
Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên van axan e..
.
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamit Gül, di daxuyaniyekê de li Parlementoya Tirkiye degot, “Zimanê Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên van axan e. Ew zimanek kevnar e ku hezar sal in li vê herêmê tê axaftin.”
Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamit Gül di Parlementoyê de axivî û got: “Zimanê Kurdî ne zimanek nenas e. Ew zimanek kevnar e ku hezar sal in li vê herêmê tê axaftin.”
Li Parlementoya Tirkiye de, cîgirên serokên komên partiyên siyasî li cihên xwe rûniştin û li ser bûyerên rojane şîrove kirin. Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Abdulhamit Gül gotarek berbiçav pêşkêş kir.
Gul peyamek yekîtî û hevgirtinê da, behsa rayên dîrokî yên hevpar ên gelên Tirk û Kurd kir.
Gul diyar kir ku Kurdî, yek ji zimanên herî kevnar ên van axan e. Gül got, “Zimanê Kurdî ne zimanek nenas e. Kurdî yek ji zimanên herî kevnar ên van axan e. Neviyên Alp Arslan û Selahedîn dê heta Roja Qiyametê bi biratî bijîn. Kes dê nikaribe yekîtî û biratiya me bişkîne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin