Dîcle Anter: Biryara dadgehê weke kuştina bavê min, biryareke siyasî ye

Dîcle Anter: Biryara dadgehê weke kuştina bavê min, biryareke siyasî ye

.

A+A-

24emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê biryara xwe ya di doza derbarê kuştina rewşenbîr û rojnamevanê Kurd Musa Anter de eşkere kir û biryar da ku doza Musa Anter bi hinceta demboriyê were hilweşandin. Dîcle Anter kurê Musa Anter di derbarê biryarê de got “Biryara dadgehê weke kuştina bavê min, biryareke siyasî ye.”

Roja Çarşemê 21ê Îlona 2022ê 37emîn rûniştina doza rojnameger, nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter li 6emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqerê hat kirin.

Ev 30 sal bûn malbata Musa Anter li dadgehên Tirkiyê li pey edaletê bûn, lê dadgehê di wê rûniştinê ji ber borîna 30 sal dem bi ser dozî re bi hinceta demboriyê biryar da ku doz bê hilweşandin.

Piştî dozê  parêzer û beşdarvanên dozê xwestin ku civîneke çapmeniyê saz bikin, lê hêzên ewlekariyê rê nedan û di navbera wan de alozî derket. Piştre tenê rê hat dayîn ku Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar  ligel çend parlamenteran û Kurê Musa Anter Dîcle Anter daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. 

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar got “Dadgeh ne neçar bû ku biryara demboriyê bide. Ji ber ku diviyabû ev kuştin, weke çalakiyek ji rêzê nehatiba dîtin. Ev yek ji rêze kuştinên herî girîng bû ku di nav dewletê de bi biryareke siyasî hatiye rêkxistin û plankirin. Diviyabû weke tawanek li dijî mirovahiyê hatiba qebûlkirin. Hiqûqa navdewletî vê ferman dike.”

Parêzeran û malbata Musa Anter di dozê daxwaz kirin ku kuştina wî weke “tawaneke li dijî mirovayetiyê” bê qebûl kirin û doz neyê girtin, lê dadgehê guh neda vê daxwazê.

Kurê Musa Anter Dîcle Anter  derbarê vê  helwêsta dadgehê de ji rûdawê re axivî û  got ku ev biryar wek kuştina bavê bi temamî siyasî ye.   

Dîcle Anter kurê Musa Anter dibêje “Duh 30 sal derbasbûn. Îro jî biryarek dan û li gor biryarê doz betal bû. Em vê betalkirinê ti carekê qebûl nakin. Li aliyek din ev qetilkirina bavê min siyasî ye. Ev biryar jî bi siyasî dan. Wate ne hiqûqî ye. Bi vî awayî qetilkirinek hiqûqî jî çêbû. Bavê min bi derba dûyemîn hat kuştin. Edalet jî hat kuştin. Bi vî awayî jî em ti carekê qebûl nakin. Em dê ji bo doza Apê Musa serî li dadgehên mezin bidin. Kingî ku navxwe proseya hiqûqî temam bû wê demê em dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. ”

Mûsa Anter ku di nav Kurdan de weke Apê Musa jî tê naskirin,  roja 20ê Îlona 1992 li Taxa Seyrantepe ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hat kuştin, tevî ku 30 sal in ew doz li dadgehên Tirkiyê dihat dîtin, lê heta niha kujerên Anter ji aliyê Tirkiyê ve nehatine eşkerekirin û cezakirin.

Niha piştî vê biryarê  sê rê li pêşiya malbat û parêzerên Musa Anter in. Ya yekem ji bo îtîrazê serlêdana Dadgeha Îstînafê. Eger doz li wê dadgehê  neyê yekalîkirin, dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê bidin. Herî dawî li wir jî neyê yekalîkirin, doza Apê Musa dê li Dadgeha Mafên Mirov ya Ewropayê bê dîtin.

(Rûdaw)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin