Nezir Akat

Nezir Akat

Nivîskar
Hemû nivîsên nivîskar >

Barîqad-5

A+A-

Bdengî jana mezin ya wendakirina hişmendîya takekesî ye. Ew qebûlkirina têkbirina

hêişmendî û têkbirina derbirîna azadî ye. Berhema bêdengîyê malwêranîya civatî û

bedêla bêdengîyê jî derbirîna azadî ye.

Di civatên bêdengîyê de ronakbîr/rewşenbîr şîrê memikên dîktatorî, totalîterî,

xwefiroşî û bêexlaqîyê dimêjin. Xwe tavêjin bext û ujdanên desthilatdarîyê.

Ronakbîr/rewşenbîr li vir dibin astengê derbirîna azad û dibin barîqada pêşveçûna

civaka demokratîk ya pirreng û pirdeng.

Heger helwesta ronakbîr/rewşenbîr bibe helwesta civatê û pêşî lê neyê girtin, dê

xwefiroşî bibe karekî rojane ya kolektifa civakî û dê bibe normalîzekirina radestî û

xwefiroşîyê. Bi vê helwestê ve dê ew bibe xetera sereke ya têkbirina hişmendîya

civata azad.

Îro li welatê me bêdengîya civakî ji alîyê kêm takekesan û ji alîyê kêm dezgehên

neteweperwer ve ku dilê xwe datînin ser mêzêna dadwerîya şaristanîyê,tenê birîndar

dibe. Lê zindî ye, dînamîkên civatê li derdora xwe dipêçe û xeterîya ku hişmendîya

şaristanîya derbirîna azad têk bibe mezin dibe.

Di civata welatekî wek Kurdistanê de bêdengî ne tenê influenza/infilasyona rewşenbîrî

ye lê herweha influenza hişmendîya neteweperwerî ye jî. Doh û îro helwesta

‘modernîteya demokratîk’ ku bingehê wê bixwe avakirina ‘komara demokratîk’ e,

di rastîya xwe de ew çalakî û ramaneke biyanî ya zindîhiştin û geşkirina netew

dewleta dagîrker e. Lê îro ev helwesta biyanî bi ramaneke nujen ya post biyanî,

dixwaze ji alîyekî xwe di nava civatê de zindî bihêle û ji alîyekî din jî dixwaze doza

neteweperwerîya Kurd û Kurdistanê aloz û şolî bike.

Têgeha “Sosyalîzma civata demokratîk” dê cîyê “modernîteya demokratîk” bi

ramana “guherîna sosyolojîya serdemî” ve di civata Kurdan de heyranîya

“hemwelatîya azad” û “civata komara demokratîk” pêşde bixe. Di vê civata

biyanî ya helwesta domandina dagîrkerîyê deö dê takekes û alîyekî mezin ji civata

Kurd ku ez wek civata esilkurd/kurdkökenli binav dikim, bingeha “şad û

bextewarîyê”, bi neyarên xwe yê herî xeter ve bi serbilindîyê ava bike.

Di pêvajoya malwêranîya xweradestîya civakî de, roleke sereke li ser milên

neteweperweran bilind dibe. Lewra alîyekî mezin ji ronakbîr/rewşenbîrên neteweya

Kurd, di nav “şadî û bextewarîya” vê malwêranîyê de xwe radestî helwesta

dagîrkerîyê û karîyera postên vê dagîrkerîyê kirine. Ger rewşenbîrî nebe panzehîra

radestîyê dê malwêranî tevaya civatê di nav lepên dagîrkerîyê de bipêçe û dê kevokên

“aştîya bê wate” li ser asoyên civata miletê Kurd wek heyûleya serdemîya xwekuj

birr bi birr bifirin. Gunehkarîya mezin li vir bêdengîya rewşenbîrî û berpirsîyarîya

şiûra neteweyî bi xwe ye.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin