
Dr. Murşid Xeznewî: Divê hêzên Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina welatiyan amade bin
.
Alimê Kurd Dr. Şêx Murşid Xeznewî ragihand ku divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo her êrişa komên çekdar amade bin.
Îro li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” hat lidarxistin
Dr. Şêx Murşid Xeznewî, di Konferansa Yekîtiya Helwesta Pêkhateyên Bakurojhilatê Sûriyeyê de axaftinek kir û piştgiriya xwe ji bo Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) anî zimên.
Dr. Şêx Murşid Xeznewî beşdarî Bultena Rojava ya Rûdawê bû û li ser paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bersiv da pirsên Nalîn Hesenê.
Alimê Kurd Xeznewî got, "Ez nizanim Hikûmeta Sûriyeyê çawa rê dide van çeteyan ku êrişî Elewî û Durziyan bikin? Gefên van koman berdewam in û ji ber vê yekê divê em jî amade bin."
Di rojên 7-9ê Adarê de pêleke tundûtûjiyê parêzgehên Sûriyeyê yên ku piraniya şêniyên wan Elewî ne girtibû û li gorî amarên nefermî, nêzîkî 1,500 Elewî hatibûn kuştin û bi dehan kesên din jî heta niha bêserûşûn in.
Meha borî jî komkujî li parêzgeha Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Durzî ne pêk hat û zêdetirî 900 kes hatin kuştin ku ji 600î zêdetir ji wan Durzî bûn.
Dr. Şêx Murşid Xeznewî her wiha got, "Em bi aştî û danûstandinê re ne lê dema şer were ber deriyê me, êdî divê em jê re amade bin."
"Nenavendîtî li Sûriyeyê û parastina mafên netewe û pêkhateyan"
Di çend mehên borî de hejmarek konferans li Rojavayê Kurdistanê derbarê şêwaza karê Kurdan û Rêveberiya Xweser a li gel Şamê birêve çûn.
Yek ji wan di 26ê Nîsana îsal de li bajarê Qamişloyê bi navê Konferansa ''Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdan'' bû nêzîkî 400 endam û nûnerên partî û aliyên siyasî tevlî konferansê bûn.
Dr. Şêx Murşid Xeznewî behsa paşeroja Sûriyeyê kir û got, "Navendîbûna ku li Sûriyeyê hebû, wisa kir ku mafên hemû netewe û pêkhateyên Sûriyeyê bên zeftkirin; ji ber vê yekê daxwaza sereke ya encama Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdan nenavendîtî bû da ku mafên hemû neteweyan parastî bin."
Alimê Kurd di berdewamiyê jî de got, "Demokrasî ne li dijî Îslamê ye, belkî rêyeke girîng û baş e ji bo parastina mafên neteweyan."
Dr. Xeznewî amaje bi sîstema birêvebirinê ya Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, "Li Rojavayê Kurdistanê azadiyeke tam ji bo hemû pêkhate û ayînan heye.
Em dibînin ku li deverên din ên Sûriyeyê heta niha baweriya Êzidiyan nehatiye naskirin û mafên wan tên binpêkirin.
Mînaka herî baş û xweş a birêvebirinê li Sûriyeyê sîstema birêvebiriya Rêveberiya Xweser e."
Di encamnameya dawî ya konferansa îro de wiha hatibû gotin, "Encama Konferansa Yekîtiya Helwesta Pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û naveroka wê, nîşana îradeya azad, hişyariyeke hevpar û israra li ser avakirina Sûriyeyeke azad, yekgirtî, demokratîk, pirreng û nenavendî ye ku tê de yasa serwer be, rûmeta mirov parastî be û her kes bi azadî û wekheviyê bijî."
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin