Li Qoserê Çalakvanên Hatibûn Desteserkirin Bi Kurdî Îfadeya Xwe Dan

Li Qoserê Çalakvanên Hatibûn Desteserkirin Bi Kurdî Îfadeya Xwe Dan

.

A+A-

Roja 15.05.2026ê li navçeya  Qoserê ya Mêrdînê, HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE  xwestin belavoka ji bo 94emîn salvegera weşana Kovara Hawarê û Roja Zimanê Kurdî belav bikin.

Lê belê polîsên Emnîyeta Qoserê di destpêka Qada Azadîyê de rê li ber çalakvanan girtin û gotin "Emir heye, hûn nikarin belavokê belav bikin "

Lê belê çalakvanan bi biryardarî xwestin belavokê belav bikin.

Polîsan jî êrîş bir ser çalakvanan, şîdet pêk anîn. 
Gelek çalakvan bi van êrîşan êşîyan.

Gelê Qoserê bi girseyî ev êrîş protesto kirin û piştgirîya xwe nîşanî çalakvanan dan.

Polîsan nehiştin belavok bêne belav kirin. 

Piştî vê êrîşê Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PWKyê Nezîr Gelerî, rêvebirê PWKyê Şeyhmûs Unal û welatperwerê kurd Huseyîn Kaplan hatin desteserkirin kirin.

Nezîr Gelerî, Şeyhmûs Unal û  Huseyîn Kaplan di Emnîyeta Qoserê de gitin " Em ji bo çalakîya zimanê kurdî hatine desteserkirin. 
Emê îfadeya xwe bi kurdî bidin.

Emnîyeta Qoserê mecbûr ma ku tercuman bînin emnîyetê.

Nezîr Gelerî, Şeyhmûs Unal û  Huseyîn Kaplan bi kurdî îfadeya xwe dan û li çalakîyê xwedî derketin. 

Nezîr Gelerî, Şeyhmûs Unal û  Huseyîn Kaplan ber êvarê hatin berdan dê lêkolîna yasayî berdewam be.

Em hevalên xwe Nezîr Gelerî, Şeyhmûs Unal û  Huseyîn Kaplan ji ber hekwesta wan a îfadeya bi kurdî pîroz dikin  û  ji her êrîşa wan a li ser çalakîyê em polîsên Emnîyeta Qoserê şermezar dikin.

HAK-PAR, PDK-BAKUR, PÊLKURD, PSK, PWK û KESAYETÊN SERBIXWE

whatsapp-image-2026-05-15-at-20-15-54.jpeg

whatsapp-image-2026-05-15-at-17-09-33-001.jpeg

whatsapp-image-2026-05-15-at-17-09-35-001.jpeg

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin