Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin

Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin

.

A+A-

 Endamekî ji serkirdayetiya Hemasê got, “Çekên me ne yên rojekê û du rojan in, me ji kevirekî dest pê kir heta em gihîştin dronan, ji ber vê yekê em bi ti awayî çekan radest nakin.”

Endamê Serkirdayetiya Hemasê Teysîr Silêman di dema beşdarbûna xwe ya di bultena Rûdawê de got, “Xeta sor a Hemasê ew e ku divê bombebaran û komkujiya li ser Xezeyê raweste, pêwîst e çeka dewleta Filistînê parastinê li Xezeyê bike."

Teysîr Silêman her wiha got ku Hemas çekan ji bo parastina xelkê Filistînê bi kar tîne, ji ber vê yekê ew amade nînin çekan deynin û sedema vê yekê vegerand sala 1982yan û got:

“Filistiyan sala 1982yan çekên xwe danîn, Îsraîlê bi sedan kes kuştin, di salên paşê de jî bi deh hezaran Filistînî û Libnanî ji aliyê Îsraîlê ve hatin kuştin.”

"Divê serweriya Filistînê were parastin"

Teysîr Silêman  derbarê têkçûna plana Trump a di rewşa danenîna çekan de  got:

“Bersiva Hemasê gelekî zelal e, divê agirbest were kirin, her tişt girêdayî navxweya Filistînê ye, divê serweriya Filistînê were parastin, nabe kesekî biyanî were û li ser Filistînê biryarê bide, her mijareke ku hebe divê li gel dewleta Filistînê û xelkê Filistînê biryar li ser were dayîn."

Wî her wiha got ku rêkeftin bi wî rengî ye ku komkujî were rawestandin û dîl bi dîl werin guhertin.

Wî derbarê helwesta Tevgera Fetihê jî got, “Tevgera Fetihê ev demeke dirêj e ne şirîk e di wî şerî de ku li Xezeyê qewimiye, ji ber ku ew tevger razî bûye çekan deyne, di encamê de jî em dibînin ku li Şerîeya Rojava, Îsraîl rojane binpêkariyan dike.”

"Em bi ti awayî çekan radest nakin"

Teysîr Silêman  li ser pirsa “Gelo hemû Hemas li ser wê yekê hemfikir in ku çekan daneynin?" got:

"Tevahiya Tevgera Hemasê li ser wê yekê hemfikir e ku çekan daneyne, ji ber ku ev ne çeka rojekê û du rojan e, ji kevirekî dest pê kiriye heta ku gihiştiye wê yekê ku eniya berxwedanê bi xwe dronan çêbike, ji ber vê yekê em bi ti awayî çekan radest nakin."

Li gorî gotina Teysîr Silêman, Tevgera Hemasê niha di qonaxa danûstandinan de ye, Misir û Qeter ji bo bicihanîna plana Amerîkayê navbeynkariyê dikin.

Wî her wiha got, “Divê Serokê Amerîkayê fermanê bide Îsraîlê ku kuştin û birçîkirina zarokan û bombebarankirina nexweşxaneyan rawestîne, nabe ku tenê berê xwe bide Hemasê.”

Teysîr Silêman derbarê pabendbûna Tevgera Hemasê ya bi peymanê re, got:

"Hemû alî, bi taybetî Misir, Qeter û Tirkiye dizanin ku Hemas pabend e, wekî din her îro Îsraîlê ji ber bombebaranên xwe çendîn zarokên Filistînî di nav nexweşxaneyan de kuştine.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu 29ê Îlona 2025an li Koşka Spî civiyan.

Plana Trump a ji bo agirbesta Xezeyê yek ji wan mijaran bû ku li ser axivîn.

Paşê Koşka Spî naveroka plana 20 xalî ya serokê welatê xwe ya ji bo agirbesta li Xezeyê belav kir, li gorî planê pêwîst e hikûmeta Tel Evîvê û Hemas bi agirbestê razî bibin û di zûtirîn dem de dîl û girtî werin berdan û desteyek ji bo birêvebirina Xezeyê were avakirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin