Kovara Vînê bi hejmara xwe ya nû derket

Kovara Vînê bi hejmara xwe ya nû derket

.

A+A-

Kovara ramanî û wêjeyî Vînê bi hejmara xwe ya duyem derket pêşberî xwîneran.

Di vê hejmarê de ji wêjeya Kurdî û cîhanê gelek berhem hene.

Berhemên bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî rûpelên kovarê xemilandine.

Hejmara duyem a kovara Vînê li ser malpera kovarê (www.kovaravin.com) hat weşandin.

Kovara dijîtal bi naveroka xwe ya dewlemend balê dikişîne.

Di vê hejmarê de jî berhemên bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kirmanckî hene û alfabeya kovarê Latînî ye.

Îmzeya gelek nivîskaran heye

Di hejmara duyem a Vînê de îmzeyên gelek navan li ser berhem, hevpeyvîn û wergeran hene.

Ew nav ev in: Asya Xerzan, Aydin Ekîn, Azad Kaysadu, Berken Bereh, Dîna Sîrwan, Donald Barthelme, Fabián Espejel, Fevzî Ozluer, Haden Oz, Hevî Xebar, Îbrahîm Şêxşerefî, Jamaica Kincaid, Jiyar Homer, Kawa Nemir, Lokman Ayebe, Lorîn Demirel, Luis Cernuda, Margarete Beutler, Mary Oliver, Noëlle Revaz, Netîce Altun Demir, Rostem Axale, Sayo Receb, Selaheddîn Bayezîdî, Selîm Temo, Sevgî Sariyildiz, Sîbel Akman, Sylvia Plath, Şallaw Hebîbe, Şerîf Kaya, William Butler Yeats, William Shakespeare û Yunus Karakoyun.

Beşên kovarê

Kovara Vînê di beşa xwe ya “Vîndank”ê de Faîq Bucak, Mîr Celadet Alî Bedirxan û Qedrîcan bi bîr anîn.

Di beşa “Hevpeyvîn”ê de jî Lokman Ayebe bûye mêvanê kovarê.

Her wiha di beşa “Belgedank”ê de Sedat Ulugana cih daye belavokeke Xoybûnê ku dîroka wê 9ê Tîrmeha 1930yî ye.

Wergerên ji wêjeya cîhanê

Di kovarê de ji zimanên Almanî, Îngilîzî, Fransî û Spanyolî werger hatine kirin.

Ji wêjeya cîhanê Donald Barthelme, Fabián Espejel, Jamaica Kincaid, Luis Cernuda, Margarete Beutler, Mary Oliver, Noëlle Revaz, Sylvia Plath, William Butler Yeats û William Shakespeare bûne mêvanên kovarê

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin