Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne

Şerê li Sûdanê: 14 milyon kes koçber bûne

.

A+A-

 Çend saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) radigihînin ku li Sûdanê rewşa mirovî karesatbar e û 30 milyon kes hewcedarî alîkariyên mirovî ne.

Cîgirê Birêvebirê Giştî yê UNICEFê Ted Chaiban behsa xirabbûna rewşa mirovî ya li Sûdanê kir û got:

"Piştî şerê ku ji 2 salan zêdetir e berdewam dike, Sûdan bi rewşeke mirovî ya karesatbar re rû bi rû ye."

Chaiban anî ziman ku zêdetirî nîvê nifûsê ku 14 milyon zarok jî di nav de ne, hewcedarî alîkariyê ne û 10 milyon Sûdanî koçber bûne û 4 milyon jî reviyane welatên cîran.

Ted Chaiban bal kişand ser bandora giran a rewşê ya li ser xelkê, bi taybetî jin û zarokan û da zanîn:

"200 hezar kes zêdetirî 500 rojî ne di bin dorpêçê de dijîn, bê xwarin û pêdiviyên din.

Her zarokekî Sûdanî ji ber tundiyê bibandor bûye û ji aliyê derûnî ve birîndar bûye."

Ji Nîsana 2023yan ve, ji ber nakokiyên piştî şoreşa 2019an û hilweşandina rejîma Omer Beşîr, di navbera artêşa Sûdanê ya bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ên bi serokatiya Mihemed Hemdan Deqlo de şer û pevçûnên çekdarî yên berfireh rû didin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin