
Civîneke lûtkeyê ya partiyên siyasî tê lidarxistin
.
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, ji bo derbaskirina krîza siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, dest bi hewildaneke nû kir, da ku serokên pilebilind ên partiyan bîne cem hev.
Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê di Parlamena Kurdistanê de Mistefa Ebdullah îro 2ê Tîrmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, Sekreterê Giştî yê partiya wan, Selahedîn Behaedîn, dixwaze civîneke lûtkeyê di navbera serokên yekem ên hemû partiyên xwedî kursî de pêk bîne.
Mistefa Ebdullah destnîşan kir, armanca sereke ya vê destpêşxeriyê, derbaskirina "xetimîna siyasî" ya niha ye. Behaedîn hewl dide bi vê civînê, rê li ber aktîfkirina parlamenê û lezkirina pêvajoya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê veke.
Ebdullah diyar kir, heta niha cih û dema civînê nehatine diyarkirin, lê belê Selahedîn Behaedîn bi aliyên peywendîdar re di nav diyalogê de ye. Hat bibîrxistin ku Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê berê serdana Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kiribû û projeya xwe ya ji bo derketina ji krîzê pêşkêşî wan kiribû.
Yekgirtûya Îslamî ji bo ku Parlamena Kurdistanê bibe saziyeke çalak û xizmetguzariyên giştî nebin qurbana nakokiyên siyasî, fişarên xwe yên dîplomatîk zêde kirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin