Rejîma Îranê li girtîgeha Xuremava û ya Îlamê, 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir

Rejîma Îranê li girtîgeha Xuremava û ya Îlamê, 2 girtiyên Kurd bi dar ve kir

.

A+A-

Roja Şemiyê, 11ê Cotmeha 2025an, cezayê bidarvekirinê yê 2 girtiyên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê, Hafiz Rehmetî û Humayûn Seferî, li girtîgehên navendî yên Xuremava û Îlamê hat pêkanîn. Her du girtî bi tohmeta "kuştina biqest" mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin.

Hafiz Rehmetî, xelkê Xuremavayê, li girtîgeha navendî ya heman bajarî hat bidarvekirin. Di heman rojê de, cezayê Humayûn Seferî ku xelkê Îlamê ye, li girtîgeha navendî ya Îlamê hat pêkanîn.

Her du kes berê di dozên cuda de ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya ya rejîma Îranê ve mehkûmî bidarvekirinê hatibûn kirin.

Heta niha, bidarvekirina van her du girtiyên Kurd di medyaya fermî û nêzîkî hikûmeta Îranê de nehatiye belavkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin