ROBOSKÎ: JI BÎR NEKE Û NE DE JI BÎR KIRIN!
Roboskî, yek ji wan wêneyên Komkujî, qetlîam û jenosaydên erdnîgarîya bê dewletbûnê ye.
Roboskî, yek ji wan wêneyên di dîroka miletê Kurd de, nimûneyek balkêş û rûpelekî bê siza mayî ye.
Roboskî, yek ji wan mînakên bê hiqûqî û bê edeletîyê ye.
Roboskî, yek ji wan bazinên domdarîya Qoçgirî, Pîran, Agirî, Dêrsim, “33 Gule” û Gelîyê Zîlan e!
Çarde sal berê, li Roboskî 34 can li ser axa xwe, li welatê xwe, ji alîyê hêzên dagirker ve hatin qetilkirin.
Di nûçeyên ajansan de, di Televizyonan de weke bûyerek ji rêzê hate peşkeş kirin. Çîroka Roboskî ji wê şevê destpêkir û her çû bi lihevhatinek genî û bi rûreşîyek mezin wêneyên bê hiqûqîyê raxist ber çavan.
Çîroka Roboskî, bû wêneyên firotinê, wêneyên pêwendîyên gemarî û wêneyên berjewendîyên kesayetên ku karê sîmsarîyê dikin. Ev wêne radestî dîrokê bûn, êdî wê her tim di ûjdana mirovahîyê de weke mînakê qetlîam û komkujîyên ne sizakirî dê cîh bigire û di hiqûqa gerdûnî de bibe mijara lêkolîn û dersên komkujîyê.
Weke hûn dizanin di şeva 28’ê Kanûna 2011’an de, li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê, di encama bombebarankirina balafirên şer ên F-16 yên Hêzên Artêşa Tirk de, 19 jê zarok bi giştî 34 sivîlên Kurd hatin qetilkirin. Ev gundiyên ku ji bo debara xwe bidomînin ji wî alî çiya yê gundê xwe, li gel xizm û merivên xwe kolberî dikirin, lazmatîyên xwe peyder dikirin li ser “sînor” ku mazot û şekir dianîn, bi saetan ji aliyê balafirên bêmirov (ÎHA) ve hatibûn şopandin. Tevî ku yekîneyên leşkerî yên herêmî dizanibûn ku ev kes "qaçaxçî" ne, bi fermana dawî ya ji Enqereyê hat, hatin bombebarankirin.
Pêvajoya “hiqûqî“ ya ku piştî komkujiyê dest pê kir, bû mînakek herî berbiçav a kevneşopiya "bêcezatiyê" pergala hiqûqa dagirkerîyê. Bi helwest û bertekên giştî cardin asta nijadperestîya civata Tirk derxist holê. Hemû dezgegên Dewletê weke hemû deman cardin seferber bûn ku wê çewa dosya bûyerê veşêrin û hundabikin.
Sîstema tawanbar bi lîstokên Osmanî, bi hevalbendîya doz-firoşan zirxê bê sizabûnê derxistin pêş û bi plansazîyek hûr û kûr doza Roboskî radestî paşarojê kirin. Bi plan û firotina dozê, rê li ber serdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat girtin. Ji ber ku parêzer û parlementerên bi dosya Roboskî re alaqadar dibûn rê û rêbazên hiqûqî, prosedura şopandina dozê bi cîh ne anîbûn Dadgeha Mafê Mirovan bi hinceta ku "rêyên hiqûqa navxweyî nehatine qedandin", dosye qebûl nekir û red kir. Bi vê biryarê wêneyên rûreşî û xirabîyê yek bi yek derketin holê.
Ew malbatên ku zarokên xwe wunda kiribûn hêvîya xwe bi simsar û parêzerên “xwe” ve girêdabûn. Lê di encamê de dîtin ku tu berpirsiyarek nehat darizandin; berevajî vê yekê, malbatên ku daxwaza edaletê kirin, bi dehan doz li wan hatin vekirin û ew hatin darizandin.
Roboskî ne tenê " bûyerek an qezayeke operasyonê" ye; ew rastîya polîtîkayên dewletê, stratejî û nêrîna li hemberî miletê Kurd e. Piştî komkujiyê, spasiya rayedarên hikûmetê bo Sererkanîya Artêşê û binavkirina bûyerê wekî "qezaya operasyonê", rê li ber niqaş û şîroveyên nav civatê jî birrîn. Her tişt eyan û beyan li holê ye, lê mixabin bê dewletî û lawazîya hişmendîya neteweyî, qelsbûna sîyaseta milî rê li ber bêdengîyên bi vî rengî vekirîye û vedike. Hiqûqê dijmînatîyê di hemû qadên jiyanê de bê rawestin didome.
Di dîroka têkoşîna Kurdistanê de bi dehan mînak şikestin û trajedîyan hene. Ji ber vê jî em dikarin bejin:
Roboskî, navê sînorên dabeşkirina welatekî ye; Roboskî, navê sînorê li dijî vîna miletekî hatine xêzkirin e, Roboskî, navê xizaniya li ser pişta hêsirên dê û bavan hatîye barkirin û bi navê “qederê” weke qeydek xistine stuyê miletekî. Roboskî navê bombeyên dewleta dagirker e ku desthilatdarîya xwe li ser bingeha xizaniyê û bê tifaqîyê didomîne û bombe û polîtîkayên tune kirinê li ser me di meşine/dibarî ne.
Li Erdnîgarîya Kurdistanê Roboskî; wekî xelekeke nûjen a tundiya dewletê ya ku ji "33 Gule” û vir ve berdewam dike tê dîtin. (Di sala1943 an meha Tîrmehê de li navçeya Qelqelî yê ku girêdayê bajarê Wanê 33 gundîyên Kurd bi hinceta “qaçaxîyê” li ser axa xwe hatin gulebaran kirin û weke komkujîya 33yan di dîrokê de cîh girt.)
Ev komkujî nîşan dide ku daxwaza statuyê, dewletbûn û azadîyê erkê me yê dîrokî ye. Ji ber vê yekê divê herdem têkoşîna siyasî ya miletê Kurd li ser bingeha sîyasetek milî be û mekanîzmayek darazandinê ava bike. Em baş dizanin ku gava mijar dibe Kurd, pergalê hiqûqê, rê û rêbazên darazandinê çawa vediguhere dibe "dîwarekî" kor.
Îro Roboskî ne tenê navê qetlîam, komkujî û şînekê ye, di heman demê de navenda têkoşîna bîra kolektîf û edaletê ya li dijî jibîrkirinê ye!
Roboskî, rûpelek ji dîroka komkujîyên miletê Kurd e!
Roboskî birînek kûr e di mêjî û dilê miletê Kurd e!
Roboskî ji bîr neke û ne de jibîr kirin!
Bi Rêzdarî wan bibîr tînim.
28.12.2025
Cano Amedî


YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin