Cano Amedî

Cano Amedî

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Benîştê Xapandinê

A+A-

Cano AMEDÎ

Gelo, wê ev benîştê "pêvajoya aştîyê, pêvajoya çareseriyê, pêvajoya entegrasiyonê, pêvajoya demokratîk bûnê" heta kingê rojevê dîl bigire?

Dîroka nêzîk a sed salên dawiyê çendîn car daye îspatkirin ku doza netewî, bi benîştê xapandinê bi ser nakeve. Ev pêvajoyên xapandinê, pêvajoyên kedîkirinê, li ser hîmên sîstema Komkujî û tunekirinê dimeşe. Ev sîstem, li ser rûbarên xwînê û sîstema derewan hatîye damezrandin. Bi xwînê, bi derewan, bi tirs û pergala zilmê, hebûna xwe li ser civatê ferz dike.

Lê mixabin, siyaseta desthilatdar û ya di bin siya wan de, li pey berjewendîyên komî û şexsî de dimeşe; yên li pey xewn û xeyalên kursîyên rantê de, dixwazin "hêvîyên" xwe xurt bikin, li ber bayê kur direqisin...

Zimanê Kurdî, di hemû warên sazî û bingeha sîstema mêtinkariyê de, weke zimanekî "nenas" û tune tê hesibandin. Dîroka sed salên dawiyê daye îspatkirin ku parlementoya wan, komisyon û heyetên wan, pêvajo û rojevên wan li ser bingeha xapandin û kedîkirina milletê Kurd dimeşe...

Yek ji aktorê vê sîstema dagirkeriyê Süleyman Demirel bû ku di wexta Serokatiya xwe de gotibû: "Eger hûn nexwazin problemekî an mijarekê çareser bikin, wê hewaleyî komisîyonan bike...."

Komisyonên heta niha avabûne, çi kirine, gihîştine çi armancê? Ji jenosaydan bigirin, heta komkujiyan, ji darbeyên leşkerî bigirin heta pêwendîyên narkotîk, siyasî û burokrasîyê, gelek Komisyon hatin avakirin, kijan komisyon gihîşt armanca xwe?

Gotinek gelerî heye dibejin: "Eger tu bişkoka pêşî şaş girêde, wê yên pey wê jî hemû şaş bidomin." Rûdan û geşedanên diqewimin mînakên cuda radixin ber çavan...

Ev çil salên dawiyê, li bakûrê Kurdistanê, rojev û pêvajoyên desthilatdar, li gorî nîzam û berjewedîyên aktorên rantê didome. Lê mixabîn ew aktor û hêzên ku qala alternatîfbûnek milî dikin, nikarin xwe ji siya siyaseta desthilatdar dûr bikin. Ji salên 1984 an vir de, em hemû zanin ku ew çîrokên "serkeftin û pêşketinê" çewa radestî siyaseta desthilatdar kirin. Em îro jî dibînin ku hinek kes, alî an jî komên rantê xewn û hêvîyên xwe di himêza desthilatdaran de dibînin. Siyaset û helwesten xwe li gorî naveroka rojeva siyaseta desthilatdar tayîn dikin. Li gorî hêz û bandora ba û bahozên demê tevdigerin...

Siyaseta milî, siyaseta neteweyî, siyaseta alternatîfê li ser bingeha hûqûqa niştimanperwerî, li ser pîvanên ûjdan û berjewedîyên netewî, li ser karakter û ehlaqê Kurdewarî geş dibe, bi hêz dibe û bi ser dikeve. Berpirsîyarîya kollektîf, berjewedîyên giştî, armancên stratejik û hedefên hevbeş, erkê dirokî û neteweyî li ser me ferz dike.

Divê her welatparêz, her niştimanperwer, her xizmetkarê doza neteweyî, bi derbasbûna xwe re rûbirû bibe û li gori berjewedîyên milletê xwe tevbigere, xwe bi guherîne û rê nede lehîyên xirabîyan.. Siyaseta neteweyî, ne lîstoka hevalbendîya xortanîya taxê ye. Bi nivîsên xwe, bi helwestên xwe, bi kiryar û biryarên xwe, bi berpirsiyarî û îradeya kollektîf divê em şopgerên doza neteweyî bin....

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin