
Kasim Ergûn: Kurdên Rojavayê Kurdistanê guh nadin daxwazên Tirkiye û Ocalan
.
Zanayên siyasetê yên Tirkiyeyê hişyarî didin, heke çareseriyeke demokratîk û mayînde bo krîza Sûriyeyê neyê dîtin, dibe ku pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê jî têk biçe. Lê Amerîka dê HSDê û PYDê bermaber hin mafên demokratîk û îdarî razî bike, dê wan tevlî hikûmeta Şamê bike û rê nede ku pevajoya bêçekkirina PKK’yê şikestin bîne.
Hikûmeta Tirkiyeyê hinek caran bi gefan hinek caran bi daxuyaniyên rijd banga çekdanînê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê dike lê HSD jî berdewam radigîhîne çekdanîn di rojeva wan de nîne.
Ev helwesta HSD’ê wê pirsê li rojevê zêde dike, heke HSD û Tirkiye li hev nekin, gelo ev pirsgirêk dikare pêvajoya aşitiyê ya di nevabera Tirkiyeyê û PKKyê de jî bixetimîne an na.
Zanayekî siyasetê di wê baweriyê de ye ku, Amerîka û Tirkiye li ser pirsa Sûriyeyê di nava hemahemgiyeke stratejîk de ne û ev strateji bêçekkirina HSDyê û PKK’ye û dewleteke navendî ya Sûriyeyê li xwe digre.
Li gor wî Heke HSD li dijî vê siyaseta Amerîkayê derkeve metirsî heye pêvajo têk biçe lê Amerîka dê HSD’yê li ser çareseriyeke demokratîk razî bike û ev e jî dê pêvajoyê bigihîne serkeftinê.
Serokê Komeleya Bihêzkirina Demokrasiyê Îlyas Bûzgan ji K24ê re got: “Amerîka, Tirkiye û Sûriye dê li ser wê yekê bigihijin rêkeftinê ku xweseriyeke sist bidin Kurdên rojavayê Kurdistanê. Di vê xweseriyê de dê li navçeyên Kurdî hêzên asayîşê Kurd bin, dê zimanê Kurdî jî bibe zimanê fermî. Ev çareserî dê pêvajoya aşitiyê ya li Tirkiyeyê jî pêşvetir û bileztir bike. Lê heke krîza Sûriyeyê kûr bibe, dibe ku hin aliyên PKK’yê nexwezin çekan deynin û pêvajo jî dikare têk biçe. Lê ez bawer nakim Amerîka rê bide krîzeke wiha. Ji ber ku Amerîka êdî naxwaze li Rojhilata Navîn a nû de çi hêzên çekdar ên dervayî dewletan bimîne.”
Di çarçoveya pêvajoya aşitiyê de yek ji mijarên şêlû ew e ku gelo banga Ocalanî ya ji bo bêçekkirina PKKyê HSD’ê jî li xwe digre an na.
Li gor hikûmeta Tirkiyeyê banga Ocalanî HSDê jî li xwe digre lê Ocalanî heta niha jî daxuyaniyeke zelal li ser vê pirsê nedaye.
Siyasetmedarekî Kurdistanî dibêje, dibe ku Ocalan li gor daxwazên dewleta Tirkiyeyê tevbigere lê Kurdên rojavayê Kurdistanê guh nadin wî dê li ser maf û doza xwe rijd bin.
Siyasetmedar Kasim Ergûn got: “Li Sûriyeyê, PYD be, YPG be yan jî HSD be, her çi kes be, ji ber ku girêdayî PKKê be yan ne girêdayî PKKê be jî, xelkê Sûriyeyê, xelkê Kurdên Sûriyeyê, ji bo doza Kurd û Kurdistanê piştgiriya wan kirine û ew anîne wê noqteyê ku êdî welatê xwe biparêzin. Yanî, Apo (Ocalan) û Tirkiye nikarin bên li wê derê bi sozekî wek yê Tirkiyê wan bidin rawestandin û wan tevli rêveberiya Sûriyeyê bikin, bêyî ku feydeyek ji bo Kurdistanê tê de hebe. Pêwîst e mafên me, statuya me, li wê derê çêbibe. Ez di wê baweriyê de me.”
Roja Çarşemê Peyvdarê AK-Partiyê Omer Çelîkî bang li HSD’ê kiribû, bila pabendê rêkeftina 10’ê Adarê ya bi hikûmeta Şamê re îmze kiribû be. Bila çekan deyne û tevlî arteşa Sûriyeyê bibe.
Pêvajo, pêvajoya Tirkiyeyê û PKK’yê ye lê çarenûsa wê bûyer û pêşhatên li Sûriyeyê diyar dike. Heke were bîra me di sala 2014ê de Salih Mûslîm li Enqereyê li ser xalîçeya sor hatibû pêşwazîkirin û Tirkiyeyê jî xwestibû li dijî Beşar Esadî tevlî opozîsyonê bibin. Lê ev daxwaz hatibû redkirin û pêvajo jî şikestin anîbû. Tirkiye niha jî vê daxwaza xwe dubare dike. Em dê dibînin dê pêvajoya duyem dîsa ji ber Sûriyeyê dawî bibe an dê bi awayek ji awayan biçe serî.
(K24)
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin