Trump ji parlementoya Îsraîlê peyama "Rojhilata Navîn a Nû" da

Trump ji parlementoya Îsraîlê peyama "Rojhilata Navîn a Nû" da

.

A+A-

Hevdem li gel cîbicîkirina peymana agirbestê ya li Xezeyê, Serokê Amerîkayê Donald Trump serdana Îsraîlê kir û di gotareke xwe de li Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) ragihand, "Ev destpêka dîrokî ya Rojhilata Navîn a nû ye."

Ev serdan di demekê de pêk hat ku di çarçoveya rêkeftina di navbera Îsraîl û Hemasê de, 20 rehînên Îsraîlî hatin berdan û di berdêla wê de, 1966 girtiyên Filistînî ji bo azadkirinê hatin amadekirin.

Trump di axaftina xwe ya li Knessetê de, ku bi çepikên Serokwezîr Benjamîn Netanyahû hat pêşwazîkirin, bi israr peyama xwe dubare kir ku "şerê li Xezeyê bi dawî bûye." Wî bang li xelkê Xezeyê kir ku bala xwe bidin ser "avakirin û pêşketina aborî."

Trump weha axivî:

"Îsraîlê her tiştê ku bi hêza leşkerî dikare were bidestxistin, bi dest xistiye. Amerîka her dem li kêleka we ye."

Xala herî balkêş a serdanê ew bû ku Trump daxuyaniya xwe ya "şer bi dawî bû" di demekê de da ku Netanyahû li kêleka wî sekinîbû. Ev yek di demekê de bû ku Netanyahu tenê rojek berê ragihandibû ku "êrîşên li ser Xezeyê hîn bi dawî nebûne," ku ev yek nakokiyek eşkere di navbera her du hevalbendan de nîşan dide.

Beriya gotara xwe, Trump ji aliyê Serokwezîr Netanyahû û Serokê Knessetê Emîr Ohana ve hatibû pêşwazîkirin û di pirtûka bîranînê ya parlamenê de nivîsîbû: "Ev ji bo min şerefeke mezin e; rojeke mezin û xweş. Destpêkeke nû."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin