Fîlmeke nû ya Holendayê rehên Kurdan vedigerîne ser Sumeriyan: ‘Cemal’

Fîlmeke nû ya Holendayê rehên Kurdan vedigerîne ser Sumeriyan: ‘Cemal’

.

A+A-

 Girtina fîlma “Cemal” li Holendayê bi dawî bû û qala jiyana xortekî Kurd ê li diyasporayê dike ku bi awayekî balkêş têdigihêje ku rehên Kurdan digihêje Sumeriyan.

Derhênerê fîlmê Philip Reşîd e û aktor, pêşkêşkar û derhênerekî naskirî yê Holendî ye.

Philip Reşîd yek ji stêrkên navdar ên rêzefîlma “Demên Baş, Demên Xirab” bû ku ev 35 sal in li Holendayê her sal werzeke nû jê tê berhemanîn û bi milyonan temaşevanên wê hene.

Her wiha yek ji wan kesên navdar ên Holendayê bû ku her tim wêneyên wî li ser bergên kovarên naskirî yên wî welatî dihatin çapkirin.

Philip kurê profesorê û pisporê dîroka kevn a Kurdistanê Cemal Ehmed Reşîd e.

Ew profesorê ku bi pirtûk û lêkolînên xwe bi awayekî zanistî dîroka Kurdistanê ya jihevketî û tozgirtî sererast dikir.

Philip demeke dirêj e li Dubaiyê dijî û li wir wekî derhêner dixebite.

Dema ku wî li Holendayê ew bernameyên ku bi hezaran temaşevanên wan hebûn pêşkêş dikirin, bavê wî Cemal Reşîd jê re gotibû, “Li şûna van, çîroka Kurdistanê vebêje.”

Ew di hevpeyvînê de dibêje ku çawa di bin bandora bavê xwe de biryar daye ku bi rêya sînemayê ji bo nasandina Kurdistanê û doza wê bixebite.

Her wiha hinek dîmen, deng û agahiyên ku berê nehatine bihîstin û dîtin li ser bavê xwe eşkere dike.

Rûdaw: Çima fîlmeke li ser Cemal Reşîd?

Philip Reşîd: Beriya her tiştî, fîlm rasterast ne li ser bavê min e, wekî rêzgirtinekê ji bo bavê min e. Ji ber ku çîrok li ser xortekî Kurd e. Ew lawikê ku li herêma Bijlmermeerê ya Amsterdamê mezin dibe û navê wî Cemal e. Ango, hemnavê bavê min e. Ew kurê ku bi temamî bi derdora xwe re li hev nake, cihê wî yê aram xwaringeheke şawirmeyê ye. Li wir ji aliyê kesayetiyeke efsanewî ya Sumerî ve tê rênîşandan û ji pêşeroja xwe haydar dibe. Ew çîrok, ew aliyê efsanewî û ew agahiyên li ser Sumeriyan, bi temamî li ser bingeha mîrasa bavê min e ku ji min re maye.

Rûdaw: Te çima niha ev fîlm çêkir?

Philip Reşîd: Ji ber ku ez niha jê re amade me. Min yekem teksta çîroka xwe 15 sal berê nivîsî. Wê demê Holenda û cîhan ji bo çîrokên bi vî rengî ne amade bûn. Nêzîkî salek berê, Peggy Gemertsa ku berhemhênera fîlmê ye, tekst hilda û wekî projeyekê pêşkêş kir. Êdî em niha li vir in, me girtiye û gelekî xweş derketiye. Lîstikvanên me yên hêja hene ku tevliheviyeke ji Kurd, Holendî û Surînamiyan e.

Rûdaw: Beriya hevpeyvîna me min ji te pirsî çima te bi Holendî çêkiriye, di demekê de tiştê ku Cemal Reşîd behs dike, bi taybetî dîroka me û rehên me, tiştekî balkêş e ji bo her kesî li cîhanê. Ji ber ku behsa yekem şaristaniyê dike ku ji kû derê hatiye û çawa hatiye?

Philip Reşîd: Fîlma min çîrokeke realîzma efsûnî ye û qada wê Holenda ye. Ji ber ku ez li vir mezin bûm. Bavê min wisa kir ku em li vir bi selametî mezin bibin. Dayîka min ez xwedî kirim. Ji ber vê yekê zimanê axaftina fîlmê Holendî ye lê piraniya diyalogan bi Kurdî û Sumerî ne. Ji bo vê me lêkolîneke zêde kir û me bi aktoran re jî hewl da ku hesteke xwezayî û rastîn bidinê. Bi baweriya min tiştê ku çîrokê taybettir dike ew e ku gelek caran çîroka diyasporaya Kurdî bi vî awayê ku me kiriye nayê vegotin.

Rûdaw: Kariyereke te ya dirêj di medya, sînema û televîzyona Holendî de heye. Ev proje karê te yê herî zehmet bû ku te kiriye yan karên te yên zehmettir jî hebûn?

Philip Reşîd: Taybetmendiya vê ew e ku ev ew proje ye ku 15 sal berê wisa li min kir ku ez biryar bidim li derveyî Holendayê bixebitim. Ji ber ku li vir ji bo çêkirina wê destûr nedan min. Ji ber vê ez fikirîm, eger ez bixwazim çîrokên wê herêma me vebêjim, divê ez li wir bim. Êdî em niha li vir in, piştî 15 salan bi heman projeya ku projeya min yekem e ku wekî derhêner li Holendayê digirim. Ji ber vê yekê, ji wî alî ve ji bo min gelekî taybet e.

Rûdaw: Çi tiştekî nû heye ku em wekî Kurd derbarê Cemal Reşîd an mîrasa wî nizanin û dê li vir di vî fîlmî de bibînin?

Philip Reşîd: Ji bo ku tu mijara şexsî zanibî, ez dê tiştekî ji te re bibêjim. Min karên xwe yên "populer" wekî pêşkêşkar ji bo kanalên Holendî yên wekî MTV û VPRO dikirin. Hemû li ser bingeha hîphop û hunerên şer bûn. Wî lê temaşe dikir û ji min dipirsî: "Tu çima bi van tiştan mijûl î? Çima tu çîrokên çanda me venabêjî?" Ev fîlma min a niha projeya yekem e ku ji wê yekê derketiye. Ev ew tov bû ku wî di nav min de çand, da ku ez wan cîhanan bi hev ve girê bidim û bi şêwazeke xeyalî vebêjim.

Rûdaw: Te berê ew kar ji bo Kurdan kiribû?

Philip Reşîd: Na, qet bi wî rengî nekiribû.

Rûdaw: Eger tu niha lê difikirî, bi ya te diviyabû te zûtir bikira?

Philip Reşîd: Min berê hewl da. Min û bavê min me gelekî dixwest bi hev re fîlman çêkin û em gelekî li ser axivîn lê zehmetiyên jiyanê hatin pêş û şer hat pêş. Ji ber vê ez fikirîm ku êdî dema wê ye ku ez bi awayê herî şexsî wî karî bikim. Her wiha min ti carî nikarîbû xatir ji bavê xwe bixwazim. Ji ber ku dema wî canê xwe spart, şerê DAIŞê hebû. Ez wê demê pê re nedijiyam û ew gelekî zehmet bû. Ji ber vê bi vî awayî dixwazim wê bibîranînê jî zindî bikim.

Rûdaw: Van demên dawî we wexteke zêde bi hev re derbas dikir?

Philip Reşîd: Demekê min xizmeta wî dikir. Helbet ew zilamekî yekcar serbixwe bû û bi rastî tiştê ku dixwest dikir. Di qonaxekê de rewşa wî ya tenduristiyê zêde baş nema ku bêhtir ji ber nexweşiya şekir bû. Wê demê min ew bir nexweşxaneyê, her çend wî bi xwe nexwest lê min her roj derziya însulînê lê dida. Ji ber ku wî bi xwe nedixwest wî karî bike. Gelekî taybet bû ku wê demê em bi gelek awayên cuda û gelekî nêzîkî hev bûn.

Rûdaw: Bavê te li ser Kurdbûn û gelê xwe çi gotiye ku her tim di bîra te de maye?

Philip Reşîd: Dema ku ez lê difikirim, ez li ser hevokekê difikirim. Malbata min qet bi navê Philip bangî min nedikir. Wan ji min re digot Alan. Dema ez nêzîkî 3 salî bûm, hevokeke wî hebû û bi dengekî bilind ji min re ducare dikir: "(Navê min Alanê gelê Kurd e)". Ew her tim di bîra min de maye. Her tim dixwest ku ez zanibim ka dîroka me çi qasî xweş û dewlemend e. Her wiha ew yek ku em yek ji kevintirîn gelên ser vê gerestêrkê ne, bi dîrokeke gelekî taybet. Min gihandina vê yekê wekî erka sereke ya jiyana xwe didît. Wekî ku tu dizanî, wî hewl dida vê yekê bigihîne cîhanê. Wê yekê bigihîne ku mafê me yê hebûnê jî heye... Ev heman tişt e ku ez jî bi vê fîlmê dixwazim bikim. Em Kurd di medyayên cîhanê de dernakevin, di nûçeyan de navê me nayê. Xelk nizane ku navê me (Kur) û (Kurda) berê li ser tabletên axê yên kevn ên şaristaniya Sumeriyan hatiye nivîsandin. Dixwazim vê yekê bigihînim hemû cîhanê. Ji wan re bibêjim: "Em hene, hebûna me heye û mafê me heye ku em gotina xwe bibêjin."

Rûdaw: Tu li Holendayê mezin bûyî lê li Bulgaristanê ji dayîk bûyî, ji dayîkeke Bulgar û bavekî Kurd. Hest dikim tu bêhtir Kurd î ne ku Bulgar an Holendî. Wisa ye?

Philip Reşîd: Te çima wisa fikirî?

Rûdaw: Ji axaftina te diyar e. Tu ji kûrahiya dilê xwe behsa Kurdistanê, behsa dîroka me û xelkê me dikî.

Philip Reşîd: Baş e, ev beşeke mezin a hebûna min e. Ji ber ku ez gelekî bêriya wê dikim û ez pê re mezin nebûme. Ji ber vê pêwendiyeke min a gelekî kûr pê re heye. Dibe ku xelk wekî tiştekî asayî bibîne ku li welatê xwe mezin bibe, bi xwarina xwe û her tiştê xwe ve. Min hemû ew tişt ji dest dane. Ji ber vê ez qîmeteke zêde didimê.

Rûdaw: Ew ji ber wê yekê ye ku Cemal Reşîd bavê te bû? Yan paşê ew hest ji bo te çêbû ku tu bibêjî: "Ez Kurd im, divê ez bêhtir li ser vê yekê zanibim"?

Philip Reşîd: Bê guman her tim bi rêya bavê min ev yek ji min re hatiye gihandin. Kaseteke me ya dengî ya kevn jî heye ku tê de ew min fêrî nasnameya min a Kurdî dike. Wî her tim rola xwe lîstiye lê ji min bi xwe jî tê. Min her tim gelekî xwestiye ku ew pêwendiya min bi bavê min re hebe. Min gelekî xwestiye pêwendiya min bi çanda min re hebe. Ji ber ku ez jê qut bûme. Min bi awayekî nerasterast êş kişandiye, ne rasterast lê bê guman bandor li ser her tiştê jiyana min kiriye.

c: Kesûkarên te li Kurdistanê hene, pêwendiya te bi wan re çawa ye?

Philip Reşîd: Pêwendiyeke xweş û baş e.

Rûdaw: Wisa?

Philip Reşîd: Belê, pêwendiyeke gelekî xweş û mezin e. Tu dizanî ew jî gelekî xweş e. Ji ber ku em li Holendayê di nava malbateke gelekî biçûk de mezin bûn. Paşê min xizmên xwe yên mezin ên li Kurdistanê dîtin. Li Bulgaristanê jî wisa ye. Li wir jî malbateke me ya gelekî mezin heye. Xweş bû ku çawa metên min li Kurdistanê şer dikirin ka kî dê ji me re xwarinê çêbike. Ma ev ne xweş e? Tu dizanî, çanda me germ e.

Rûdaw: Tu çûyî serdana Kurdistanê?

Philip Reşîd: Belê. Cara yekem sala 2000î û paşê sala 2019an. Sala 2010an min xwest biçim wir da ku fîlman çêkim. Wê demê ez û bavê xwe li cem Wezîrê Rewşenbîriyê rûniştin da ku em biaxivin ka em çawa dikarin beşdarî vegotina çîrokên Kurdistanê bi şêwaza sînemayî bibin. Tu dizanî berê vegotina çîrokan bêhtir bi pirtûkan bû. Beriya wê jî hemû ew çîrok bûn ku bi devkî dihatin vegotin. Lê niha em di serdema medyaya dîtbarî de dijîn. Ji ber vê divê çîrokên me bi şêwazeke dîtbarî werin vegotin. Gelekî girîng e ku em wan çîrokan bigihînin cîhanê.

Rûdaw: Em vegerin ser fîlmê. We ji bo girtinê zehmetiyeke zêde kişand? Temam bûye, ne wisa?

Philip Reşîd: Salekê em pê re mijûl bûn û bi rastî tîmeke me ya gelekî baş hebû. Me lêkolîneke zêde jî kir. Profesorekî alîkariya beşa Sumerî kir. Ji ber ku her çend teorî hebin jî, kes bi temamî nizane ku ziman çawa hatiye gotin û çi dengekî wî hebûye yan xelkê Sumerî çi cure cil û berg li xwe kirine. Ji ber vê bi rastî me hewleke gelekî zêdetir da ku em bikin berhemeke baş. Niha ew kurtefîlmeke 15 xulekî ye. Bê guman, budceya herî mezin jê re nehatiye terxankirin lê hezkirin û xwestekeke zêde tê de heye. Û em hêvî dikin ku ev bibe (Proof of Concept), ango delîlek ji bo ku em karibin fîlmeke mezintir jê çêbikin.

Rûdaw: Me li Holendayê tu wekî lîstikvanekî navdar, wekî pêşkêşkarê televîzyonê, carekê jî di warê reqsê de û niha jî wekî derhêner dîtiye. Ji bilî van tu çi yî?

Philip Reşîd: Yekem tişt, ez mirov im. Xweşiya wê ev e ku ez dixwazim çîrokên mirovî vebêjim. Her tişt ji wir dest pê dike. Her tiştê ku min kiriye ji wê paldêrê bûye: Ez heme, ez kesek im, tiştekî min heye ku bibêjim. Ji ber vê, mirovahî di fîlmên min de tiştê herî girîng e. Bi taybetî jî mijarên nasname, mirovahî û roldayîna lehengê bindest.

Rûdaw: Te ev fîlm li Holendayê çêkiriye, tu dê fîlma xwe ya dahatû li welatê xwe, Kurdistanê, çêkî?

Philip Reşîd: Ez hêvîdar im ku ez karibim wê pirê ava bikim. Karên min xwedî rêbazeke navneteweyî ne. Ez bi temamî bi wê yekê bawer im, ji ber ku bê guman ez bi xwe kesekî navneteweyî me. Her wiha baweriya min ew e ku em dikarin çîrokên Kurdistanê wisa vebêjin ku karibin bigihêjin xelkê cîhanê. Gelekî dixwazim ev bi rêya fîlmên sînemayê be. Ji ber ku ew ew tişt e ku ez dikarim pêşkêş bikim.

Rûdaw

 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin