Mezlûm Ebdî: Em sîstemeke nenavendî dixwazin lê me bi Şamê re li hev nekiriye

Mezlûm Ebdî: Em sîstemeke nenavendî dixwazin lê me bi Şamê re li hev nekiriye

.

A+A-

Fermandarê Giştî yê HSDyê diyar kir ku wan bi hikûmeta Sûriyeyê re behsa lezkirina hewldanên ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê kiriye û da zanîn ku ew ji bo Sûriyeyê daxwaza sîstemeke nenavendî dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke xwe de ji AFPyê re behsa serdana xwe ya Şamê û hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer û çend berpirsên din ên payebilind ên Sûriyeyê re kir.

Mezlûm Ebdî da zanîn ku daxwazeke hevpar û xurt heye ji bo ku peymana 10ê Adarê were bicihanîn.

Fermandarê Giştî yê HSDyê her wiha got, "Xala herî girîng têgihiştineke destpêkê ya li ser mekanîzmaya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi wezaretên parastin û karên navxwe ên Sûriyeyê re ye."

"Serkeftin girêdayî Tirkiyeyê ye"

Mezlûm Ebdî diyar kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê tevlî Wezareta Parastinê bibin û behsa rola bibandor a Tirkiyeyê jî kir da ku ev hewldan bi ser bikeve û wiha anî zimên:

"Serkeftina van gotûbêjan girêdayî rola Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in ku di pêvajoya dan û standinan de roleke piştgir û erênî bilîze."

"Me li ser sîstema nenavendî li hev nekiriye"

Mezlûm Ebdî derbarê sîstema birêvebirinê ya li "Sûriyeya nû" de wiha axivî:

"Em li Sûriyeyê daxwaza sîstemeke birêvebirinê ya nenavendî dikin ku heta niha nehatiye pesendkirin û me di vî warî de li hev nekiriye."

Li aliyê din, Fermandarê Giştî yê HSDyê derbarê petrol û gaza herêmên din ên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û Sûriyeyê de jî axivî.

Mezlûm Ebdî li ser vê mijarê tekez kir ew di wê baweriyê de ne ku "petrol û çavkaniyên din ên xwezayî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê milkê hemû Sûriyeyiyan e û divê dahat jî bi awayekî wekhev li ser parêzgehên Sûriyeyê were dabeşkirin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin