Şêx Murşid Xiznewî li Norwêcê bi kurê xwe re qeza kir

Şêx Murşid Xiznewî li Norwêcê bi kurê xwe re qeza kir

.

A+A-

Alim û ramanwerê naskirî yê Rojavayê Kurdistanê, Şêx Murşid Xiznewî, li Norwêcê qezayeke trafîkê derbas kir û di encamê de bi sivikî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di dema qezayê de kurê wî jî pê re bûye. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Şêx Murşid Xiznewî baş e, lê kurê wî ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê.

Heta niha derbarê sedem û dema qezayê de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Şêx Murşid Xiznewiyê ku kurê alimê navdar Şêx Meşûq Xiznewî ye ku di sala 2005an de ji aliyê rejîma Be’s a Sûriyê ve hatibû şehîdkirin, ji bajarê Qamişlê yê Rojavayê Kurdistanê ye û niha li Norwêcê dijî. Ew wek kesayetiyekî giring di nav siyaseta Rojavayê Kurdistanê de tê naskirin û bi hewlên xwe yên ji bo pêkanîna yekrêziyê di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) de tê nasîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin