Bubê Eser

Bubê Eser

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

2023 çi ye û ji bona me kurdan tê çi wateyê?

A+A-

Di dîroka galen de gelek tişt ji destpêkê de neyên zanîn. Hin tişt têne texmînkirin. Lê helbet texmîn jî ne rastî ye. Ew texmînan jî li gor zanîn, têgihîştin û bîreweriya rewşanbîrên wî welatî dibin.

Ji roja PKK derxistin hinan bê tirs û bê xof ew tiştên ku wê bihatana serê gelê me texmîn dikirin. Lewra jî tim bala xelkê û rêxistinan dikşandin ser vê yekê. Dianîn zimanan û digotin ku armanca hebûna PKKê tunebûna gelê kurd e. Lê kesan bawer ne dikirin. Çima?

Li gor min ji ber du sedemên asasî bûn.

- Meseleya rantê bû ku ew bi dest gelek kesên ku tu caran texmîn nedikirin ku wê rojekê bikaribin li ser xwîna gelê kurd dewlemend bibin.

- Meselaya din hema hema ji her maleke kurd şehîdek ango cangoriyek hebû. Xwediyê wan cangoriyan nedixwestin bawer bikin ku ew xebatên cangoriyên wan hewante here. Çiqasî rastî bi çavên xwe didîtin û bi guhên xwe dibihîstin jî deng ji xwe dernedixistin û hê jî dernaxin.

Her weha PKK jî ev herdu xal tim bi kar dianîn û li ser xwîna gelê kurd bû hezeke tirkan a xurt. Ji bona parastina Tirkiyê çi ket û dikeve ser milên wan wê dikin.

Bihêzbûn û xurtbûna PKKê ku dema sînorê tirkan derbas kir, êdî bû rêxistina dagirkerên din jî. Li perçeyên din jî çi hêjayî û serketinên bi destê kurdan pêk dihat, têk dibirin an dixwestin têk bibin. Di gelek waran de jî bi ser ketin.

Ji ber PKK proje bû. Lewma jî ew proje di xizmeta herçar dewletên dagirkeran de bû. Di nava wî şerê dûr û dirêj de hat û tê dîtin ku PKKya ku projeya dagirkeran bû, ji bona kurdan tu hêjayî an serketin neanî.

Ji xwe tu caran armanc û hedefa PKKê nebû parastin an xwedî li hêjayiyên kurdan derketin. Bi hezaran mirovên welatparêz di nava xwe de kuştin. Dîsa bi hezaran mirovên çalak, zana û bîrewirên gelê kurd kuştin û dane kuştin.

Her çiqasî di dema xwe de û di wextê xwe de, hin kesên ev zanîn gotin û anîn zimên jî, kesan bawer nedikirin. Lewma jî nivîsên wan canik û camêran ên wan deman bê armanc man. Lê heger îro em li wan nivîsan vegerin, em ê bi hev re bibînin dê hin camêran ji roja derketina PKKê de armanc û hedefên wê dizanîbûn. Gotin, nivîsîn lê kesan bawer nedikirin.

Lewra jî wan canik û camêran her nivîsîn. Îro dîrok bi me dide zanîn ku ew camêr û canikan ji ber rewş û helwesta PKKê ya ne di berjewendiya gelê kurd de bûn danaxwarin, her gotin û nivîsandin. Îro wana hemî rast derketin. Wê niha çi bibe?

Ez di wê baweriyê de me ku wê tiştên ji komkujiyên berê, ji qirkirinên berê mezintir û xetertir bêne sere gelê me. Projeya tirkan ango ya dagirkeran ku bi destê PKKê tê û hatiye meşandin bi serket û dikeve. Hedef 2023.

Erdogan belasebeb nelirîne û nabêje 2023 ew dizane ku wê çi bibe. Ew dizane ku heta wê demê wê kurd ji qalibê kurdbûnê derkevin. Ew dizane ku projeya wan bi ya bi destê PKKê hat û tê meşandin bi serket û dikeve.

PKKê li gelê me wiha kiriye ku her bûyer û kiryareke ne di berjewendiya gelê me de be, ew berê dibêje û hêdî hêdî bi xelkê dide qebûlkirin. Xelk û gel hatiye kedîkirin û ew çi dibêje weke wan dike. Yanî rastî kirin derew û derew jî kirin rastî. Armanc ji vê rakirina kurdan ji holê bû.

Divê kurd û paritiyên kurdan şiyar bin. Lê nabin. Divê xwe bihêz bikin, lê nakin. Pêwîst e yekîtiyeke xurt pêk bînin da ku bikaribin bi hev re li hember projeya dewletê ya bi destê PKKê pêk hat bi ser dikeve kar û xebatê bikin. Lê nakin. Li gor min PKK û dewletê hemû siyasiyên me xesandinin.

Êdî PKK jî venaşêre û bi eşkereyê dibêjin, wê sala 2023 bibe sala serketina komara tirkan û xurtbûna wê. Ev gelekî bi mane ye û giran e. Li dû vê dê çi bibe divê siyasetmedarên me, partî û rêxisitnên me ji niha de xwe amade bikin, lê nakin ji ber ku PKKê ew hêz û qawet di wan de nehiştiye.

Lê ez êdî bi xwe ji partî û rêxistinên me bawer nakim ku ji niha de bikaribin li hember vê bibe xwedî helwest. Ji ber ku bi destê PKKê hema hema hemû siyasetmedarên bakurê Kurdistanê hatine xesandin, tirsandin û  bertîlkirin. Tirs û xofek mezin li ser wan heye. Ew bi xwe jî nikarin an newêrin ji derî PKKê gavên ji bona azadiya Kurdistanê yên neteweyî bi hev re bavêjin.

Ji ber ku êdî her tişt, kar û barê siyasî ji berjewendiya gel bêtir bûye ya şexsan. Lewma bi van rêxistinên niha hene tu guherandin dê pêk neyê. Ji ber ku di siyaseta hemuyan de nêzîkbûna PKKê heye. Ev jî malwêranî ye…

Heta ku rêxistinên heyî di navbêra xwe û dewletê û PKK de xetên sor nekşînin, ew ê bi ser nekevin. Ew xet jî, xwe ji tirkî bi dûrxistin û bikaranîna zimanê kurdî dibe. Ji ber ku ziman nemaye, fikir û raman hemî bûne bi tirkî.

Mesela Erdogan ku tim 2023an nişan dike ev e. Tenha ji bona ev proje bi ser nekeve, divê başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne û hemu kurd ji bona vê ji wan re bibin alîkar.

Ev projeya dagirkeran nivîsîne û PKK pêk tîne, ji bilî başûrê Kurdistanê û li gor rêbaza Barzanî tu hêz û qawetên din dê nikaribin vê têk bibin. Divê em jî wan bi tenê nehêlin…

Önceki ve Sonraki Yazılar