
PWK: Em Êrîş û Qetlîamên Dewleta İranê Rûreş Dikin
.
Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi daxuyaniyeke tund êrîşa Pasdarên Îranê ya li nêzîkî bajarê Serdeştê şermezar kir ku tê de şeş pêşmergeyên PDK-ÎRANê hatine şehîdkirin.
Di daxuyaniya PWKyê de li ser hûrgiliyên rûdanê ev agahî hatin parvekirin:
Li gorî agahdarîyên ku PDK-Îranê li raya giştî belav kirîye, li nêzîkî bajarê Serdeştê di êrîşeke Pasdarên Dewleta Îranê de şeş Pêşmergeyên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-ÎRAN) hatine şehîd kirin.
Li gorî agahdarîyên ku hatine belav kirin, dema ku pêşmergeyên PDK-ÎRANê li wê herêmê karên siyasî dimeşandin, pasdaran kemîn danine û 6 peşmerge şehîd kirine.
Em van êrişên dewleta dagirker ya Îranê şermezar dikin.
Ruhê şehîdan şad, cîhê wan biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbata şehîdan, ji rêvebir û endamên Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê re dixwazin.
Serê gelê me sax be.
Tu êrîş û qetlîam dê nikaribin rê li ber azadîya Kurdistanê bigrin.
02.07.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin