Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket

Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket

.

A+A-

Cîgirê sekreterî giştî yê Hîzbullahê Naim Qasim ragihand ku plana Trump ya ji bo çareseriya li Xezzayê li gor berjewendiyên Îsraîlê hatiye çêkirin. Qasim got:

“Îsraîl li gor planê xwe yê stratejik tevdigere û DYA vê planê destek dike. Her plana ku çêdikin xizmetê ji plana mezin ya Îsraîlê re dike û perçeyekî jê ye. Her vekişîna Îsraîlê taktîke ku bendeye şertên baştir ji bo Îsraîlê amade be.”

Qasim got plana Trump dike ku grûbên Fîlîstîniyan ji herêmê paqij bike û dewam kir:

“Di nav qilifê Amerîka de planê Îsraîlê heye. Planê Amerîkayê ew e ku sûcên Îsraîl dike ji bo bertekên li hemberê êrîşên Îsraîlê tên kirin nerm bike û ji bo sipîkirina Tel Avivê ye.

Îro piraniya dinyayê destekê dide avakirina dewleta Fîlîstînê û li hemberê komkujiyê dertê. Em ê bende bin bê Fîlîstînî dê bersivekî çawa bidin planê lê em dizanin di ferhenga wan de teslîmiyet nîne.”

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin