Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand

Elon Musk damezirandina 'Partiya Amerîkayê' ragihand

.

A+A-

Milyarder û xwediyê şirketa Teslayê Elon Muskê hevpeymanê berê yê Donald Trump ragihand ku wî partiyeke siyasî ya nû damezirandiye ku rûbirûyê “sîstema yekpartiyî” welatê xwe bibe.

Ev yek jî piştî hefteyekê ji şerê devkî yê tund ê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hat kirin.

Musk piştî veqetîneke tal a ji Trump û birêvebirina hewlên îdareya wî yên ji bo kêmkirina lêçûnan, di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê de nivîsî:

“Dema mijar dibe îflaskirina welatê me ya bi îsraf û gendeliyê, em di sîstemeke yekpartiyî de dijîn, ne di demokrasiyê de.

Îro, Partiya Amerîkayê ji bo ku azadiyên we li we vegerîne, hat damezirandin.”

Ragihandina partiya nû piştî rojekê hat ku Musk li ser Xê rapirsiyek kiribû û ji şopînerên xwe pirsîbû ka gelo pêwîst e partiyeke nû were damezirandin.

Di encamê de, ji sedî 65,4ê beşdaran bi "Erê" deng da.

Musk di parvekirinekê de nivîsî û got:

“Bi rêjeya 2 li hemberî 1ê, we partiyeke siyasî ya nû xwest û ew dê ji we re were dayîn.”

Ev gava ji nişka ve çawa çêbû?

Veqetîna eşkere û tund a di navbera kesê herî dewlemend ê cîhanê û serokê herî bihêz ê cîhanê de, di nava kêmtirî du hefteyan de ji hevpeymaniyeke germ veguherî dijminatiyeke dijwar ku bû sedema metirsiyên mezin ên siyasî û aborî.

Musk piştî ku dev ji erkê xwe ya 130 rojî ya wekî serpereştê “Wezareta Jêhatîbûna Hikûmetê” (DOGE) ku armanca wê kêmkirina lêçûnan bû berda, rexneyên tund li pêşniyaryasaya lêçûnê ya Trump girt û ew wekî “karesat” bi nav kir.

Bersiva Trump bilez û tund bû. Serokê Amerîkayê ragihand ku Elon Musk “hişê xwe ji dest daye” û gefa wê yekê xwar, dibe ku neçar bimîne DOGEyê bi ser Musk de bişîne da ku li ser karên wî yên bazirganiyê lêkolînê bike.

Trump heta gihişt wê radeyê ku amaje pê kir dibe ku Musk neçar bimîne vegere “welatê xwe yê Afrîkaya Başûr” û ew bi wê yekê tohmetbar kir ku bêyî alîkariyên darayî yên hikûmetê nikare bijî.

Pevçûn zêdetir bû dema ku Musk bêyî delîl Trump bi wê yekê tohmetbar kir ku navê wî di dosyeya sûcdarê zayendî Jeffrey Epstein de heye lê wî paşê ew parvekirin jê bir.

Vî şerê devkî bandoreke rasterast li bazarê kir. Pişkên Teslayê ji sedî 14an daketin û kompanyayê nêzîkî 100 milyar dolar ji qîmeta xwe ya bazarê winda kir, tevî ku roja din beşek ji wê qerebû kir.

Metirsiyên siyasî

Muskê ku di hilbijartinên borî de bi nêzîkî 300 milyon dolarî bexşerê herî mezin ê kampanyaya Trump bû, niha dikare wê hêza darayî li dijî Komariyan bi kar bîne.

Trump hişyarî daye Musk ku eger di hilbijartinên bê de piştgiriyê bide Demokratan dê rûbirûyê “encamên gelekî mezin” bibe.

Rayedarên Koşka Spî dibêjin ku Trump ne amade ye dîsa bi Musk re biaxive û heta fikirî ye ku wê otomobîla Teslaya sor a ku di lûtkeya pêwendiyên wan de kirîbû, bifiroşe.

Li aliyê din, Demokratan heta radeyekê bêdengiya xwe parastiye û rewşê dişopînin, di demekê de ku dibe ku li ser prensîba “dijminê dijminê min, dostê min e” bifikirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin