Ji bo Kurdên li diyasporayê derfeteke zêrîn: Wezareta Perwerdeyê kursên Kurdî dide

Ji bo Kurdên li diyasporayê derfeteke zêrîn: Wezareta Perwerdeyê kursên Kurdî dide

.

A+A-

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bangî Kurdên li derveyî welêt dike ku beşdarî kursa fêrbûna zimanê Kurdî ya bi Soranî, Kurmancî û Badînî bibin.

Kurd dê 1ê Çiriya Pêşîn dest pê bike û dê wane li ser înternetê werin dayîn.

Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ragihand:

“Em amadekariyan ji bo destpêkirina kursa çaremîn dikin ku dê 1ê Çiriya Pêşîn a 2025an dest pê bike.

Wane dê ji aliyê mamosteyên zîrek ên zimanê Kurdî ve bi Soranî, Badînî û Kurmancî werin gotin.”

Birêvebiriya Perwerdeya Derveyî Welêt a Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir ku ji sala 2022yan ve bi rêya Konfederasyona Revenda Kurdistanî, xizmetguzariya kursa fêrkirina zimanê Kurdî ya bi awayê online ji bo Kurdistaniyên li diyasporayê hatiye dabînkirin.

Li gorî Wezareta Perwerdeyê, heta îsal bi rêya kursa online, hezar welatî ji welatên cuda yên cîhanê fêrî zimanê Kurdî bûne û bawernameya Wezareta Perwerdeyê wergirtine.

Perwerde wekî ya dibistanên Herêma Kurdistanê ye û heman program tê xwendin û dê heta pola şeşem a seretayî berdewam bike, paşê dê ji aliyê Wezareta Perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê ve bawernameyê wergirin.

“Sûdê ji vê derfetê wergirin”

Wezaret bangî Kurdistaniyên li diyasporayê kir û anî ziman:

“Wekî erkekî perwerdeyî û neteweyî sûdê ji vê derfetê wergirin û zarokên xwe yên di her ast û temenî de tomar bikin.”

Li gorî agahiyên Rûdawê, sala borî zêdetirî 380 xwendekaran bi Soranî û 370 xwendekaran jî bi Badînî beşdarî kursê bûne.

Li gorî Konfederasyona Revenda Kurdistanî ku navenda wê li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê ye di kursan de temen ne pîvan e û malbat hene ku zarok, dê û bav bi hev re beşdar dibin.

Konfederasyona Revenda Kurdistanî anî ziman:

“Sala borî temenê xwendekarên Kurdî yên li diyasporayê di navbera 6 û 77 salî de bû.”

Ew xwendekarên ku bi awayê online di kursê de dixwînin, di sala xwendinê ya 2024-2025an de waneyên pola duyem a seretayî xwendin, ji ber ku sala yekem ji ber kêmbûna hejmara xwendekaran kurs hatibû ducarekirin.

Ew ên ku di sala xwendinê ya 2025-2026an de bixwînin, beşek ji wan dê waneyên sêyem a seretayî bixwînin.

Kurdên li diyasporayê dikarin bi rêya vê lînkê navên xwe tomar bikin û bi destpêkirina xwendinê re ew jî beşdarî fêrbûna nivîsandin û xwendina bi zimanê Kurdî bibin

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin