
Xidir Ûso: Me ji ber şermezar kirina qetlîama Siwasê ya Madimakê ceza xwar, lê qatilan ceza nexwarin
.

Xidir Ûso
Ez di sala 1980yê de, piştî darbeya leşkerî ji ber doza PDKT-KUKê hatim girtin. Min cezaya hefsa muebetê xwar.
13 sal di ser derba leşkerî 1980 re derbas bûbû. Dewleta Tirkîyeyê li Kurdistanê qaşo bi şerê bi PKK re civata Kurd ji hev dixist û ji nuhde kontrol dikir. Bi hezaran gund dişewitand, bi mîlyonan gundîyê kurd bi darê zorê dida koçberkirin. Jibo bajerekî mîna Licê hilweşîne, li Albayê xwe Bahtîyar Aydin sûkast kirin. Bi tank, top û firokan Lîcê bombebaran kirin û seranser rûxandin.
Di heman demê de, ji bo dengekî cîhê derneyê û nîjadperestî û êrîşkarîyê li nav civaka tirk xurtir bikin, hêzên dewletê tevkujîya li Sîwasê ya Otêla Madimakê plan kirin. Ev tevkujî ro-li-nîvro, li ber çavê hemû cîhanê û di bin çavdêrîya hêzên dewleta tirk de hat kirin.
Em wê demê li hefsxana Aydinê diman. Em wek hemû rêxistinên kurdan û yên çepgirên tirk, me rewş bi eşkereyî zanibû. Him jibo vê qetlîama li Sêwasê û piştre di cotmehê de ji bo şermezarkirina bûyera Licê me daxuyanîyên çapenîyê dan û em jibo her yekê pênc rojan ketin greva birçîbûnê.
Wek tê hişê min jibo çapemenîyê me bi qasî du-sê rûpelan nivîs nivîsand û wek berpirs û nûnerên rêxistinên kurdan û yên çepgirên tirk, me ew daxuyanî îmze kir. Me daxuyanî bi rêya qardiyanekî ji çapemenîya kurdan û ya çepgirên tirkan re şand.
Piştî bi salekî ew nivîs di arşîva Ozgur Gundem buroya Îzmîrê de hat girtin û di derbarê me de doza ”Propaganda Terorê” vekirin. Jixwe ji ber van çalakiyan du sal mafê min yê hefsa vekirî jî nedan min. Bi ser de min sirgûnî hefsa Elbîstanê kirin.
Dema ez li hefsxana Elbîstanê bûm, dozger îfadeya min girt. Dozger, pirsa pêşî ji min kir, got: ”ma ez faşîst im?” Min jî jê re got: ”jibo ku tu dozgerekî vê dewletê ye, erê tu faşîst î; lê ne tenê faşîs, tu û dewleta te li vir, li Kurdistanê dagîrker û kolonyalîst in jî!” Got çawa? Min jî ji şerê cîhanê yê yekem destpêkir û heta avabûna Komara Tirk, dagîrkirina Kurdistanê, qanûnên tunekirin û asîmîlasyona kurdan, serhildan û berxwedanên li Kurdistanê, tevkujî, dardakirina serok û rêberê kurdan, koçberkirin û wêrankirina Kurdistanê jê re got. Wî jî heta dawîyê li min gohdar kir.
Dema sûbay û leşkeran ez vegerandim hefsxanê, di rê de, sûbayê ku ez dibirim hefsê, got: ”Ez çavê te bixum, tiştên te goti tev rast bûn. Ez laz im, li hember me jî heman tişt kirin! Tê bêje çima tu ji wan re leşkerîyê dike? Bawer bike, ji xizanî û bêkêrîya me ye!”
Jibo hefsxana Elbîstanê kirin girtîgeh û me nehîşt girtî ji hin rêbazên wan re serî deyne û me wan xistin girevê. Em jî 17 rojan bi wan re ketin gireva birçîbûnê, loma me sirgûn kirin, min jî şandin hefsa Manîsayê.
Li Manîsayê min derxistin dadgehê. Li dadgehê dadger, îfadeya min ya ku min dabû dozger pirsî û got: ”ma ev îfade ya te ye û tu li van daxuyaniyên çapemenîyê dibe xwedî?’’ Min jî got: ’’Erê!’’.
Ez ne şaş bim dadger jin bû. Cezayê min berê amade kiribû. Got: “jibo her dozekê neh meh û sed hezar cezayê pere. Her du dike 18 meh cezayê hefsê û dused hezar cezayê pere; ku tu cezayê pere nede jî ji dêbla wê tê hefs razê!” Jixwe parêzerê min jî tune bû. Lê ji ber ku dozek komî bû, hineka îtîraz kiribû, doz çû Yargitayê. Jiber ku ew ne cezayê giran bû, ji bo vê cezayê biryara girtinê nedabûn. Di vê navbênê deö cezayê min yê hefsa muebbetê bi şert, xelas bû û min berdan.
Berîya ku min berdin, min birin nufûsê û şubeya leşkerîyê. Nasnameyek nuh dan min û kaxeta çûna leşkerîyê dan min. Gotin: ”di nav bîst rojan de divê tu here Şûbeya Leşkerî ya navçeya xwe û sewka xwe çêke!” Dema ez derketim, min zanibû ku biçim leşkerîyê û cezayê min ji alî dadgeha bilind bêt qebûlkirin, wê min ji wir bibin hefsxanê. Pêşî min xwe ji leşkerîyê kir firar û ez li bendî mam heta cezayê min hat erê kirin. Ez jibo neçim leşkerîyê derketim dervî welat. Min li Hollanda ji ber van herdu cezayan rûniştin girt.
Belê, ji ber protesto kirin û şermezerkirina kirina qetlîama ku di 2yê temûza 1993yê de, li otêla madimak a li Sêwasê rûdabû, min cezaya hefsê xwr. Lê belê, wan qatîlên ku 33 rewşenbîr û 2 xebatkarên otêlê li ber çavên dinyê şewitandin û wan qetil kirin tu ceza nexwarin, doza wan ket!..
02.07.2026
Xidir Ûso



NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin