Nabêt ku Silêmanîyê bibê mîna Mogadîsho
Nuri Aldur
Pêwîstnakê ku ez li vir qala (mîna ku bûyîye benîştê devan) birakûjîyê, parçebûn, neyekbûnî û bêtifaqîyê bikim. Bi gote gota van peyvokan anjî vê problema mezin ku dev jê qûrimîne, gûh jê kerrbûne, ziman lalbûne û belkî mêjî jî hişk û xerabûne.
Bajarê Silêmanîyê bi tarîx, ronakbîrî û kultura xwe ya gelerî meşhûre. Ew gelek caran bi bajarê Hewlêrêre di rekabetêdeye; eve rekabet ne xeraba, bîlakîs proseseke erênîye. Lê di van demên dawîde rewşa Silêmanîyê(berî her tiştî politîkî) bi awakî nebaş, nexweş û bi metirsayî(tehlîke) yê ve diçû û her diçê jî. Bê goman ekonomî/aborî û jîyana civakî jî hat gûhertin û ber bi prosesên tarîtîyê ve diçê. Bi daxewe(malesef) rola parlamento û hûkûmeta walêt(li paytext Hewlêr) jî li Silêmanîyê wa dîyara ku pirr kême anjî zeîfe. Ev jî nokteyeke gelek tehlîkeye, ku eger hûkûmetek ne xwedî kontrol/hikm be li her derên walêt, wê hingî li wan derên bê kontrol (mîna hadîsên dawî li otêla Lalezar li Silêmanîyê) VALAYÎYEK çêbibe û van valayîyan wê kes û grûbên illegal, mîna MILÎSAN, ÇETE Û MAFYA dagirin.
Hingî ti fonksîyon, statûs û rola dewlet û hûkûmetan namênê. Eve tişt li Mogadisho/Somalî heye, li Haiti heye, li gelek walatên Latînamerika heye. Eve tişt/sîstemokên mafya; kêm-zêde/hindik-gelek li walatên dîktator jî hene.
Helbet kar û wazîfên kabîna Hewlêrê nehêsana û gelekî jî zor û zahmete.Lê bi daxewe, eger ev hadîsên bi awayên li Silêmanîyê li derne dî jî çêbibin (û rîsk jî pirrin ku bi qewimin jî) wê hingî ne emê bikarin doza serxwebûnê bikin û ne ti kesêndin jî bawerîyê bi kapasîta daxwazîya serxwebûn, demokrasî û azadîya kurdan bikin.
Rewş li başûr pirr hesasa û divêt politîkake hesas; lê zû û ACÎL bêt kirin- naxwe sibe karê derengbê.
,
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin