
XEZE - Hemasê hemû dîlên sax berdan
.
Hemasê 13 dîlên din ên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin.
Hemasê vê sibehê jî 7 dîlên din ên Îsraîlî berdabûn.
Bi berdana van 13 dîlan re her 20 dîlên sax ên ku di destê Hemasê de bûn hatin berdan.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku 20 dîl gihiştine destê wan, piştî ku ji aliyê Tevgera Hemasê ve li Xezeyê radestî Xaça Sor hatibûn kirin.
Artêşê diyar kir ku dîl ji aliyê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ve hatine radestkirin.
Ji vê sibehê saet 10:52yan ve li Xezeyê ti dîlên sax ên Îsraîlî nemane hemû hatin berdan.
Dîl bi du koman hatin radestkirin, komek ji 7 û komek jî ji 13 dîlyan pêk dihat.
Ew 20 dîl dê ji Îsraîlê re bên veguhestin û wan bibin baregeha Reimê ya li başûrê wî welatî, da ku li wir bi malbatên xwe şa bibin.
Paşê, ew kes dê bi helîkopterê bên veguhestin sê nexweşxaneyên Îsraîlê, da ku pişkinînên wan bên kirin û her çareseriya pêwîst ji wan re were pêşkêşkirin.
Hemasê berê ragihandibû ku wekî beşek ji agirbesta ku di şerê du salî yê di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hatiye, li hemberî berdana zêdetirî hezar û 900 girtiyên Filistînî ew dê 20 dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê berde.
Tiştên ku heta niha tên zanîn
Tevgera Hemasê duşemê lîsteya navê 20 dîlên ku dê di çarçoveya agirbestê de bên berdan weşand.
Dîl dê pêşî radestî Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor û paşê jî radestî artêşa Îsraîlê bên kirin ku dê wan bibin baregeha leşkerî ya "Reim"ê da ku ji wir veguhezînin sê nexweşxaneyên Îsraîlê.
Îsraîl dê madalyaya herî bilind a rûmetê bide Trump
Nivîsîngeha Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ragihand ku medalyaya herî bilind a rûmetê ya sivîl a welatê xwe ya bi navê "Madalyaya Rûmetê ya Serokatiya Îsraîlê" dê bide Serokê Amerîkayê Donald Trump, ji ber hewlên wî yên ji bo vegerandina dîlyan.
Piştgiriya serkirdeyên cîhanê ji bo rêkeftina agirbesta Xezeyê
Serokên Amerîka û Misirê dê serperiştiya civîneke serkirdeyên cîhanê bikin ku wekî "Lûtkeya Aştiyê" tê naskirin, ji bo piştgirîkirina bidawîanîna şerê du salan ê li Xezeyê piştî gihîştina rêkeftina agirbestê.
Her wiha serkirdeyên Tirkiye, Urdin, Brîtanya, Almanya, Fransa, Îtalya, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê jî amadebûna xwe ragihandine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin