HEWLÊR - Konferansa Mafên Mirovan: Ji mafên karkeran heta azadiya medyayê

HEWLÊR - Konferansa Mafên Mirovan: Ji mafên karkeran heta azadiya medyayê

.

A+A-

Konferansa li ser bicihanîna Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh li Otela Rotanayê ya Hewlêrê hat lidarxistin.

Nûnerên partî û hikûmetê û her wiha nûnerên saziyên navneteweyî jî beşdarî Konferansa li ser bicihanîna Plana Mafên Mirovan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn.

Di panelên konferansê de mijarên wekî jiyana kar, mafên mirovan, kapasîteya darazê, rewşa ewlehiyê û azadiya medyayê hatin gotûbêjkirin.

Di nav panelîstan de Şêwirmendê Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî Selah Enwer, Dadwera Dadgeha Kar a Hewlêrê Avan Muhsîn, Birêvebirê Giştî yê Wezareta Navxwe Dr. Hêmin Mîranî, Şêwirmendê Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Raman Mecîd, Berpirsê Beşa Koordînasyonê ya Ofîsa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Neteweyên Yekbûyî Zîşan Emîn û Serokê Sendîkaya Rojnamegeran Azad Hemedemîn cih girt.

Dadwera Dadgeha Kar a Hewlêrê Avan Muhsînê diyar kir ku di salên dawî de haydariya karkeran a li ser mafên xwe bi awayekî berbiçav zêde bûye û got:

“Li Hewlêr, Dihok, Silêmanî, Germiyan û Soranê dadgehên me yên kar çalak in.

Karker dikarin ji bo standina mafên xwe serî li van dadgehan bidin.”

Avan Muhsînê bi bîr xist ku tevlîkirina karkeran a di nava sîgorteya civakî de pêwîstiyeke yasayî ye û diyar kir ku divê ji sedî 17ê meaş ji bo teqawidiyê bê razandin.

Ji vê rêjeyê ji sedî 12 ji aliyê kardêr û ji sedî 5 jî ji aliyê karker ve tê dayîn.

Avan Muhsînê eşkere kir ku hejmara kesên di sîgorteya civakî de qeydkirî ji 60 hezarî ya sala 2023yan derketiye 193 hezarî ya heta dawiya sala 2024an û anî ziman ku zêdebûna hejmara dozan jî nîşan dide ku asta haydariya karkeran bilind bûye.

Hat diyarkirin ku sala 2023yan hejmara dozên ku li Dadgeha Kar a Hewlêrê hatine vekirin gihîştiye 4 hezar û 500î û ji wan 2 hezar û 800 dozên sîgorteya civakî bûne.

“Pêşnûmeyasaya ku nebû yasa dê mafên civakî yên bihêz bianiya”

Şêwirmendê Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî Selah Enwer diyar kir ku pêşnûmeyasaya mafên karkeran a ku sala 2023yan hatibû amadekirin, bi biryara Dadgeha Federal neketiye meriyetê û anî ziman:

"Eger pêşnûme bikeve meriyetê, dê di gelek mijaran de wekî parastina mafên jinan, pêşîlêgirtina xebitandina bi zorê û misogerkirina mafên yasayî yên karkerên biyanî de bipêşketin çêbûbûya."

Selah Enwer her wiha bi bîr xist ku di her projeyê de divê herî kêm ji sedî 75ê hêza kar ji karkerên xwecihî pêk were û xebitandina zarokên di bin 18 saliyê de qedexe ye.

“Hejmara dadweran têrê nake, li girtîgehan kêmasiya bijîşkan heye”

Şêwirmendê Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan Raman Mecîd jî diyar kir ku kapasîteya darazê rasterast bandorê li ser bicihanîna mafên mirovan dike û da zanîn:

"Li Herêma Kurdistanê hejmara dadweran di asta pêwîst de nîne.

Ji ber vê yekê hinek tawanbar heta ku dozên wan bi dawî dibin demeke dirêj girtî dimînin."

Mecîd her wiha bal kişand ser kêmasiya bijîşk û dermanan a li girtîgehên Herêma Kurdistanê û got:

"Divê saziyên tenduristiyê zêdetir girîngiyê bidin vê mijarê."

Wezareta Navxwe: Bingeha îstiqrarê baweriya di navbera gel û hikûmetê de ye

Birêvebirê Giştî yê Wezareta Navxwe Dr. Hemîn Mîranî diyar kir ku Herêma Kurdistanê di warê ewlehî û îstiqrarê de bipêşketinên girîng bi dest xistiye û anî ziman:

"Di bingeha vê îstiqrarê de pêwendiya rasterast a di navbera welatî, hikûmet û saziyên ewlehiyê de heye."

Mîranî bal kişand ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê yên ku dê 11ê Çiriya Paşîn bên kirin û got:

"Di pêvajoya hilbijartinan de li Herêma Kurdistanê ti bûyerên ku bibin sedema dilgiraniya gel a ji bo ewlehiyê rû neda.

Ev bipêşketineke siyasî ya girîng e."

Sendîkaya Rojnamegeran: Konseya Niştimanî ya Medyayê dê were avakirin

Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Kurdistanê Azad Hemedemîn da zanîn ku çarçoveya yasayî ya di warê medyayê de li Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên navneteweyî ye û got,:

"Dema ku Parlamentoya Kurdistanê çalak bibe, pêşîneya me dê avakirina Konseyeke Niştimanî ya Medyayê be ku dê bi dozên pîşeyî yên rojnamegeran re mijûl bibe."

Hemedemîn tekez kir ku konsey dê ne bi dosyayên şexsî, bi dosyayên pîşeyî re mijûl bibe û anî ziman:

"Eger rojnamegerek ji ber pîşeya xwe nehatibe girtin, em vê yekê wekî binpêkirina azadiya çapemeniyê nanirxînin."

Konferansa Plana Mafên Mirovan a ku li Hewlêrê hat lidarxistin, gelek pirsgirêkên ji mafên karkeran bigire heta pergala darazê, ji şert û mercên girtîgehan bigire heta azadiya medyayê anî rojevê.

Beşdaran tekez kir ku bi taybetî bilindbûna haydariya karkeran û berfirehbûna sîgorteya civakî, di warê mafên mirovan de ji bo Herêma Kurdistanê bipêşketineke erênî ye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin