Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin

Macron: Girîng e ku HSD û Şam li hev bikin

.

A+A-

Serokkomarê Fransayê ragihand ku ew piştgirên bihêz ên Îraqê ne û aramiya wê ji bo aramiya tevahiya herêmê gelekî girîng e.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron her wiha da zanîn, girîng e ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Sûriyeyê li hev bikin û Serokkomarê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyan re gotûbêjan bike.

Emmanuel Macron li Brukselê di konferanseke rojnamegeriyê de pirsên Nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şaliyê yên li ser Îraq, HSD û Sûriyeyê bersivandin.

Emmanuel Macron derbarê hilbijartinên Parlamentoya Îraqê û helwesta welatê xwe ragihand:

"Ez ti carî destwerdanê di hilbijartinên welatekî sêyem de nakim lê hezkirineke min a mezin ji bo Îraqê heye.

Bi dîtina min, serokwezîr ji bo welatê xwe rojeveke mezin ragihandiye.

Bi dîtina min, di vê demê de ku li herêmê bêaramî heye, aramiya Îraqê û rêzgirtina ji serweriya Îraqê re ji bo aramiya tevahiya herêmê stûneke gelekî girîng e."

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Di plana min de heye ku ez îsal biçim serdana Îraqê."

Serdana dawî ya Serokkomarê Fransayê ya Îraqê Tebaxa 2021ê bû.

Wê demê Macron hatibû serdana Herêma Kurdistanê jî û li gel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiyabû.

Beşeke din a axaftina Macron têkildarî gotûbêjên di navbera HSD û Şamê de bû û got:

"Derbarê rêkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê, bi dîtina min ev gaveke gelekî girîng e.

Her wiha, ji bo yekîtiya Sûriyeyê gaveke girîng e.

Bi nêrîna min gelekî girîng e ku Serok Şer (Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer) rêzê li hemû pêkhateyên civaka sivîl a Sûriyeyê bigire û hewl bide bi hemû aliyên cuda re gotûbêjan bike.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk di şerê li dijî komên terorîst de xwedî roleke gelekî girîng e û girîng e ku ew rêkeftin hebe da ku yekîtiya welat bihêztir bibe."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin