
Xwendekarên Kurd li Danîmaraka yê diyarîyên serkeftinê wergirtin!
.
Îro 09.08.2025 li bajarê Kopenhagin a paytexta Danîmarkayê Partîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê PDKS- El Wehde ji bo xwendekarên kurd yên ji Rojavayê Kurdistanê dibistana navendî/Gumnasiûm û zankoyê qedandibûn şahîyekî pêkhanî.
Ji bo beşdarîya vî şahîyê li gel gelek partî û komeleyên Kurdistanî, Partîya Welatparêzên Kurdistanê-PWK hatibûn vexwendinê.
Endamê Rêvebrîya PWKê Mîrza Akar peyamekî pîrozbahîyê pêşkêşê xwendekar û dê û bavên wana, beşdaran kir. Û her wiha ji bo pêkhanîna vî karî, sipasîya endamên PDKSê kir.
Di vî ahengî de, xwendekarên amade yê ku dibistanê qedandibûn (gumnasium/zanko) yeko yeko dîyarîyên xwe girtin. Piştê wergirtina wêneyan, şahî bi muzîk û govendê qedîya.
Cîyê gotinêye ku, PDKS demekî dirêje hem li Rojavayê Kurdistan û hem jî li diyasporayê her sal vî karî dike. Û dîsa dibê were diyar kirinê ku hemî xwendekarên amade yê vî şahîyê ji Rojavayê Kurdistanê bûn.
Rûpela Nû/Danîmarka
09.08.2025
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin