Naveroka hevdîtinên şanda leşkerî ya HSDê û Şamê hate eşkere kirin

Naveroka hevdîtinên şanda leşkerî ya HSDê û Şamê hate eşkere kirin

.

A+A-

Şanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya ji endamên Fermandariya Gişt ya HSDê Sozdar Hacî û Sîpan Hemo, berdevkê HSDê Ebcer Dawûd û fermandarên HSDê Şakir Ereb pêk dihat, îro 13ê Cotmehê li Şamê bi Wezîrê Berevaniya hikumeta veguhêz a Sûriyê Murhef Ebû Qesra re hevdîtin kir.

Şandeyên ewlehî û leşkerî yên HSDê li Qesra Tişrîn a li Şamê hevdîtin bi rayedarên hikumeta veguhêz a Şamê re pêk anîn.

Hate ragihandin ku di civîna li Şamê de girîngiya pêkanîna bendên peymana 10ê Adarê hate gotûbêjkirin û hate ragihandin, hevdîtin di atmosfereke erênî de derbas bûye.

Herwiha fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Dilêr Hisên Temo, Elî Xidir El Hesen, Mistefa Mehmûd Delî, Aho Êlyo Lehdo, cîgira hevserokên Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arîn Mistefa jî bi Wezîrê Navxwe yê hikumeta veguhêz Enes Xetab re civiya.

Di civînê de girîngiya pêkanîna peymana 10ê Adarê hat bibîrxistinû û hate diyarkirin ku ew hevdîtin jî di atmosfereke erênî de derbas bûye.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin