Îlham Ehmed: Sûriyeya nû bêyî beşdariya pêkhateyan ava nabe

Îlham Ehmed: Sûriyeya nû bêyî beşdariya pêkhateyan ava nabe

.

A+A-

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmedê got, “Pirrengî ne gef e û ew çavkaniya hêzê ye.”

Îlhan Ehmedê her wiha got, “Sûriyeya nû bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û bêyî beşdariya çalak a pêkhateyan ava nabe.”

“Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ya ku hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê tîne cem hev îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xwîranê ya Hisîçayê tê lidarxistin.

Li gorî nûçeya ANHAyê nêzîkî 500 siyasetmedar, rewşenbîr, şêxên eşîrên Ereb û Kurd, nûnerên Suryan-Asûr-Kildan, Ermen, Tirkmen, Çerkes, hevserokên Rêveberiya Xweseriya, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), partiyên siyasî û rêxistinên jinan, keşîşê Cizîrê û Firatê Marmaros Amsîh, Yekitiya Suryan, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) û Şêx Murşîd Xeznewî beşdarî konferansê bûne.

Li ser navê Rêveberiya Xweser, HSD, MSD, Meclisa Jinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên herêmê axaftin tên kirin.

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser Îlham Ehmed destpêkê axivî û diyar kir ku konferans di pêvajoyeke girîng a dîroka Sûriyeyê de tê lidarxistin, lewra berpirsyariya siyasî û exlaqî ya li hemberî welat ji her kesî tê xwestin.

Bi gotina Îlham Ehmedê konferans îfadeya zindî ya îradeya gelan e ku di yekrêzê de li hemberî şer li ber xwe bidin.

Îlham Ehmedê ji aliyan xwest ku  bi birêxistinbûnê li hemberî paşguhkirinê rabin û modelek demokratîk a li ser bingehê hevnaskirin, tevkariya rasteqîn û edaleta civakî ava bikin.

“Pirrengî çavkaniya hêzê ye”

Îlham Ehmedê tekez kir ku pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Ermen, Tirkmen, Çaçan, Çerkes, Misliman, Xiristiyan û Êzidî îsbat kir ku pirrengî ne gef e û ew çavkaniya hêzê ye.

Îlham Ehmedê li ser vê yekê got, “Pêkhateyên herêmê îsbat kir ku parastina rasteqîn ne ji derve tê, lê bi îradeya hevbeş a ji bo avakirina aştî û edaleteke mayînde pêk tê. Berdewama hişmendiya yekalî ya rêvebirinê wê aloziyan kûrtir bike.”

Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêvebiriya Xweser da zanîn ku ew konferans serekftineke siyasî ya xelkê ye û got:

“Armanca wê diyarkirina paşeroja Sûriyeya nû ya li ser esasê tevkariya rasteqîn, hevnaskirin, nûnertiya adilane, hemwelatîbûna rasteqîn, pirrengî, nenavendîbûn û demokasiyê ku garantiyên yekitiya welat û aramiya wê ye.”

“Bêyî beşdariya pêkhateyan Sûriyeya nû ava nabe”

Îlham Ehmedê her wiha bal kişand li ser girîngiya beşdarbûna pêkhateyan di birêvebiriya Sûriyeyê de û got:

“Beşdariya nûnerên herêmê di konferansê de cewherê pêvajoya siyasî û destûrî ye.

“Sûriyeyeke nû bêyî naskirina mafên hemû pêkhateyan û misogerkirina beşdariya wan a bi bandor di dariştina paşerojê de nayê avakirin.”

Îlham Ehmedê herî dawî hêvî xwest ku Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê bibe gavek ber bi Sûriyeya nû ve ji bo tevahî pêkhateyên wê û siyasetê vegerîne wateya wê ya exlaqî.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin