Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê

Durzî ji daxwaza serxwebûnê nayên xwarê

.

A+A-

Li Meydana Kerameyê ya li navenda bajarê Siwêdayê xwenîşanderên Durzî kom bûn û wan daxwaza serxwebûnê kir.

Durzî dibêjin tîrmeha borî êrişkarên nêzîkî hikûmeta Sûriyeyê xwestiye wan qir bikin û di wê demê de tenê Îsraîlê ew parastine.

“Qirkirineke etnîk e”

Înas Neîma ku xwenîşandereke Durzî ye li ser sedema daxwazên xwe wiha axivî:

“Piştî êrişa hovane ya bi şêwazê Teter û Moxolan a li ser civaka Durzî, vê hikûmetê îsbat kir ku ev qirkirineke etnîk e ku ew bi rêyên asayî nikarin pêk bînin.

Em îro li vir in ji ber ku me dengê xwe bilind kir û hat îsbatkirin ku ev qirkirineke etnîk a sîstematîk e û Durziyan dike armanc, her wekî ku li herêmên peravê bi serê Elewiyan de hat.

Li ser vê bingehê, em daxwaza mafê çarenivîsê ji bo civaka Durzî dikin."

Li gorî çavkaniyên Durzî, hikûmeta demkî ji 13ê Tîrmehê ve "dorpêçeke leşkerî" li ser parêzgeha Siwêdayê ferz kiriye û ji wê demê ve tenê karwanên sînordar ên alîkariyan derbas bûne.

Xwenîşander her wiha didin zanîn ku ew xwedî kadroyên payebilind in û dikarin li Siwêdayê dewleteke modern ava bikin û pêwendiyan li gel hemû welatên derdorê û cîhanê çêbikin.

“Em daxwaza serxwebûna tam dikin”

Xalid Helebî jî xwenîşander e û wî nêrînên xwe wiha anîn zimên:

"Ew welatê ku serdestan di serdema gendeliyê de wekî çewlika xwe bi kar dianî û niha vediguhêze serdema hovîtiya eşîrî, ne hêja ye ku em wî biparêzin.

Derfetên me yên jiyanê li vir nemane. Em îro li Meydana Kerameyê ne û daxwaza serxwebûna tam û cudabûna ji Sûriyeyê dikin.

Em neçar man, ji ber ku wan ev bijarde li ser me ferz kir."

“Di cîhaneke xeyalî de dijîn”

Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer li hemberî van daxwazan gotibû:

"Ew kesên ku daxwaza dabeşkirina Sûriyeyê dikin, têgihiştina wan a siyasî nîne û di cîhaneke xeyalî de dijîn."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin