
Almanya: Em dê ji bo jiholêrakirina çekên kîmyewî alîkariya Sûriyeyê bikin
.
Wezareta Karên Derve ya Almanyaya Federal ji Rûdawê re ragihand, piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, ew dê ji bo şopandina tawanên şer ên serdema wê rejîmê piştgiriya Sûriyeyiyan bikin.
Wezaretê her wiha da zanîn ku ew dê bi rêya rêxistinên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên sivîl di warên wekî jiholêrakirina çekên kîmyewî û mayînan de alîkariya Sûriyeyê bikin.
Wezaretê derbarê dabînkirina alîkariyên mirovî de jî got ku ew ji bo wê kar dikin, bi taybetî jî di jinavbirina tundrewiyê û parastina mafên mirovan de.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Almanyaya Federal li ser mijarê bi rêya êmaîlê pirsên Edîtora Deska Navneteweyî ya Rûdawê Kehî Mehmûdê da.
Berdevkê Wezaretê ragihand ku wan rasterast pere nedane hikûmeta demkî ya Sûriyeyê.
Wî her wiha şêwaza beşdarbûna welatê xwe ya di avakirina Sûriyeyê de eşkere kir û got ku hikûmeta wan ji bilî alîkariyên mirovî, ji bo jiholêrakirina çekên kîmyewî yên serdema Esed jî kar dike.
Berdevkê wezaretê ragihand ku ji bo jiholêrakirina wan çekên kîmyewî yên rejîma Esed, ew li gel Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) kar dikin.
Wî her wiha amaje pê kir ku Almanya di paqijkirina xaka Sûriyeyê ya ji mayînan de jî beşdar e.
Li gorî berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê, piştî rûxîna rejîma Beşar Esed, hikûmet dê piştgiriya Sûriyeyiyan bike da ku tawanên şer ên serdema wê rejîmê bên şopandin û çareserkirin.
Derbarê koçber û penaberan de jî got, Berlîn piştgiriya vegera koçberên Sûriyeyî dike û wiha li pey çû:
“Bernameya hikûmeta federal a ji bo bicihkirinê ji başkirina mercên jiyanê, dabînkirina xizmetên sereke, piştgirîkirina jiholêrakirina tundrewiyê, veger û şiyandina koçberan, niştecihên kampan û xelkê nêzîkî DAIŞê pêk tê.”
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê dibêje ku hikûmeta Almanyayê bi rêya rêxistinên NYê yên wekî WFP û UNHCRê û her wiha bi rêya rêxistinên sivîl di warên ‘dabînkirina xwarinê, dabînkirina avê, xizmetên paqijî û tenduristiyê, niştecîbûn û tenduristiyê’ de beşdarî avakirina Sûriyeyê dibe.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin