‘VÎYAN û WELAT’ - Dema roman trajediya Enfalê dike destaneke evîn û berxwedanê

‘VÎYAN û WELAT’ - Dema roman trajediya Enfalê dike destaneke evîn û berxwedanê

.

A+A-

 Di serdemekê de ku bûyer bi lez derbas dibin û bîreweriya kolektîf hema hema di bin giraniya dema niha de betreng dibe, wêje tê da ku rola xwe ya herî evra bilîze ku bibe parêzvaneke dilsoz a çîrokên mirovî û şahideke qayîm li ser êşên dîrokê û serketinên giyên.

Di vî warî de, berhemeke wêjeyî ya nû ya nivîskara Kurd a Sûrıyeyî Emel Hesen, bi sernavê "Viyan û Welat", derdikeve holê da ku ronahiyê deyne ser yekê ji birînên herî kûr ên bîreweriya Kurdî û Îraqî: Karesata Enfalê li devera Barzan.

Di van demên dawî de ji aliyê Çapxaneya "Gazî" ve li Herêma Kurdistanê, berhema nû ya nivîskar Emel Hesen bi sernavê "Viyan û Welat" hate weşandin.

Roman bûyerên xwe ji komkujiyên Enfalê yên ku ji aliyê rejîma Beesê ya hilweşiyayî ve di salên heştêyî yên sedsala borî de hatin meşandin û armanca wan qirkirina gelê Kurd bû, werdigire.

Lê nivîskar Emel Hesen vê trajediyê ne bi zimanê hejmaran û belgekirina hişk lê bi rêya çîrokeke mirovî ya tijî vîn, jan û jiyan vedibêje; çîroka du evîndaran, "Viyan" û "Welat", ku evînê ew gihandin hev û zilm û zordariyê ew ji hev veqetandin.

Ji hinavê bobelatê, evîneke nemir ji dayik dibe

Nivîskar trajediya Kurdî û mirovahî bi rêya her du lehengên romana xwe yên ku navê berhema xwe li wan kiriye, vedibêje: Viyan û Welat. Viyan keç e û Welat dildarê wê ye.

Li vir niyaza danerê ji hilbijartina van her du navan pir darîçav û eşkere ye, ji ber ku her du peyv-nav têrwate û sembolîk in jî.

Her du evîndar çîroka evîna xwe bi zewacê yan rastir bi hewldana zewacê ya ku di nîvê rê de dimîne û qet nagihîje armanca xwe, sertac dikin.

Her kes dizane, di wêjeya Kurdan û cîhanê de, ku piraniya çîrokên evîn û hezkirinê yên ku nemir bûne, ew in ku nîvco mane û êş û azareke bêdawî li pey xwe hiştine, wekî destana Mem û Zîn, Ferhad û Şîrîn û yên din. Her carê diviyabû çavnebar, zikreş û "Beko Ewan"ek hebe ku li dijî evîndaran û evîna wan şer bike û hewl bide têkiliya di navbera wan de têk bibe û wan ji hev veqetîne.

Di romana Emel Hesen de, em dibînin çawa zordar û zalim xewna evîndaran beravêtî dikin û hêvî û daxwazên wan ên sade yên jiyaneke azad û bi rûmet, ne ji bo tiştekî din lê tenê ji ber ku Xwedê ew Kurd afirandine, têk dibin.

Di şeva daweta Welat û Viyanê de, şeva ku diviyabû bibe sertaca xewna wan a hevpar, şahî vediguhere bêtarê. Hêzên rejîma hilweşiyayî êrîşî meydana daweta wan dikin, zava "Welat" bi hezaran xortên din ên Barzanî re direvînin, da ku wan biavêjin kûrahiya çolterên dûredest û gorên komî.

"Viyan"ê bi laşê xwe rizgar dibe lê giyanê wê girêdayî bîranîna "Welat" û hemû kesên ku çûne dimîne. "Viyan" ne tenê dibe qurbaniyeke çav bigirî ye lê dibe bîrdanka zindî, dibe şahida ku emaneta vegotina tiştê qewimî hildigire ser milên xwe û vediguhere dengê wan kesên ku bi zorê hatine bêdengkirin.

Wêjeya şahidiyê: Di navbera xeyal û belgekirinê de

Romana "Viyan û Welat" girêdayî tiştê ku em dikarin jê re bibêjin "wêjeya şahidiyê" ye ku tê de rastiya dîrokî bi xeyala romanî re têkel dibe da ku bandoreke hunerî ya bihêz û kûr biafirîne.

Nivîskar hewl nade dîrokê ji nû ve vebêje, bi qasî ku hewl dide rehendên mirovî yên veşartî yên li pişt bûyerên mezin derxe holê.

Bi rêya kesayetiyên "Viyan" û "Welat", Emel Hesen mînakekê ji bo evîna ku di şert û mercên herî dijwar de mezin dibe û dema ku tê têkbirin, vediguhere serpêhatiyeke berxwedan û serhildanê, pêşkêşî me dike.

Bi şopandin û kûrçûna di naveroka pirtûkê de û gera di nav rêzên wê de, mirov xeyal dike ku ne Emel Hesen ev çîrok nivîsandiye, lê belê çîrokê ew nivîsandiye. Ji ber ku Viyan û Welat ne tenê karakterên di romanekê de ne lê dengên bi hezaran qurbaniyan e ku heta hetayê bêdeng bûne.

Delameta nivîskêr tenê ew bû ku guh bide wan û şahidiyên wan di nav honakeke wjeyî ya balkêş û biêş de vebêje.

Vegotin bi zimanekî helbestî yê ku di navbera dîmenên evîna nazik û windabûna hovane de digere, dertê pêş û ezmûneke hestewerî ya kûr dide xwendevan ku wê/wî dike hevparê trajediyê û hêviya ku ji hinavê wê dizê.

Berhemek bi sê zimanan

Yek ji tiştên herî berbiçav ên ku vê berhema wêjeyî cuda dike, weşandina wê bi sê zimanan di heman demê de ye: Kurdî, Erebî û Almanî.

Ev hilbijartin ne jixweber e lê wateyên kûr hildigire: Zimanê Kurdî zimanê qurbaniyan e, zimanê ax û bîreweriya resen e. Bi rêya wî, nivîskar bi gelê xwe re dipeyive û reseniya çîrokê û girêdana wê piştrast dike.

Zimanê Erebî jî zimanê dewleta ku zordarî kir lê di heman demê de zimanê bi milyonan mirovan li herêmê ye.

Weşandina romanê bi Erebî jî li kêleka Kurdî, pirek ji bo pêwendiyê ye û qîrînek e li hemberî yên ku hewl didin tawanê înkar bikin an rewa bikin û vexwendinek e ji bo bîreweriya Erebî ya hevpar da ku vê birînê nas bike û lê mikur were.

Lê zimanê Almanî pencereyek e ji bo gihandina vê şahidiya mirovahî ji cîhana berfirehtir e. Almanya, ya ku revendeke mezin a Kurdan dihewîne, di nav wan de nivîskara berhemê, sembola rojavayê ye ku bi mijarên mafên mirovan re têkildar e, û weşandina romanê bi Almanî hewldanek e ji bo ku trajediya Enfalê bibe beşek ji bîreweriya cîhanî ya mirov.

Bi vî awayî, romana "Viyan û Welat" ji çîrokeke xwecihî vediguhere peyameke cîhanî û piştrast dike ku zordarî, her çend bikaribe laşan bişkîne jî, nikare çîrokên nemir ên ku di bîreweriya ax û wijdanê mirovahiyê de neqişandî dimînin, bikuje.

Ew berhemeke wêjeyî ya pêwîst e, ne tenê ji bo fêmkirina dijwariya demboriyê lê her weha ji bo piştrastkirina nirxa evîn û bîreweriyê wekî çekekê li hemberî her cure zilm, neheqî û zordariyê.

Enfal

Komkujiyên navno yên Enfalê, nemaze yên ku Barzanî kiribûn armanc, paşxaneya dîrokî ya romana "Viyan û Welat" pêk tînin.

Di rûpelên dîrokê yên bi êşê barkirî de, Enfala Barzaniyan wekî yek ji tawanên herî hovane yên ku ji aliyê rejîmeke zordar ve li dijî gelekî bêguneh hatiye kirin, tê hesibandin, ev tawan ne ji bo tiştekî din lê tenê ji ber ku ew Kurd bûn û daxwaza mafê xwe yê jiyan û rûmetê dikirin, hat serê wan.

Di sala 1983yan de zêdetirî 8,000 mêr û xortên Kurdên Barzanî hatin girtin, ew birin kampên girtinê yên demkî, paşê jî birin çolterên başûrê Îraqê, li wir hatin kuştin û di gorên komî de hatin veşartin ku piraniya wan goran tenê piştî hilweşîna rejîmê di sala 2003an de hatin eşkerekirin.

Emel Hesen

Nivîskar û çalakvana mafên jinan Emel Hesen, ji gundê Banê Şikeftê yê derdora Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê ye. Bi her du zimanên Kurdî û Erebî dinivîse. Ji bilî romana wê "Viyan û Welat", gelek berhemên wê yên din jî hene, di nav de "Roj ji Barzan hiltê" û "Têkoşîna Jina Kurd" ku her du jî bi zimanê Erebî ne.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin