Kemal Tolan

Kemal Tolan

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Divê em Kurd dîroka xwe ne li goriya çavkanî, dokument û arșîva dagirkirên welatê xwe binivisîn!*1

A+A-

 Kemal Tolan

Birêzan weke ku, gelek ji me dizanin û di gelek çavkaniyan de jî tê xwanêkirin, beriya ku Hafiz û Mustafa Reşit paşayên Osmaniyê di 14.12.1847 de Fermana Tanzîmatê beyanbikin/ragihînin, ewan jî mîna pêșiyên xwe û bi alîkariya hevalbendên desthilatdariyê(beg, serokeșîr, axa, mele, șêx, keya, bekçiyên gundan û hwd. yên xayîn), bi dare zorê û gelek xûnrijandinê dawî li hukimdariya mîr, beg, șêx û axayên Kurdan(Misilman, Êzdî, Elewî û hwd.) anîne.

 

Mînak : 1

 

Gava meriv li vê sitrana ku, min di 2012 de ji ber zarê birêz Mîroyê Heso yê 80 salî  û xwarziyê Nemirê Mîrza II( yê ku li dora sala 1890 hatiye kuștin) girtiye guhdarî bike, meriv ji bîranîn û gotinên vî camêrî de jî baș fahm dike, ka Mustafa Reşit Paşa yê Osmaniyê di sala 1837 û dûre Hafiz Pașa 1838 de çewa Ferman li Êzdiyan rakirine û Êzdî ji herêmên wan fermalûkirine.

 

“Strana Nemirê Mîrza I(yê li dora sala 1837 de hatiye kuștin.)

 

Baximza bavê Eyo li serê rezan û baxan

Leşkerê Qewaz başî, mîrê Licê û Banekan,

leşkerê dewleta Nefî amê û Reşît Paşan

bihevre êrîşeke giran birine ser herdû taxan

Şade û şûdê bavê Eyo Nemirê Axa, Qizilê Dirbo,

Muradê Lahdo û Dawetiyê Koçek Vêre ,

Ew bi hevre lê leşkerê dewleta Nefî amê dixin

Berê leşkerê Qewaz başî û Reşît Paşa didine

Pişta qêre heta di qelibîne wî alê rêberî Bazbûtê.

Ezê bi hafa qendîlê ketim,

qendîla bavê Eyo wa bi zile

min dît avê hat xule xule

Bala xwe dayê mala Çelikê û mala Zoro

hevûdinê kite kita û cote cota kirin

siwaran hevûdinê siwar diniqandin

teng û berên mihînên xwe dişidandin

hevûdinê xwe ji êla giran vediqetandin

dest diavîtin ji ber xwe cotên Qermînan kişandin

di nava êskerên Qewaz başiyê Romê diqetandin

serên hinan jêdikirin li ser çardarê riman daliqandin

gelek ji yên mayî jî diyarî ji Kela Zoqê re dişandin

Bila bişewite mala Reşît Paşa siwarê devrûtê

Tevlî leşkerê Kela Zoqê , bi stêrka sibêre zû tê

Derbekê dane li bavê Eyo, bûka sûwaran

Tefandine çira mala Çelikê û mala Sêrdînê Zoro Axa”*1-61

 

 

 

Her wusa dengbêj rahmetiyê Xelîlê Berfê jî ev şerê Nemirê 1’emîn, weke yȇ lawȇ Sêrdîn-Ҁelȇ (1837) distirê  :

 

“Lo lo Nemiro lawo, Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û bexe

Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û bexe

Kulê ti rûnê li mala Qawaz başî, bînbaşiyê dewletê ûsiwarê devrûtê

Êvarê diçe cinetê, bi kubara sibê ra davêje ser Baximza bavê Eyo, dora dû taxa

Lê belê digo lê dane Nemirê Axê, li bavê Eyo gavanê siwara

Eva îro sê roja qelandine tovê mala Sêrdîn Axa lawo oooo...

Lo Nemiro lo lawo...

 

Lo lo Nemiro lo lawo, kanîka li binê keviro,

Keçikê Şimziyan û Baximziyan, Ezik Joriya û Ezik Xwariya hatine av ji xwe ra birino...

 

Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û tirî

Baximza bavê Eyo bi şewite, bi rez û tirî

 

Kulê ti rûnê li mala Qawaz başî, bînbaşiyê dewletê ûsiwarê devrûtê

Êvarê diçe cinetê, bi kubara sibê ra davêje ser Baximza bavê Eyo, lê zincîr kirî

Derbeka lê dane Nemirê Axê, li bavê Eyo gavanê siwara...

Wele îro sê roja qelandine tovê mala Sêrdîn Axa, maqulê zincîrkirî stû...

Lê şade şudê Nemirê Axê, bavê Eyo gelek hene li dinyayê

Di milê bi tenê rojê sê caran, bi tena rimilê, bi şûrê zirav, gêşê giran diqelibîne alê Bazbutê “*2

 

Mînaka 2

 

Di van stranê Nemirê Mîrza I û II an de gelekî eşkere dibe , ka gund û qesra Baximz- Bahıms/Baxımis-Bağimzê( niha bi Tirkî dêjinê: Yalınkavak Köyü -Beșiri/Batman) berê ya kîjan serokeșîrê buye.

 

Belê  Nemirê Mîrza yê II an jî li dora sala 1878 de hatiye kuștin.

 

„Sitrana Nemirê Mîrza yê II an- Dengbêj Teterê Êlî(Acar)  :

 

Hewê digo:

„Lê Sêvê dahê îro dilê min ditirsiya,

binêre wa dû peyayê malik şewitî,

ji pozê Qêrebeş dageriyan û hatî,

dihatin bilez li girê Zarê hilgeriyan,

Berê xwe didane Qesra Nemirê axê,

ji Nemirê axê kirine hêvî û dîlekan.“

Hewê digo:

„Lê Sêvê dahê, wayê li min wayê,

peya yekî bi dengekî nerm digote:

„ Nemirê axê, bavê min silav li te kirine,

û digo: sebra min di hepsa Betlîsê de nayê.“

Nemirê axê dibêje wan mêhvanan:

„Werin derbas bibin herin li odê rûnên ,

gava ez vê neqlê herime Sêêrt û Betlîsê,

ezê bavê te ji hepsa Betlîsê berdim “

Dipeyre Nemirê axê gazî dike li Eyoyê zave :

„Lawo, karê xwe bike emê îro herine Şimzê

(Îdara gundê Baximzê di sala 1868 de li ser nehiya gundê Șimizê- nihajî bi Tirki: Oğuz köyü- bûye K.To.)

cem mala pismamê xwe Mistoyê Hessê .“

Wayê sed carî li min wayê,

Nemirê axê tevlî mêvanan ji mal derkete,

Wextê ew tine ber gundê Zêwika Xaço ,

Mêvanek gazî dike li Ûssivê Bêdo û dibêje :

„Axa gotiye , bila were emê herine Şimzê „

Ûssivê Bêdo li mêhvan vedgere û dibêje :

„îtbara min qet, bi we mêrên Musilmannayê“

Gava Nemirê axê di Kaşê Ahsê de hilkişî,

Kul têkeve mala wî mêhvanê malik şewitî,

Bêbext, bi şibêta destavê xwe di da paşî,

ewî bidizî dest avîte tivinga xwe lê dixebitî,

weha derbekê berdide Nemirê axê bê keysî ,

Cenazê Nemirê axê di Kaşê Ahsê de dişimitî.

Şade û şûdê Eyo yê zave gelekî hene,

ew jî tivingê dixe kêleka mêhvanê malik şewitî ,

lê feleke xayine, tivinga zave Eyo na teqîne.” *1-62

 

Bêguman, ez baș dibînim ku îro hinek kes-nivîskarên Kurdan jî bîranîn, berhem û pirtûkan li ser desthilatdariya wan mîrek, beg û serokeșîrên Kurdên Misilman(Mînak: Reșkotan, Pencînaran, Elikan, Sînîkiyan, Remiyan û hwd.)dinvisînen. Lê ez zahf jî xemgîn dibim, gava ku ew jî di berhemên xwe de piraniya rastiya dîroka me li goriya desthilatdaran û dokumentên ku dagirkirên welatên me ji bo berjiwendiyên xwe serûbinkirine șaș didine xwanêkirin. Neşixwe, gava meriv bahsa van eșîrên ku min binavkirine bike û bahsa herêm, cîh, gund, beg, axa, eșîr, zargotin û nandarên Êzdiyan yên ku, berî û di nav wan de hebûn neke, hingê dîrok bi rastî û tam nayê xwanê kirin.

 

Hêvîdar im ku, dîrok nivîsandin ne timî li goriya dilê desthilatdar û berjiwendiyên nivîskaran bêye nivîsandin. Em Kurd bikaribin dîroka mîr, beg, axa, eșîr, ol û civaka xwe li goriya kevnariya zargotin, folklor, wêje, çavkanî, dokument û berjiwendiyên netewa xwe rast binivisînin û tomarbikin!

 

Kemal Tolan- Berhevkar û Xemxwarê Kevneşopên Êzdîtiyê

 

*Çavkanî:

1          Kemal Tolan Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan tev Romanên Zindî ne-2000 Oldenburg, rûpel:61.

Vîdio : https://www.facebook.com/KemTolan/videos/1796393943909612

2          Kemal Tolan , Danasîna Dîroka Welatê Xaltan û Zoro Axayê Êzdiyê Xaltî ,2021 izmir-Weşanên NA, rûp.: 215-217

 

Vîdio: https://www.youtube.com/watch?v=rQrykGSrn9k&t=2s

 

whatsapp-image-2025-08-25-at-19-34-28.jpeg

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin