Siddik Bozarslan

Siddik Bozarslan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Pêşewayê Neteweyî Mesud Barzanî, Kîmya Rejima Ankarayê Serubino kir! (I)

A+A-

Siddik Bozarslan

Roja 29.11.2025an li navenda Serbajarê / Paytextê Mîrê Botan, li Cizîrê Sempozyuma Melayê Cizîrî ya Navberneteweyî ya 4.emîn hat çêkirin. Ev Sempozyum ji alîyê Zaningeha Şirnaxê ve  hatibû amadekirin. Pêşewayê Serxwebûna Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî jî hatibû vexwendin jibo vê sempozyumê û wî jî bi kêfxweşîyeke germ beşdarîyê wê ahengê kir , gotarek pêşkêş kir û kêfxweşîya xwe da dîyar kirin. Pêşewa Barzanî, seredana gorên Pêxember Nuh, Melayê Cizîrî, Medresa Sor, Mizgefta Sor û Mem û Zînê kir.  

Ji ber ku Pêşewayê Qedirbilind Mesud Barzanî di despêka axiftina xwe da behsa Cizîra Botan û giringîya wê ya dîrokî û Nuh Pêxember kir ku jibo erdê Kurdistanê wek erdekî pîroz û bibereket bi navkirîye; bi destûra Cenabê Pêşewa, ewil ez dixwazim çend rêz ji du helbestên Melayê Cizîrî di derbarê Cizîrê û Mîrê Botan da pêşkêş bikim û paşê jî bi du beytên Ehmedê Xanî ku dîsa jibo Mîrê Botan û Cizîrê gotîye, raxînim pêşîya we hêjayan û paşê behsa çend ayetên ku di Kitêbên Muqedes da hatine neqilkirin, raxînim pêşîya we.

”…Melayê Cizîrî, li ser Mîrê Botan ê hevdemê xwe Xan Şeref du helbestên gelek rûmetbilind û giranbuha nivîsîne û di wan da bi hunermendîyeka mezin pesnê Xan Şeref daye. Du malikên serê yek ji wan helbestan weha ne:

”… Ey Şahê şahan ê gewre, Xwedê parêzdarê te be                                                                                         

Sûreyê Înna Fetehna, parêzdar û yarê te be…”

Her du malikên serê helbesta dî ya li ser Xan Şeref jî weha ne:

”… Xanê xanan, stêra te ya birqok tim ronî û têrnûr be                                                                                       

Gemîya bextê te jî ji bayê çewt û dijkar dûr be…”

Wek ku dixuye Melayê Cizîrî di serê  helbesta berîn da ji Xan Şeref ra gotîye ”Şahê şahan”, di serê helbesta 2yan da jî jê ra gotîye ”Xanê xanan”. Ev jî nîşan dide ku Mîrê Botan di nava kurdan da xwedîyê cîyekî gelek bilind bûye û bi çavekî gelek mezin hatîye nihêrtin.

Aha ji ber van semedan, Xanîyê nemir jî di ”Mem û Zîn”ê da cîyekî giring daye Botan û Cizîrê û Mîrê Botan.”(Mem û Zîn, r. 44)  Du malikên ji Mem û Zîn a Xanîyê gewre jî weha ne:

”… Rom û Ereb û Ecem jê ra bûbûn binferman                                                                                              

Meşhûr û navdar bû, bi navê Mîrê Botan…”

”Dema mirov ”Mem û Zîn”ê dixwîne û bi baldarî lê difikire, mirov dibîne ku Xanîyê nemir giringîyeka mezin daye hêla Botan û bajarê Cizîrê. Ev jî nîşan dide ku Xanî xwestîye salixê dewleteka kurdî ya xweser û komeleka kurd a pêşketî û dinamik û geş bide. Jibo salixdaneka  wisa jî Botan hêleka gelek îdeal, Cizîr jî bajarekî îdeal bûye. Lewra di Kurdistanê da Botan hêleka gelek giring  e. Ji ber ku Botan, hema hema di nîveka Kurdistanê da cî digire, ji te´sîra çandeya tirkan û eceman û ereban dûr maye; rengê xwe yê neteweyî û rûyê xwe yê kurdîtîyê parastîye; xasma li hevberê wêrankarîya her du dewletên zordest, yanî dewleta Osmanîyan û dewleta Eceman, karîye li ser lingan bimîne û karîye digel xwe pênasî û çandeya kurdî jî li ser lingan bihêle. 

Botan ne ku tenê hêleka Kurdistanê bûye, lê di eynê demê da dewleteka Kurdî bûye jî. Cizîr jî hem serbajarê wê dewletê bûye, hem jî jibo hêla Botan merkezeka îdarî û abûrî û çandeyî ya gelek giring bûye; bi wî awayî, jibo Kurdistanê gişt giringîya wê hebûye. Hukumdarê dewleta Botan jî bi dewlemendîya xwe, bi gewretî û şîyana xwe di Kurdistanê da nav û deng daye û bi navê ”Mîrê Botan” hatîye naskirin.

Ji ber van semedan, Botan û Cizîr û Mîrê Botan, di nava kurdan da bûne sê nîşan, bûne sê sembol û hem di folklora kurdî da, hem jî di edebîyata kurdî ya klaisk da cî girtine.Gelek  çîrokên kurdî yên gelî hene ku di wan da qala Botan û Mîrê Botan û Cizîra Botan tê kirin; salixê dewlemendî û gewretî û şîyana Mîrê Botan tê dayîn. Bi vî awayî, em dikarin bi hêsanî bêjin ku Botan, ne ku tenê hêleka Kurdistan û dewleteka Kurdî bûye, lê her weha jibo çande û folklora kurdî jî kaneka giring û serçavîyeka têrbereket bûye.” (Mem û zîn, r. 42-43)

 

Önceki ve Sonraki Yazılar