
DAXUYANÎYA ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ YA JI BO RAYA GIŞTÎ
.
Tam 33 sal berê, di 2yê Tîrmeha 1993yan da li Sêwasê di Otela Madimakê da şewitandin û qetilkirina 33 nivîskar, hozan, hunermend û ronakbîrên me, ne "hilteqîna girûbeke paşverû" ya ji rêzê yan jî rageşîyeke bêkontrol a mezhebî ye. Komkujîya Sêwasê operasyoneke dewletê ya plankirî û îstîxbarî ye ku hafizeya jenosîdal a ji Koçgirîyê heta Dêrsimê, ji Zîlanê heta Meraşê û ji Meletîyê heta Çorumê gihandiye demên modern. Îro, di 33yemîn salvegera komkujîyê da, em wek Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê rastîyên li pişt vê senaryoya tarî careke din bi dengekî bilind diqêrin.
Komkujîya Sêwasê, berhemeke endezyarîya dewletê ye ku li navendên dîyar hatiye senaryokirin û rasterast Kurdên Elewî hildaye armancê. Armanca bingehîn a komkujiyê şikandina civakîbûn û berxwedana Kurdên Elewî ye û bi vî rengî rakêşana wan a nav dubendîyeke çêkirî ya "şerîat û laîktîyê" ye da ku wan neçar bikin ew di hîlala xeta Kemalîst da cih bigirin. Ev stratejîya qirêj a ji salên 1970yî û vir va li Meraş û Çorumê dihat sepandin, li Sêwasê bi şêwazê xwe yê herî hov hat bicihanîn. Di roja bûyerê da bi saetan mudaxelenekirina hêzên leşkerî û ewlehiyê yên dewletê û temaşekirina wan a kêlî bi kêlî ya komkujîyê îsbata herî zelal e ku ev pêvajo ji alîyê hişekî jorîn (ust akıl) va hatiye birêvebirin. Wekî din, îtirafên endamên Daîreya Şerê Taybet û tîmên operasyonel, wekî "kevirê pêşîn me avêt", bi awayekî şênber nîşan daye Madimak ji alîyê dewleta kûr, JÎTEM û kanalên îstîxbaratê va hatiye plankirin.
Erka têgihiştina civakî ya vê komkujîya plankirî bi destê hin derdor û weşangerên bi rûpoşên "çepgîr" ên bi îstîxbaratê ra pêwendîdar hatiye birêvebirin. Bi gotinên provokatîv ên wê demê hîsterîya girseyî hatiye dariştin û wekî hûrgulîyeke operasyonel, bi silametî xelasîya hin kesan ji vê komkujîyê bûye parçeyek ji senaryoya amadekirî. Wek xeleka temamker a vê plana qirêj, tenê 3 roj şûnda, di 5ê Tîrmeha 1993yan da li gundê Başbaxlarê yê Erzînganê 33 mirovên sivîl hatin qetilkirin.
Ji paşxaneya dîrokî ya kesên ji dafika Qizildereyê sax filitîn heta sazîyên îro ji bo teslîmgirtina îrade û hafizeya miletê Kurd tên sembolîzekirin, amûra şerê taybet a dewletê li ser lîstika xwe berdewam e. Taşeronên maskeya çepgirî an jî ronakbîrîyê dane ber rûyê xwe îro jî şirîkên sûc in û li gel marjînalîzekirina wan kesan e ku rapirsîya rastîyên bingehîn ên li pişt van komkujîyan dikin. Komkujîya Sêwasê provokasyoneke şerê navxweyî ye ku li dijî hafizeya neteweyî ya Kurdan û li dijî îradeya jîyana hevbeş a miletekî pirbawerî û firehçand hatiye kirin. Rûbirûbûneke rast, tenê bi navkirina rast a kiryar va pêkan e. Kiryar, mekanîzmayên îstîxbaratê yên dewletê ne, JÎTEM e, Daîreya Şerê Taybet e û ew aparat in ku bi wan ra hevkarîyê dikin.
Wek Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê, em canên me li Sêwasê û li komkujiyên piştî wê winda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo raya giştî radigihînin ku em ê li dijî van operasyonên şerê taybet ên hafizeya etnîkî, bawerî û dîrokî ya miletê me dikin armanc, li her qadê hişyar û berxwedêr bin. Tenê, gava mirov bi wêrekî bi ser van planên tarî da biçe, dîrok dê ji nû va were nivîsandin.
ÎNÎSÎYATÎVA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ
2yê Tîrmeha 2026an

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin