ŞÊX SEÎD EFENDÎ Û RÊHEVALÊN WÎ, DI DERBARÊ WAN DE NIVÎS Û BÎRANÎNA PÊŞÎ…
Îbrajîm GUÇLU
Şêx Seîd Efendî û Xalid Begê Cibrî û rêhevalên wan, ji bona Dewleta Kurd û Kurdistanê ava bikin, li hemberî Dewleta Kolonyalîst ya Tirk a Kemalîst, Şoreşa Milî ya Kurdistanê di sala 1925-an de, encama provaksîyonekê mecbûrî dest pê kirin.

Mixabin Şoreşa Milî ya 1925-an bi qetlîameke mezin hat temirandin, Kurdistan hat vala kirin û demografiya Kurdistanê hat guhertin.
Serokê Şoreşa Milî ya 1925-an Şêx Seîd Efendî û Rêhevalê wî yên têkoşer, dîl hatin girtin û di darizandineke ne hiqûqî de bi lezgînî di derbarê wan de biryara îdamê hat girtin.
Şêx Seîd Efendî û 47 Rêhevalên wî beriya 101 salî li Diyarbekîrê li ber Mizgefta Mezin şevekê hatin îdam kirin.
Ew bi dizî hatin binax kirin. Heta nêha jî ciyê mezelên wan ne diyar in.
&&&&&
Di derbarê Şoreşa Milî ya 1925an û Şêx Seîd Rêhavalên wî de nivîs û navên wan bi kar anîn qedexe bûn.
Ew kesên rewşenbîr û kurdperwerên ku navên wan anîn ser zimên, hatin darizandin û ciza kirin.
Piştî sala 1974-an dema Tevgera Neteweyî ya Bakurê Kurdistan xwe rêxistin kir û çapemeniyeke milî ava kir, di derbarê wan û serhildanên milî yên Kurdistanê de vekirî hat nivîsandin.
Di legalîte yê de Kovara Rizgarî û Weşanxana ya Komalê bû pêşeng. Pişt re hemû rêxistinên Kurdistanê jî ev şopa domandin.
Hîç şik tune ye ku encama vê helwestê, cereme
&&&&&
Dewleta Kolonyalîst, bîranîna Serhildanên Neteweyî yên Kurdistanê û serok û şervanên wan bîranîn; di derbarê wan de konferans li darxistin û anade kirin jî qedexe kiribûn.
Komelaya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOMê) cara yekemîn di sala 20005-an de Ji bona Tevgera Milî ya 1925-an konferansek li dar xist.
Şêx Seşd û Rêhevalên wî li ber mizgefta Mezin bibîr anî.
Ji ji bona wan şîn danî û mewlûd da xwendin.
Ew xebatan bûn sedema darizandinê û ciza girtinê.
Pişt re jî TEVKURDê ew xebata şopand. Berpirsê TEVKURDê rû be rû yî ciza bûn.
Pişt re hemû û partî û dezgehan ev xebata ji bona xwe bê rîsk kirin, armanc.
DI ENCAMÊ DE:
Ez Şêx Seîd Efendî û Rêhevalê wî bi rêz bibîr tînîm.
Dewleta Kolonyalîst a Tirk laned û şernezar dikim.
Gelek aşkere diyar dikim ku divê Dewleta Tirk ji bona qetl a wan û qetlîamên pêkanî, divê di Dageha Navdewletî de bê darizandin.
Tetwan, 28. 06. 2026

