Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê Kurd Şiyar Bin!

A+A-

Di Rojhilata Naverast de hewlên nû hêdî hêdî dikevin rojevê û ber bi zelaliyê de diçin. Li ser Sûriyê û rengê pêşeroja Sûriyê, di nav aktorên cîhanê de giftûgo berdewam e. Qedera Pêşeroja Sûriyê a siyasî pêşîlêgirtina Îran ve girêdayî ye. Ne mimkûn e ku Sûriye wek berê bimîne. Îhtîmala perçebûna Sûriye, ji îhtîmala Sûriyeke yekgirtî bêtir e.

Wek ku em dizanin; li ser hebûna hêzên alozker û terorîst yên Îranê, di navbera Rûsya û Îsraîlê de hinek danûstendin çêbûn. Lê van danûstendinan encam neda. Ji ber ku heta Îran ji Sûriye dernekeve Îsraîl baş dizane ku ti ewlehî jê re tune.

Bi hewlên Emerîka û Îsraîlê yên ser Îran re cîh li HAMAS û terafgirên wan jî teng bûye. Dorpêça ku were ser Îran, wê bandorek neyênî li ser HAMAS jî çêke û hinek rayedarên HAMAS ji têkilîyên rêxistinê bi Îran re nerazîbûna xwe eşkere dikin. Di demek nêzîk de egerî heye ku HAMAS li ser van têkiliyan daxuyaniyên nû derxîne û hinek gavên reformîst bavêje. Ev jî, ji bona HAMAS, radestkirina tirsa dorpêça Emerîka û îhtîmala domkirina mercên neyînî bixwe ye.

Li Iraqê jî pêvajokeke nû destpê dike. Ev demeke dirêj e îqtîdara şîe ketiye bin bandora raperîn û xwepêşandanên Başûrê Iraqê. Îqtîdara Îbadî têt redkirin û mercên avakirina îqtîdareke nû jî xuya nake. Ne mimkûn e ku siyasetmedarên Şîe xwestinên Kurdan jî qebûl bikin. Ne dîyar e bê kî li pişt van bûyeran heye. Lê ya eşkere ew e ku Îran tilîya xwe xist birînên Iraqê û bû sebeba teqîna aloziyan. Îqtîdar û dewlet bingeha meşrûiyeta xwe wenda kirine. Dewlet û îqtîdar ketiye destê hêzên partîzanî û siyaseta mezhebî. Ev jî pêşiya aştiyeke civakî digire. Baweriya avakirina dewleteke nû li gor şert û naveroka makezagonê ne mumkun e. Divê Kurd û Kurdistan li hember van egeran xwedî helwestek netewî bin.

Pêlên dorpêça Amerîkayê ku tê ser Îranê êdî bi deng tê şîrovekirin. Îran ketiye panîkê û Emerîkayê tehdît dike. Îran eşkere Emerîkayê tehdît dike û dibêje; "‘Binke û berjewendiyên we di armanca me de ne."(!)

Amerîka jî tekez dike ku; "“Rejîma Îranê ji aliyekî hewl dide peymana ligel Ewropayê berdewam bike û li aliyekê jî amadekariyan dike li Ewropayê êrişên terorîstî bikar bîne.”(!)

Aktorên siyaseta Emerîkayê yên Rojhilata Naverast bi zimanekî zelal eşkere dikin ku;"dema wê hatiye êdî bi rejîma Îranê ya niyetxirab re bên rûbarî hev."(!)

Wê bandora van hewlan, bandorek mezin liser Kurdistan û bi gelemperî jî li ser Başûrê Kurdistan bike. Terorîstên DAÎŞ carek din di hewlan de ne, ku bi bûyerên terorî bandorek xerab li ser Başûrê Kurdistan çêkin.

Êrîşa Hewlêrê ya ser Avahiya Asayîşa Hewlêrê îşaretek ji van bandoran e. Hinek tevgerên qaşo kurd, kesayetî û hêzên kurd di nava van hewlan de ne û bi daxwaza dijminên kurd û Kurdistanê, dixwazin Başûrê Kurdistan bêîstîkrar bikin. Kurd divê hişyar bin û ji vê pêvajokê serkeftî derkevin!

Dorpêça ser Îran, wê bibe sebeb ku Îran hîn pirtir destdirêjî nav Başûrê Kurdistanê bike. Îran wê di vê destdirêjiyê de beşek ji kurdan bikar bîne. Wê DAÎŞ carek din bi karesatên terorî derkeve mazatê û têkeve pêsîra kurdan. Li Başûrê Kurdistanê bingeha DAÎŞ di nav hinek hêzên îslamî û berjewendîperestan de heye.

Bûyera ser Avahiya Asayîşa Hewlêrê mînakeke girîng e. Sê ciwanên 16 û 18 salî di mizgeftên Hewlêrê de, di malên hinek mela û mezinên ayînî de hatine perwerdekirin (!) Ev jî dide nîşan ku hinek dilnexwaz, berjewendîperest dixwazin, hin ola Îslamê û hin camiyan ji bona van karesatên xerab, li hember Kurdistan û berjewendiyên miletê kurd bikar bînin. Bêşik, divê pêşî li van bêt girtin û lazim e xema serekî ya mela, zana û mezinên ayînî paşeroja welat û hizra gencan be. Armanc, pêşeroja miletê kurd û Kurdistanê be.

Divê hizr û perwerdeya ciwanên Kurdistanê yên serekî her pêşeroj û berjewendiyên welat be. Divê ciwanên Kurdistanê li ser esaseke niştimanî û Kurdistanî bên perwerdekirin û pêgihandin, ne li gorî hizr û hişê ku hurmeta mafên gelê kurd negire.(!) Em jibîr nekin ku perwerdeya ciwanan di damezirandina miletek û welatekî de cihekî girîng digire.

Hin dorpêça ser Îranê û hin jî rewşa Iraq û Sûriyê îşaretên geşbûna aloziyan derdixe ber me. Kurdistan ku ne xwedî siyaseteke xurt, netewî be, di orta van aloziyan de nikare mercên erênî bidest bixe.

Divê siyasetmedarên kurd û Kurdistanê, berpirsiyarên Başûrê Kurdistanê, hêzên parastin û asayîşa Başûrê Kurdistanê û aktorên hevpar, li hember van gavên nû yên aktorên herêmê hişyar bin. Tedbîrên xwe bigirin û Eniya Parastina Destkeftinên Kurdistanê bêt avakirin û partî, rêxistinên ku ji derveyî vê eniyê bimînin, bên dorpêçkirin. Divê siyaseteke hevpar, ku pêşî li mele û îslamîstên ku ciwanên kurd ji bona têkilî û berjewendiyên xwe, li hember miletê kurd û Kurdistanê bikar bînin bibandor derkeve holê.

Rojhilata Naverast ber bi şerekî mezin ve diçe. Ti rêyek din tune ye ku kurd bikaribin xwe û destkeftinên xwe biparêzin û bi pêş de bibin. Nabe ku kurd li Başûrê Kurdistanê, destkeftinên xwe yên salan ku bi xwîna dehezarên xwebexş û cangoriyan hatiye holê ji berjewendiyên partîzanî re bikin qurban. Ne mikûn e ku miletê kurd û Kurdistanê, bi helwestên partîzanî vê pêvajokê bikaribin derbas bikin û projeya serxwebûnê derxin pêş.

Roj roja parastina xaka kurd û Kurdistanê ye. Ev jî di helwesteke netewî û niştimanî re derbas dibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin