumentan, di hêla din da jî, bîna nanê teze berxwedana nefsê Hustê sist[25] kir. Cara davîyê Zabît; ‘’Xoce çi gunehê te hebî ser min...’’ got. Hustê; ‘’razî’’ got û weku gurê birçî keti ber nîn.Wextikî xar şuvatir, nişkava[26] yêkî derî vekir û keti hundir. A. husta li ser sofrê bû. Çav ji vê kesê nû bel[27] bibû. Wexta Hustê ew dît, xwe aviti herdê û ‘’Wuy dayê, wuy anê! zikê min, zikê min!’’ got. A. Kîvra rola nexwaşîyê dikir. Lê merik ew ser sofrê dîtîbû. Bi çavê xwe yan jî tîyatroya Hustê bawer bikirina?

 

Camêr pirs ki: ‘’Ulan A. Husta tê rocîya xwe xwar, te çi kir?’’

 

Husta: ‘’çi xwarin çi hal? Di min da hal i mecal tune. Li ber sancîya zik, ez nikanim li cîyê xwe bilivim û tu qala xwarinê dikê?’’

 

Mêrik ji Zabît ra; ‘’min xast bi tenê silavikî bidim te, loma hatim vira.’’ got û serê xwe xurand[28]; serî li pêşîyê derketi der. Wî; bi Hustê, yan jî bi çavên xwe bawer[29] bikirina? Nebî kî, çi dîtîbû gîşt xeyal bibûna?

 

Roja din jina A. Hustê, B. Xanim, li çarşiya Macîran, ewê rasti birayê mezin ê Zabît Alî bihatana.

 B. Xanim: ‘’Alî Kîvra, her roj piştê rocîyê A. Husta weku guran birçî dihati mal; duhu îştah wî tunebû. Wî Zabît zîyaret kiribû. Nebî ku wî rocî xwar,  çi kir?’’ got.

Alî: ‘’Merax meke, ji rojikî tişt dernakevî. Husta kesekî rind i durust e. Ji rojikî bê rocî, çi derdikevî? Çi tirsa te heye?’’

 

Dilê B. Xanim rehet bû. Wî xwexwe da, disan jî, bo merê xwe dua kir...

 

 

 

 

 

 

  

 

 

[1] Qalkirin: bahsetmek

[2] Tînî: getir. Anîn: getirmek

[3] Ber: gögüs, aynı anneden gelen farklı kabile veya kabile altı topluluklar için kullanılır.

[4] Bask: kol

[5] Bi tirki ji ‘’Çulfan ‘’ ra ‘’Culfa’’ dihati gotin. Bi navê ‘’Culfa’’ li Nahçivan mintqeyik heye. Wexta şerê navbêyna Şah Abbasê Safavî û Osmanîyan da, gelên Culfa mecbur diminî kû koç bikin. Piranî diçe Îsfahan û li wirê bi navê ‘’Culfa’’ mehellekî ava dike; hinek jî derbazi rojava dibin. Em nizanin, alaqa xelqê ‘’Çulfan’’, bi Culfa’ya Nahçivanê va heye yan na?

[6] Daketin: inmek

[7] Heman: ayni

[8] Beşik: bir bölüm

[9] Wer Xûyaye: öyle görünüyorki

[10] Xaçperest: Hristiyan

[11] Rêvebir: idareci

[12] Axaftin/Qezî kirin: konuşma

[13] Pêywendî: ilişki

[14] Mixabin: maalesef

[15] Hesibandin:hesaplamak, saymak

[16] Guhertin: değişme

[17] Îştîn/hîştîn: bırakmak

[18] Xonçe: yuvarlak sofra

[19] Xurnî: kahvaltı

[20] Nîqaşa fikir: fikir tartişmasi

[21] Livandin: oynatmak

[22] Hewce: gerekli

[23] Bi qerar Xwarin: dengeli beslenme

[24] Gîrîng: önemli

[25] Sist. gevşek

[26] Nişkava: aniden

[27] Bel: gêz bebeğinin açılma halinde oluşan göz görüntüsü

[28] Xurandin: kaşımak

[29] Bawer: inanma

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin