
Trump hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandin
.
Donald Trump ragihand ku ji ber ku Kanadayê reklameke "sexte" ya ku tê de Serokê 40emîn ê Amerîkayê Ronald Reagan bi neyînî behsa bacên gumrikê dike bi kar aniye, wî hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re rawestandiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Trump di daxuyaniya xwe de got:
"Weqfa Ronald Reagan ragihand ku Kanadayê bi awayekî xapînok reklameke sexte bi kar aniye ku tê de Ronald Reagan bi neyînî behsa bacên gumrikê dike.”
Trump da zanîn ku ev yek ji bo destwerdana di biryarên Dadgeha Bilind a Amerîkayê û dadgehên din de hatiye kirin.
Trump tekezî li ser wê yekê kir ku bacên gumrikê ji bo ewlehiya neteweyî û aboriya Amerîkayê gelekî girîng in û anî ziman:
"Ji ber van reftarên wan ên hovane, hemû dan û standinên bazirganiyê yên bi Kanadayê re hatine rawestandin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin