Hozan Bengi

Hozan Bengi

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Geştname: Ber bi Bayê Azadîyê ve -1-

A+A-

Hozan - Ji Kurdistana Azad

Di Malperê da jî hatibû bilavkirin, ku me 3 hevalan, bi daxwazîya serdana Kurdistana Azad, biryara xwe yekkiribû û me karê xwe jî pêk anî bû. Li ser vê biryarê, em roja 13.06, ji Balafirgeha Kastrup (Danmark) rêketin û bi ser Mîlano ya Îtalî ra em gehîştine rawesta xwe ya didûwan – balafirgeha Tehran. Em li Mîlano rastê 3 hevalên din hatin, ku ew jî wek me bi rê ketibûn û dixwestin xwe bigehînine Kurdistana Azad. Em dîsa li Tehran ji hev cidabûn, ji ber ku dê ew, di demek din da û bi rêyek din derbazê alîyê din bibûna.

Di heman şevê da, em ber bi bajarê Rojhilata Kurdistan, Kirmaşan hatin firandin û berê beyanîya 14.06, li balafirxana biçûkê Kirmaşan daketin. Bi vî awayê jî, gavên me li ser axa Kurdistanê dadiketin.

Dema em bi taksîyek berbi bajêr ve birêketin, min bi dilgermî li çarnikarê xwe dinêrî, da tiştek nas, yan nîşanek bibînim, ku Kawa bîne bîramin (Kawa hevalekî me yê ji bajarê Kirmaşan û musîkî ye û di jendina "Derb" (Zerb/durbek/dunbuk) a Îranî/Kurdî da gelek jêhatîye. Kawa yek ji wan 3 kesan bû, ku di sala 1984 da, yekem koma musîkîyê Kurdî li Danmark (Koma Nergiz) damezirandibû).

Lê belê ewê ber çavên me ket, hejarîyeka mezin, têkilhevîya hat û ço (trafîk), germebayekî fetisok û gelek keç û jinên bi çarsevên reş bûn. Mixabin, me mecal tunebû, ku em bikevin nav bajêr û rindîyên bajêr jî bibînin, lê min bi xwe wêneyek ji bajêr, di serê xwe da çêkir.

Lerze-gumanek biçûk di dilê me da hebû, ka dê me bikarîya, îro an sibe ji "xetê" derbaz bin. Lewra me nedizanî, ka navên me jî, li gel lîsta îro bû yan ne. Metirsî hebû, ku em ta roja çarşemê jî li vir bimînin. Lê tirsa me bi rast derneket û me jî barên xwe li nav barên rêwîyên din danî û em li Oto-busê suwar bûn û me berê xwe da ber bi "xetê" ve.

Dîtin û ji nav da derbazbûna bajarê Qesrêşîrîn, di dilên me da livînek çêkir. Me yekser li hev nihêrî û bibîra xwe anî, ku vî bajarê, rolek gelek bedbext leyistîye di dîroka Kurdistanê da. Tirk û Faris ên bêbext, berê 364 salan, yekem car li vir, Welatê me di nav xwe da par kiribûn û bedbextîya parvebûna Kurdistanê dest pê kiribûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
1 Yorum