Geştname: 6 - Kerkûk, Şahîyek û " I love You... "

Geştname: 6 - Kerkûk, Şahîyek û " I love You... "

.

A+A-

b-013.jpg

Hozan Bengi

Mirov dixwaze/dikare gelek li ser rewşa Kerkûk bêje, bi taybetî jî, piştê ku mirov rewşa belengazîya taxên Kurdan dibîne.

Lê li Kerkûk jîyanek din jî heye...

Kek Ehmed bi me da xuyan, ku dawetek (şahîya zewacê/jinanîn) nasên wan heye û em jî li gel wan hatîne vexwendin. Di rastîyê da em pê dilxweşbûn, ji ber me dixwest bi çavên xwe bibînin, ku Kurdên Kerkûkê, di nav bêhêvîtî û şerpezeyî yê da jî, jîyana xwe parastîne û nirxên xwe dane jîyandin.

Me ajot û di nav gelek salonên şahîyên havînî da, me cihê xwe peydakir û em ji alîyê xwedanên şahîyê ve bi germî hatin pêşwazîkirin û em dan rûniştandin.
Piranîya jinan bi cil û bergên reng rengên Kurdî ve rûniştibûn û di nav mêran da jî hejmarek berbiçav bi cilên Kurdî ve hatibûn. Hejmara zarokên bi cil û bergên kurdî kêmtir bûn.

Piştê demkokek, stran û musîk destpêkir û jin û mêr û xort û keç û zarok tev hev rabûne govendê, ku Soranî jê ra Helperke dibêjin. Raste me li kolanên Kerkûk ew serbestî û azadîya li Silêmanî nedîtibû, lê di şahîyan da, Kurdên başûr li her cihê hema bêje wek hevdu bûn. Hema piçek musik bi dest wan bikeve, hemû bi govendê radibin. Ya balkêş jî ewe, ku ji 2 govendan - Çopî û Sêpê - bêtir jî, awayê govendên wan tune ne. Lê dîsa jî dikarin, wek derwêşan xwe di nav livînên govendê da wenda biken û mest bibin.

Spîker/stranbêj car cara strana xwe vedibirîya û bi gotinan şabaş dikir. Hindek ji gotinên spîker qet ne asayîbûn; “Talebanî, Barzanî, Barzanî, Talebanî... Hacî Bush, Hacî Bush, Bush Bush... Blair, Blair, Blair...” û dîsa ji serî ve dewam dikirin. Inca bizanin, ku ew mêrik van gotinan pir zû zû û gelek caran dubare, sêcare, ...dehbare... bîstbare... dikir.

Me hindek wêne kêşan û wî xweşîyê jî berbiçavkir, ku bihevrayîya jin û mêrên Kurd, ji nexşa hemû Rojhilata Navîn cidaye.

Hindek nasên wan yên Ereb jî rabûne govendê û govendek kirin, ku % 100 bi livîn û bi fîgûr û bi rîtma xwe ve bi Kurdî bû. Hatin, beşdarîkirin û govenda Ereban, sembolik jî be, di roja îro da rolek rind dibîne – ez bixwe rast bêjim, di dema ku musik û govenda wan li ser bû, di dilê min da nexweşîyek mezin hebû. Lê ku ez ji vir ve û bi dil- û bîrfrehî bîr lê dikem, dipejirînim û piştîvanî jî dikem...

Hêvîdarim, bihevrayî ya wan ya bi sedan salan alîkarîya wan bike, da bikarin dahatûyek bihevra bihûnin û nekevin jêr karîgerîya rejîm û dijberîyên bêbingeh, ku nav wan da hatine çandin û wek min – li wê –, gorîyê (qurban) hestên xwe yên ne li bar nebin...

Em hêj di nav şahîyê da bûn, min dît keçikek rindik a 6-7salî, ber bi min ve hat... min xwe amadekir da wêneyê wê bikêşim, - min dît di pişt wê da, keç û jin û mêrên ji malbata wê lê dinêrin û dikenin – ew hat li pêşîya min rawesta û got..

“I love You !”...

Ez ecêb mam û min wêneyên wê kêşa û destê wê girt û em ber bi kesên malbata wê ve çûn û min bi kurdî li gel axivî... bang kir û got “Kurdî ezanî ?”. Ez kenîm û min jê ra got ku ez Kurdim... Bavê wê hat û bi ken ji min ra got, ku wan wesa dizanîya em (ez û Sultan, ji bo kesên ku nizanin; Sultan gelek çûr û çavşîn e) Amerîkî ne û ew jî, bi awayê xwe spasîya me dike, ji bo ku me wan ji Sedam azad kirîye...

 

Eva dê ji bo wan “çepên” ji welatên serdest, gelek ecêb bê, lê ku mirov rewşa Kerkûk û cihên din, hemû kiryarên nemirovaneyên rejîma Sedam, bêhêvîtîya xelk, gorên bi komel, Enfal, Helebce... û htd. bizanîya û çavên xwe vekirîya, ne gelek ecêb bû. Bi rastî jî, li her cihê, me ji devê xelk dibîhîst, ku ew spasdarên amerîka ne, ji ber ku ew ji wê rejîma nemirov rizgar kirine.

Rojtira din (18.06.2003) em ber bi Kela Kerkûk ve çûn. Kela Kerkûkê jî gelek kevin û navdar bû û sembolek mezin bû ji bo bajarê Kerkûk. Ji jêr ve wisa xuya dikir, ku dîwarê wê bi herîyê hatibû dapoşîn û pir kevin xuya dikir. Em derketin ser/nav kelê û me çendîn wêneyan ji kelê û ji bajêr girt. Bajêr rind xuyadikir, lê dîsa jî bi mij û tem bû. Bi kêmasî avgenî, qirêjî û nerindîyên bajêr ji kelê ve xuya nedikir. Ji dûr ve “Taxên Kurdan” xuya dikirin û hêvîya mirov firehtir dikirin. Ne bi destê mirov, mirov bîr dikir, ku piştê hinde sal, hinde kirinên hov û wehşî, hinde aware û derekekirin, hinde kuştin û birîn, hinde Enfal û her tiştên nemirovane kirin, dîsa jî di taxên mezinên Kurdan da, bi dehan bi sedan hezar kes mane û hêlîn û cihjîyana xwe, warê bab kalên xwe bernedane, bicî nehêştine û heta niha jî hejmara wan, ji yên din ne kêmtirin.

Xuya bû, ku avahîyên di nav kelê da, ji demên cida cida mabûn. Ji ber, ku hindek ji wan gelek kavil bûn û berçav jî, gelek kevnar xuya dikirin. Hindekên din, dibe ku bi sedan sal piştê wan hatine avakirin û ji wan nûjentir xuya diken. Lê hevbeş bo tevan ewe, ku desthilatdaran tu karekî parastinî, restorasyon û nûjenkirin bicî nehênane. Hema hemî heyî û avahî di nav jihevçûnê da ne. Lê dîsa jî, mirov gelek tiştan ji avahîyên kelê derdixist; Kela Kerkûkê, berê cihek giringê Bazirganîyê bûye, ji ber di gelek avahîyanda mirov cihê mayîna mirovan û dewaran berçav dikir. Heta di bin erdê da jî 1-2 qat avahî hebû, ku ji bo rûniştinê yan jî wek depoyan hatîye bikaranîn.

Yek ji wan avahîyên balkêş jî ew bû, ku bazara sergirtîyê kelê, hêj wek xwe mabû. Avahîyek nêzikê 200 m dirêje û dîwarên wê mezin, stûr û bilindin û arîkên wê groverin û bi çend kulekan (pencerên biçûk) jî li arîkê wî, da ronahîyê bilavê nav froşgehan (dikan) bike, cihek rind û qewî bû. Firoşgeha yekan li milê çepê, baş xuya bû, ku nanpêjê kelê bûye. Ji ber heta niha tendûra wê wek xwe maye...

Di nav kelê da gelek avahîyên wek mizgeftan yan jî perestgehên ji demên din hebûn. Yek ji wan gelek balkêş bû. Minareyek di ber da û çend qubeyên biçûk li ser ban, avahîyek, xuyabû gelek kevin bû. Di nav da, hindek cih hatibûn raxistin – wek nivînan. Bi ser da jî, bi çarşevên kesk hatibûn dapoşîn û ber serên wan navên wan hatibûn nivîsandin. Yek ji wan “Nebî Danyal” bû û yekê din “Nebî Ezîr” (?). Ji kî ve û ji çi demê ve maye, rêberên me nedizanîn. Lê hêj em li wê me gotinên bi Turkmenî bîhîst... Me dît, ku du Turkmenaxêv 2 gerokên (turîstên) rojavayî li kelê digerandin.

Li ser dîwarên avahîyên kelê da silogan hatibûne nivîsandin. Hindek ji wan bi Kurdî yan bi Erebî bûn û ji alîyê Kurdan ve hatibûne nivîsandin, wek; “Kerkûk Dilî Kurdistane” “Kerkûk Qelb Kurdî” û htd. Hindekên dinjî bi Turkmenî hatibû nivîsandin “Kerkûk Turklerîndîr”... siloganek nase... ma ne weye...

Bixwîne:Geştname: Ber bi Bayê Azadîyê ve -1- 

Bixwîne:Geştname: Li Ber Bayê Azadîyê -2 - 

Bixwîne: Geştname:-Zankoya (Unîversîta) Silêmanî  -3-

Bixwîne: Geştname:4 - Kerkûk, Dilê Birîndar ê Kurdistanê - Hozan Bengi

Bixwîne: Geştname: 5 - Kerkûk, Gorên Bi Komel

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin