Dawiya Celadê Kurdan

Dawiya Celadê Kurdan

.

A+A-

Newzad Mehmûd

Bi kelecan û coşeke mezin, hemû hêza xwe dabû ser gopalê xwe yê darberûyî da ku barê ser lingê xwe kêm bike.

Diwestiya bi wan çavên xwe kesekî bibîne ku di her çîrokê de navê wî hebe, li pey wî şkenceyên hovane, şikandina namûsê û kûçikên termxwer tên.

Çaverêkirina wê hevdîtinê sebir li ba wî nehiştibû, "Heyf bû ez bimrim û bi destên vala vegerim cem xizmên xwe yên di nav gorên bikom de û nûçeyê negihînim wan."

Rûniştina duyem û dawî ya darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî, 14ê Gulana 2026an demjimêr 09:30î  li Dadgeha Resafeyê ya li bajarê Bexdayê dest pê kir.

Ev pêvajo di çarçoveya karên Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê de bû.

Qelaya bedew a ku bû dojeh

11 salan berî destpêkirina hemleya komkujiya xelkê Başûrê Kurdistanê ya di bin navê Enfalê de, Dara Ezîzê 78 salî ku niha bi alîkariya gopalê xwe dimeşe, ji çolên Semawê (li parêzgeha Musenayê) bi destûra leşkerî vegeriya gundê xwe yê bi navê Mîrqasimê yê li Kelarê.

Wî behsa hebûna qelayeke "gelekî bedew û mezin" ji xizmên xwe re dikir ku di nav wê çola bêsînor de hatibû avakirin.

Ti kesî nedizanî ewên ku bi matmayî guhdariya Dara dikir, dê di nav wê qelayê de bibin qurbaniyên şovînîzma Beasê.

Ji gundê Dara Ezîz 161 kes birin çolê û tenê du kes vegeriyan. Dara dibêje, "Dema em li wir leşker bûn, digotin ev qelaya mezin û bedew biyaniyan çêkiriye û dema hatin Îraq girtin dê li vir bimînin."

Lê belê Dara di dawiya sala 1988an de ji bo her tim nifir li wê qelaya "bedew" û yên ku ew çêkiribûn kirin.

Berevajî rûniştina borî ya dadgehê, hejmareke zêdetir a xizmên qurbaniyan û aktîvîstên enfalê bi cil û bergên Kurdî û bi Alaya Kurdistanê ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê berê xwe dabû Bexdayê.

Fezîle Mihemed jî di holê de bû; ew jina ku dema Enfalê keçikeke 15 salî bû û li Zîndan Nugreselmanê gelek çewsandin bi destê Ecac dîtibûn.

Berî ku em bikevin holê, min ji Fezîleyê pirsî ka ew daxwaza çi cezayî ji bo Ecac dike.

Wê bêyî dudilî bersiv da: "Ez naxwazim were bidarvekirin. Ez dixwazim cezayê girtîgeha heta-hetayî lê were birîn, bi wî mercî ku rojane tenê semûnekî hişk û qedehek ava nepak bidinê." Fezîle dibêje ev dê bibe dadperwerî.

Şahid behsa hovîtiyê dikin

Pîroz Husên hat hundir û sond xwar ku rastiyê bibêje, "Min ji destê vî Ecacî gelek kêşa. Ji bilî birçîbûn û tîbûnê, bi berdewamî bi kabloyê li me dida."

Wê bi kelecaneke wisa behsa bûyeran dikir ku qey niha ji Nugreselmanê reviyaye, "Pîrejeneke xizma min hebû, destê wê bi lêdaneke kabloya vî zilamî şikest."

Dadwer jê pirsî ka wê berê behsa destdirêjiya li ser keçan kiriye yan na. Pîrozê got: "Ez nikarim bibêjim min bi çavên xwe destdirêjî dît lê eşkere bû ku destdirêjî li jin û keçan tê kirin. Min şkencekirina wan dît."

Pîrozê pênc xwîşk, birayek û jinbireke xwe di Enfalê de winda kirine.

Ecac Tikrîtî bi serê xwe şepirze bûbû û li rûyê parêzera xwe Şehed Mihemedê digeriya da ku hêviyekê bibîne.

Parêzerê daxwaza mafê axaftinê kir û hewl da dadgehê bixapîne.

Wê du wêne nîşan dan û îdia kir ku Ecacê rastîn kesekî din e: "Sernivîsê bihurmet, şaşfêhmkirinek heye. Ev ne ew Ecac e. Ew Ecacê din qelew e û simbêlên wî tijî ne, ev Ecacê vir ji van tohmetan bêrî ye."

Lê belê dadwerî bi tecrubeya xwe rê neda vê hewla nû ya parêzerê.

Çîroka tîbûn û tîmên kûçikan

Rêbaz Galib dema hat ber maseyê tenê heft salî bû ku hatibû girtin. Wî bi hêrs li birêvebirê berê yê dojeha xwe nêrî û got: "Carekê tankereke ava pîs anîn. Zarokekî hevalê min jê vexwar û bi du roj şûn de mir. Hevalê min kuşt, her wiha çend kesên din jî kuştin."

Rêbaz li pey çû: "Pîrejenekê hawar dikir û av dixwest, ji tîna bêhêz ketibû. Ez bi Xwedê sond dixwim wê pîrejenê ji tîna mîza xwe vexwar!"

Dema ku Rêbaz behsa van êşên giran dikir, Ecacê ku bi "zimanê kabloyê" diaxivî, du metreyan dûrtir û di rewşeke zelîl de bû. Destên wî wekî pelên şalûlê dilerizîn. Di dema axaftina Rêbaz de, elektrîka holê qut bû.

Ew tariya pênc xulekan ji bo Ecacî kêliya herî xweş bû çimkî mîkrofon sekinîn û wî êdî dengê kiryarên xwe nebihîst.

Naskirina kujer û biryara dawî

Ecac Tikrîtî 31ê Tîrmeha 2025an hatibû girtin. Ew roja 7ê Gulanê di rûniştina ewil de li beramberî 26 gilîkeran sekinîbû ku ji Nugreselmanê vegeriyabûn.

Rizgar Şemzînê ku ji Kerkûkê ye, behsa makîneya ku dihat girtîgehê dikir: "Rojekê min makîneyek dît, hat Nugreselmanê û çalên mezin çêkirin. Ew hestiyên ku kûçikan xwaribûn di wan çalan de hatin komkirin."

Elî Husênê ku dema li Nugreselmanê bû 10 salî bû, got ku Ecac bi hovîtî li dêya wî xistiye: "Dema min dît ku li dêya min dixe, ez çûm cem diya xwe lê li min jî xist. Piştî lêdana wî, çermê pişta diya min daxuriya."

Ecac hemû tohmetên wekî birçîkirin, tîkirin, şkence û destdirêjiyê red kirin û got: "Ez 1982yan ji Koleja Ewlehiya Niştimanî der çûm. Ez ti carî neçûme Nugreselmanê û li wir ne birêvebir bûm, ez tenê heta Semawê çûm." Wî her wiha got ku wî sala 1990î teqawid bûye.

Lê belê dadwer daxwaz kir ku dîmenên lixwemikurhatinên wî werin nîşandan. Di dîmenan de Ecac bi heman cil û bergên xwe ve birine Nugreselmanê û wî bi xwe cihê veşartina termên ku kûçikan dixwar nîşan dabû. Ecac dîsa got, "Min di bin şkenceyê de ew gotin kirine, ez ne tawanbar im."

Dadwer bi bîr anî ku ew berê li ser destdirêjiya li zarokeke 15 salî mikur hatiye: "Rojekê ez serxweş bûm, min polîs şandin ku keçikeke 15 salî ji bo paqijkirina odeya min bînin, dû re min derî girt û destdirêjî lê kir."

Roja dadperweriyê

Parêzer Eyad Kakeyî bi awayekî berfireh behsa hemleya Enfalê û çekên kîmyewî kir û daxwaza dadperweriyê kir.

Dadwer hemû hincetên Ecac û parêzera wî dan aliyekî û dest bi xwendina biryara dawî kir.

Dema biryara bidarvekirinê hat xwendin, holik bi dengê hawar û coşa xizmên qurbaniyan hejiya. Polîsan yekser milên Ecacî girtin û ew ji qefesê derxistin. Dadwer bi pênûsa kesk îmze avêt ser biryara bidarvekirinê.

Jineke Germiyanî di nav wê qerebalixiyê de kîsikek ax li ber deriyê holê danî. Ew axa Nugreselmanê bû. Wê bi girî got: "Ez bi qurbana we bim, min mizgînî da we, ez axa we maç dikim."

Di 14ê Gulana 2026an de li Bexdayê du rûdanên cuda hebûn; li dadgehê Kurdên Enfalkirî bi coş bûn û li hev dipêçiyan lê li parlamentoyê siyasetmedar ji bo navê wezîrê karên navxwe ketibûn qirika hev.

Divê neyê jibîrkirin ku hîn gelek gorên bikom li çolan hene û girtina tawanbarên din erkê wan siyasetmedaran e ku niha ji bo kursiyan şer dikin.

 Rûdaw

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin