Rêberê Durziyan hikûmeta Şamê şiband DAIŞê û banga midaxeleya navneteweyî kir

Rêberê Durziyan hikûmeta Şamê şiband DAIŞê û banga midaxeleya navneteweyî kir

.

A+A-

Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî hikûmeta Şamê şiband DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan ji civaka navneteweyî  hêzên aştiyê û midaxeleya navneteweyî xwest.

Hikûmeta Şamê jî îdia kir ku midaxeleya derve dê bibe sedema zêdetir tevlihevî û bêîstiqrariyê.

Rêberê Ruhanî yê Durziyên Sûriyeyê Şêx Hikmet Hicrî, piştî pevçûnên xwînrêj ên di navbera hêzên hikûmetê û herêmên Durziyan de, daxuyaniyek da.

Şêx Hikmet Hicrî, kiryarên hikûmeta Şamê şiband bi yên DAIŞê û ji bo parastina civaka Durziyan daxwaza bicihkirina hêzên aştiyê yên navneteweyî û midaxeleya derve kir.

Pevçûnên bi Durziyan re

Daxwaza Hicrî, piştî pevçûnên tund ên di navbera hêzên Durzî û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê li herêmên Ceremana û Sehnayayê ku piraniya nifûsa wan Durzî û Xiristiyan in, hat kirin.

Piştî tomareke dengî ya ku tê de tê îdiakirin yek ji oldarên Durziyan heqaret li pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed kiriye belav bû, pevçûnan dest pê kir.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de bi kêmî 73 kes hatin kuştin.

Li Ceremanayê roja sêşemê û çarşemê 30 endamên hêzên ewlehiyê û Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê, 15 kesên çekdar ên Durzî û sivîlek hatin kuştin.

Li parêzgeha Siweydayê jî roja çarşemê 27 kesên çekdar ên Durzî hatin kuştin, ji wan 23 kes li ser rêya Siweydayê ketin kemînê.

"Êdî baweriya me bi hikûmetê nayê"

Hicrî di daxuyaniya xwe de bûyerên li Ceremana û Sehnayayê  wekî "êrişeke komkujiyê ya neheq li dijî gelê aştîxwaz" bi nav kir.

Hicrî hikûmeta Sûriyeyê şiband DAIŞê, got, "Êdî em baweriyê bi vê saziya ku xwe wekî hikûmet bi nav dike nakin.

Ti hikûmet bi rêya sûcdarên tekfîrî yên girêdayî xwe gelê xwe nakuje û pişt re nabêje 'ev kesên çewt in' piştî komkujiyan."

Hicrî ji civaka navneteweyî re got:

"Ji ber komkujiyên plankirî yên bi kom, divê hêzên aştiyê yên navneteweyî yekser midaxele bikin da ku pêşiya berdewamiya van sûcan bigirin."

“Midaxeleya derve dê bêtir tevlihevî û kaosê çêke”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de got:

"Daxwaza midaxeleya derve bi her hincetekê be, tenê dê bêtir tevlihevî û kaosê bîne."

Şeybanî tekezî li ser wê yekê kir ku kesên ku daxwazên wiha dikin dê "li hemberî gelê Sûriyeyê û dîrokê di bin berpirsiyariyeke dîrokî, exlaqî û siyasî de bin."

Eshed Şeybanî da zanîn ku midaxeleya derve ne tenê dê bi wêrankirina demkî sînordar bimîne, lê dê di dirêjahiya dehan salan de bibe sedema "parçebûn, lawazî û kaosê".

Midaxeleya Îsraîlê

Îsraîlê jî roja çarşemê êrişeke hewayî li dijî Sûriyeyê pêk anî.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku bi fermana Serokwezîr Benjamin Netanyahu, "Eger tundiya li dijî Durziyan berdewam bike", dê hêzên hikûmeta Sûriyeyê bike armanc.

Di daxuyaniya ji nivîsîngeha Netanyahu hat kirin de hat gotin:

"Hişyariyek zelal ji rejîma Sûriyeyê re hat kirin. Îsraîl li bendê ye ku ew ji bo parastina Durziyan gavan biavêjin."

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar roja pêncşemê, bangî ivaka navneteweyî kir ku "kêmneteweyên li Sûriyeyê, bi taybetî Durziyan biparêzin."

Durzî û hikûmeta Şamê civiyan

Roja çarşemê, nûnerên Durziyan û rayedarên hikûmeta Şamê hatin ba hev û wan li Ceremana û Sahnayeyê agirbest îlan kir.

Hikûmeta Şamê da zanîn ku bi bicihkirina hêzên ewlehiyê li Sahneyayê "armanca wan bicihkirina îstiqrarê ye" û wan girûpên ku pevçûn destpêkirine bi navê "grûpên derqanûnî" bi nav kir.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin