
Efrîn: Roja Zimanê Kurdî bi daxwaza fermîbûnê hat pîrozkirin
.
Bi helkeftina Roja Zimanê Kurdî, li nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya li bajarê Efrînê pîrozbahiyek hat li dar xistin. Di çalakiyê de hejmarek xwendekarên ku asta yekem a fêrbûna zimanê kurdî derbas kiribûn, hatin xelatkirin.
Pîrozbahî bi amadebûna komek nivîskar, rewşenbîr û kesên ku girîngiyê didin zimanê kurdî birêve çû. Di çalakiyê de gelek axaftin li ser giringiya fêrbûn û pêşxistina zimanê dayikê, bi taybetî ji bo nifşê nû, hatin pêşkêşkirin. Amadebûyan tekez kir ku "zimanê me, nasnameya me ye" û divê wekî mîraseke pîroz were parastin.
Axaftvanan bal kişandin ser pêdiviya parastina zimanê kurdî û daxwaz kirin ku di destûra nû ya Sûriyê de, zimanê kurdî li gel zimanê erebî wekî zimanekî niştimanî û fermî were nasîn; bi taybetî li herêmên Efrîn, Kobanî û Cizîrê.
Ev roj (15ê Gulanê) wekî salvegera derketina yekem hejmara kovara "Hawar"ê tê naskirin, ku di 15/5/1932an de ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li Şamê hatibû weşandin. Di merasîmê de gotina dîrokî ya Mîr Celadet Bedirxan hat bibîrxistin ku digot: "Zimanên beyanî çek û kincên me ne, lê zimanê kurdî cerm û laşê me ye."
Di dawiya pîrozbahiyê de, bawernameyên serkeftinê li ser xwendekarên xula zimanê kurdî hatin dabeşkirin.
K24

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin