
Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Trump peymaneke aştiyê îmze kir
.
Ermenistan û Azerbeycanê bi navbeynkariya Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî peymaneke aştiyê îmze kir ku dawî li şerê bi dehan salan bînin.
Serkirdeyên her du welatan Trump ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê dikin namzed.
Serokê Amerîkayê Donald Trump doh da zanîn ku her du welatên Qefqasyaya Başûr pêbendî aştiyeke mayînde ne û got:
“Ermenistan û Azerbeycan pêbend in ku heta hetayê hemû şeran rawestînin, dest bi pêwendiyên bazirganî, geştyarî û dîplomatîk bikin û rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa hev bigirin.”
Trump her wiha da zanîn ku ew dê dorpêça çekan a Amerîkayê ya li Azerbeycanê rake ku piştî wergirtina serxwebûnê ya sala 1992yan li ser hatibû danîn.
Li aliyê din, Serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev ragihand ku ew dê bi Ermenistanê re nameyeke hevbeş ji Komîteya Nobelê ya Aştiyê re bişînin da ku xelatê bidin Trump.
Îlham Aliyev li Koşka Spî anî ziman:
“Dibe ku em bi Serokwezîr Paşinyan re li hev bikin û daxwaznameyeke hevbeş ji Komîteya Nobelê re bişînin da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê bidin Serok Trump.”
Her wiha Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan jî got, “Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump hêjayî Xelata Nobelê ya Aştiyê ye û em dê piştgiriya vê yekê bikin.”
Her du welat bi dehan sal in di nava nakokiyê de bûn û ji bo kontrolkirina herêma Qerebaxê ku di asta navneteweyî de wekî Nagorno-Qerebax tê naskirin, çend caran şerên xwînavî kiribûn.
Piraniya şêniyên wê deverê di serdema Yekîtiya Sovyetê de Ermen bûn lê ew dikeve nav axa Azerbeycanê.
Her du welatan bi gelek şer û pevçûnên tund ku di van deh salan de bûbû sedema mirina bi deh hezaran kesan, ji bo kontrolkirina herêmê şer kir ku hewlên navbeynkariya navneteweyî têk çûbûn.
Di pêşhateke dawî de, Azerbeycanê sala 2023yan tevahiya Qerebaxê xist bin kontrola xwe û ji bo asayîkirina pêwendiyan bi Ermenistanê re di nava gotûbêjan de bû.
Rêlihevgirtina Azerbeycanê ya li ser vekirina korîdoreke bejahî ya ji bo Nexçivanê xaleke serekî ya nakokiyê bû.
Ji ber ku di demekê de Azerbeycanê ji bo kontrolkirina wê korîdora ku wekî “Korîdora Zengezûrê” tê naskirin bawerî bi Ermenistanê nedianî.
Ermenistanê jî nedixwest ku ew ji aliyê aliyekî sêyem ve were kontrolkirin, çimkî ew wekî binpêkirina serweriya xwe didît.
Lê li gorî berpirsên Amerîkayê, tiştê ku kiriye Ermenistan niha razî bibe, hêviya bihêzkirina pêwendiyên dualî yên bi Amerîkayê re ye.
Her wiha derfeta çûn û hatina azadtir a ji bo nav û derveyî Ermenistanê ye, bêyî ku pêwîstî bi derbasbûna di nav axa Gurcistan an Îranê de hebe.
Her çar aliyên Ermenistanê bi bejahiyê ve girêdayî ne.
Li aliyê din, Rûsya bêdeng ma dema ku Azerbeycanê di êrişa Îlona 2023yan de Qerebax xist bin kontrola xwe û vê yekê Ermenistan hêrs kir ku ji bo rizgarbûna ji bin bandora Rûsyayê berê xwe da Rojava.
Azerbeycan jî ku bi serkeftina xwe ya li Qerebaxê wêrektir bûye, di pêwendiyên xwe yên bi Moskowê re bêhtir serkêşiyê dike.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin