
Serokê nû yê Amedsporê çû serdana Îsmaîl Beşîkçî
.
Serokê Amedsporê Nahît Eren û heyeteke pê re li nexweşxaneyê çûn serdana nivîskar û civaknas Îsmaîl Beşîkçî.
Civaknas, nivîskar û dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî roja 27ê Îlonê dema ku li Amedê beşdarî Festîvala 9emîn a Fîlman bûbû, xwîn rijiyabû ser mêjiyê wî.
Ji wê demê ve li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê tê dermankirin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren û heyeta pê re îro li nexweşxaneyê çûn serdana Beşîkçî û li ser rewşa wî ji bijîşkan agahî wergirtin.
Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî Îbrahîm Gurbuz birêvebiriya Amedsporê pêşwazî kir.
Di serdanê de, formayeke Amedsporê ya ku li ser paşiya wê "21 Îsmaîl Beşîkçî" hatibû nivîsandin, wekî diyarî pêşkêşî Îsmaîl Beşîkçî hat kirin.
Her wiha pirtûkên Beşîkçî jî diyarî birêvebiriya Amedsporê hatin kirin.
Amedsporê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li gel çend wêneyên serdanê peyamek belav kir û got:
“Serokê Kluba me Nahît Eren, bi endamên desteya birêvebir Laleş Ertugrul Uysal, Semra Arslan û Abdulmuttalîp Sumbul re çû serdana civaknas Îsmaîl Beşîkçî ku tedawiya wî li Zanîngeha Dîcleyê didome.
Wekî malbata Amedsporê, em ji Îsmaîl Beşîkçî re şîfaya xêrê dixwazin û hêvî dikin ku di demeke kurt de bigihêje tenduristiya xwe.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin