CEJNA ZIMANÊ KURDÎ PÎROZ BE!
Îbrahîm GUÇLU
Îro, 15ê Gulanê ye, Cejna Zimanê Kurdî ye.
Pîroz be!
Celadet Alî Bedirxan li Şamê yekemîn kovara bi navê Hawar di 15ê Gulan a 1932-an de weşand.
Hawar, pêşî bi tîpên erebî û pişt re bi tîpên latînî hat weşandin . Bi latînî
Weşana Kovara Hawsrê, hiç şik tune ye ku ji bo zimanê Kurdî xwedî girîngiyeke dîrokî bû.
Hawar; heta sala 1943an û bi tevahî 57 hejmar hat weşandin.
Ji sala 2006an vir ve jî roja weşana Kovara Hawarê 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.
Di Cejna Zimanê Kurdî de li hemberî asîmîlekirina û tûnekirina zimanê Kurdî ya Dewleta Kolonyalîst ya Tirk têkoşîn meşandin, berpirsiyariya hemû kurdan û rêxistinên Kurdistanê ne.
Ziman, netew e. Netew ziman e.
Dewleta Tirk loma sed sala ji bona neteweya Kurd tune bike, zimanê kurdî qedexe dike û dixwazê ji holê raje.
Qetlîamên li Kurdistanê ji bona tunekirina zimanê kurdî û neteweya kurd hatin kirin.
Dewleta Tirk ya Kolonyalîst li hemberî zimanê Kurdî û netewe Kurd tewan dike.
Divê Dewleta Tirk ji bo vê tewanê bê ciza kirin.
Her bijî Cejna Zimanê Kurdî.
Cejna Zimanê Kurdî li mîletê me jî pîroz be.

